Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 100 Saliya Kumkujiya Armeniyan û Çîroka Pîrika min

 


Konê Reþ

Di rojek mîna (24.04.2015)an de, berî 100 salî, komkujiya Armeniyan destpê kir û di encam de melyon û nîvek Armenî ji jin, mêr, zarok, kal û pîr hatin kuþtin, sirgûnkirin û dûrî xaka welatê xwe Armenistanê ketin.. Qehremanên vê qirkirinê hikumeta Osmanî û ev hersê efserên tirk bûn: (Taleet, Anwer û Cemal) bûn. Pîrika min, anku diya bavê min (Osena Nersîsyan: Sara Abdo), jî di nav wan de bû û yek ji Armeniyên wê qirkirinê bû.. Xweþ tê bîra min; dema ku wê çîroka kuþtin û qirkirina malbata xwe ji me re digot û dibiland.. Û çawa ku berê wê û mirovên wê digel kerwanekî mezin ji Armeniyan dane Helebê û Dêra Zorê û ji wir, ber bi Þedadî û Merged ve rêkirin û ajotin… Digot; ew kerwan ji jin, mêr û zarokan pêk dihat û pirraniya wan bi rêkê de mirin..

Navê pîrika min Osena Nersîsyan bû, lê, navê wê yê nû bibû (Sara Abdo). Li ser ola xwe ma û razî nebû biguherîne. Dema ku bi tena xwe dima, di ber xwe de bi tirkî dinihirand, kezeba mirov bi nuhirandina strana wê re diþewitî.
Erê îsal (24.04.2015), tam sed sal 100 sal di ser komkujiya Armeniyan re derbas dibe. Sala 1915an saleke reþ bû ji bo Armeniyan. Di vê salê de wek ku tê got, milyon û nîvek Armenî ji warên xwe hatin bi dûrxistin û bi darê zorê ji Anadoliyê hatin derxistin. Bi hezaran hatin kuþtin, di rê û çolan de mirin. Koka wan li Armenistanê hate birîn..
Îro, dinya tev dibêje ku komkujiya Armeniyan dewleta Osmaniyan gunehkar û sucdar e. Hezên dewletê, hêzên fermî yên dewleta Osmanî ev plan biriye serî..
Vêca wek wefadarî ji bo vê bîranîna diltezin û ji bo giyanê wê û giyanê tev Armaniyan, min îro gotarek di vê derbarê de bi zimanê Erebî belav kir, da ku Armeniyen nizanin bi kurdî bixwînin û serwext bin..
Silav li giyanê tev þehîdên ku di ber azadî û xweþiya welatê xwe de canê xwe ji dest dane.
Konê Reþ, Hewlêr, 24.04.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark