Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî.. Beşê duwem.. Xelek 11.. 2/2 Evîn

 


Heyder Omer
heyde52@hotmail.de 

Tiştê balkêş di babeta evîna Feqî yê Tîran de ew e, ku navê dîlbera xwe qet diyar nake, tenê hin caran, wek ku Sadiq Behadîn dibêje([1]) bi tîpa ya erebî, ku gelek cara di helbestên wî de dubare dibe, nîşan dike. Ev yeka pirsekê tînê hole; gelo ima navê dîlbera xwe vedişêre? Bi baweriya me helbestvanê me ketiye ber dava evîna jineke bi mêr, vê lomê jî nikare navê wê di helbestên xwe de aşkere bike, û heye jî haya wê xanimê ji evîna wî tune be, û evîna wî yek-alî be, pê re jî mirov dişe weha biê, ku ezmûna wî ya evînî ne yekeke rasteqîn e, ji ber ku yek-alî ye.


Her weha mirov dişê texmîn bike, ku evîndara wî kea malbateke fewdal û xwedî destlat be, vê lomê helbestvan li hember diyarkirina navê wê dudilî ye, nemaze jî, wek ku emê di beşekî din ê vê lokînê de bibînin, gelek nakokî di navbera wî û fewdalan de hebûn, ew jî naxwaze rê li ber wan veke, da bervê wan nakokiyan ji armanca wî bi derxînin, û ber bi têkiliyên kesayetî de bidin. Eger ev texmîna me rast be, dê sedema bêdengiya dîlberê jî sayî bike, û bide xuyakirin, ku ima bersiva bangên wî nade. Ev yeka jî dide xuyakirin, ku dîsan mirov dişê weha bie, ku ew têkiliyeke evînî rasteqîn nejiyaye, ango nikariye bigihêşta dîlbera xwe. Ev rewşa hanê bûye sedema pirbûna bangên bê bersiv di helbestên wî de.
Di bîriya gelêrî de gelek diyardeyên têkûna evînê hene. Ev yeka, bi baweriya me, li gel nakokiyên civakî înî hevbest e, imkê civaka fewdal wan nakokiyan, di navbera sîstema têkiliyên civakî hişkber re diparêze, ew têkiliyên hişkber jî giraniyê nadin hestên mirovane nazik.
Tiştê mirov dişê texmîn bike ew e, he ye Feqî yê Tîran dil he bû tîkekê di riya evî hestê mirovane yê nazik re wan têkilkiyan hilweşîne. Ev yeka jî, li gor sîstema ristên fewdal, raperîneke civakî, ku dê wê sîstemê jihev bixe, dihate nerxandin, pê re jî romantîkîkiya helbestvanê me diyar dibe, ew jî romantîkiyeke, ku diyardeya dijberiyê (tenaqud) tê de sayî, di navbera lihevnebanîna daxwazê û realîteyê re, xuya dibe, ji ber ku realîte li ber evîna wî rabû ye, û nehêştîye bigihîne dildara xwe.
Lê belê romantîkiya Feqî yê Tîran ji ya helbestvanê nû cuda ye; dijberiya di navbera xewna helbestvanê nû û realîteyê de he ye, vî helbestvanî, bi armanca guhertina realîteyê, ber bi raperînê û serhildanê de dikşîne, lê ya Feqî Tîran ew xistiye pergalekê, ku derdên dîlîtiya realîteyê bi dilşewatî bikşîne, û li ba sînorên işqa wê dîlbera, ku nikariye bigihêne wê, raweste, û bi dilşewatî her tim biqîre:
Methê dîlbera Şebab bidin,
Meşxûlê baxê rêzên xwe bim([2]).
Ev yeka awayekî raperînê ye, lê raperîneke neyênî ye (nêgatîv e).
Dîlbera ciwan her tim ji wî dûr ma ye, guh nedaye wî, û nedaye hestên xwe jî, yên ku ji neare û bi zora sîstema hişkberiya têkiliyên civaka fewdal, veşartine, ev awayê sîstemê rê li ber zîvar û xizanan digire, û nahêle ewana evîna keên înên bilind di xewnan de jî bibînin, pê re jî ezmûneya evîna helbestvanê me negîha serî, û kêm bû, ji ber ku du hêmanên têkiliya evînê he ne, ger negîhan hevdu, evîn bi serî nabe, û evîndar her tim di rûnê hestên xwe de diqewirin, û bi hesreta hevdîtinê dimînin:
Wey dîlbera gerden gazî,
li eniya kever zêrê zerî,
boy te dikim hewar gazî.
Ez motacê bejna te me([3]).
Bi vî awayî tê xuyakirin, ku ezmûneya wî negîha wê astê, ku karibe tîkekê di têkiliyên civakê de peyda bike, lê tevî vê jî, ji ya xwe namîne, û hestên wî sar nabin, û hêviyên wî jî naelmisin, ji ber ku her tim bendewarê hevdîtinê ye. Bendewarî, di vê pergalê de, wateya germiya hestan dide, û nahêle evîndarê dilşewitî hêviyên hevdîtinê bibire, lê hevdîtin her tim di arewa hêviyên Feqî yê Tîran de dimîne.
Ji vê pê ve, helbesta evînê, li ba Feqî Tîran, ji bîranînê jî bê par e. Mirov dikare vê diyardeyê wek belgeheke, ku nebûna hevdîtina wî û dîlberê dupat dike, binerxîne, ji ber ku pêjna hevdîtinan ji bîranan tê, û jihevdûrketina di pey hevdîtinan re jêdera bîranîna ye.
Têkiliya kevin, ku di pey  jihevdûrketinê  peyda bû ye, naveroka bîranîna ye, evîndarên şeyda têkilkiyên kevin bi bîr tînin, da nuhoya xwe ya vala dagirin, û her tim av li riya hevdîtinê ne. Feqiyê Tîran jî yekek ji wan helbestvana ye, ku her tim hêvîdarê hevdîtinê ye:
Min av mabû dilo hey lê,
Dikim hewar û weyweylayê,
Ku carek der bêje Leylê,
Bibînim bejn û bala yê([4]).
Germiya helbestvanê me bi ser hevdîtinê de, ji hêleke din de, dide xuyakirin, ku dîlberê guh nedaye wî,  û evîna yek-alî dupat dike. Bi baweriya me ev yeka bû ye sedem ku helbestvan rengdêrên dîlberê bi ser hêmanên surûştê ve dke, eger hevdîtin nebû, dikare berê xwe ber bi wan hêmanan de bike, û derûna xwe,li şûna dîlberê, bi wan hêmanan vehesîne, vê lomê jî weha diê, ku tav û hîv roniyê ji avên dîlberê werdigirin:
Hey dîlbera garden zirav,
Wey nazika sêvêd gulav,
Roj û hîv weke herdu av,
Wêran ez im, mal im xirab([5]).
Ev wêne, wek ku xuya ye, li ser bingeha wekhevkirinê (teşbîh) rabû ye, eger bandora wêneyên bi vî awayî li ser derûnan siwe û tenik be jî, lê li pêş avan zor name ye, û tevî ku wêneyekî hissî ye jî, lê ciwaniya avên dîlberê zor numa diderbirîne, hukariya wan avên, ku tav û hîv roniyê jê werdigirin, dide xuyakirin, bi ser de jî, di navbera guhertina şûna herdu aliyên wekhevkirinê re, hêviya wî bi amadebûna dîlberê diderbirîne.
Ev wêne bingeha xwe di efsaneya kurdî de dibîne([6]), û pirê caran li ba Feqî yê Tîran dubare dibe, û pê re hem têkiliya helbestvanê me li gel folklora kurdî dupat dike, û hem jî ciwaniya, ku herdu av di nav de dibiriqin, û bejna bala bilind dibe, diderbirîne, da germî û rastiya daxwaza hevdîtinê, ku di dilê wî de dikele, bi me bide bawerkirin:
Tu şemal didî erş felek,
Mîna dîlber av birû belek([7]).
Wêneyê dîlberê her tima ronak di helbestên wî de dubare dibe, ev yeka jî dide xuyakirin, ku ronahî tim li gel wê peya peye. Ev herdu wêneyên jorîn dupat dikin, ku ronî ji avê wê dibiriqe, her weha bejn û dêmê wê jî ronî ne:
Qamet ji mûma fenerê,
Sûret sorê, dêm qemerê([8]).
Tîrêjên ji dîlberê diherikin jiyana wî ronî dikin, pê re jî mirov pê hay dibe, ka iqas êş û azar ji ber têkûna evînê dikşîne, gava nikare bighêne yara xwe tarî wî dorpê dike, bêhnteng dibe, nikare jiyana xwe di tariyê de bidomîne. Ji ber vê jî pirê caran di helbestên xwe tê xuyakirin, ku dest ji hêviyan bernade, hin caran wan hêviyan diderbirîne, û hin caran jî rengdêrên yarê bi ser hêmanên surûştê ve dike, eger dîlber nedît, dê wêneyê wê di hêmanên surûştê de bibîne.  Gava bi sedema nakokiyên li gel hukumdaran, tê zîndankirin, û perdeyên tarî dikevin navbera wî û her tiştê dikare wêneyê yarê te de bibîne, xweziya kesek seredana wî di zîndanê de bike, diderbirîne, da rewşa dîlberê jê bipirse:
Bira bihata qasidê iyane,
Tev min bikira xeberdane,
Ka halê dîlberê awa ne?([9]).
Biservekirina rengdêrên dîlberê bi ser surûştê de, dide xuyakirin, ku wê li ba Feqî yê Tîran nirxekî paxebilind û şûneke taybet he ne, û da ku wê her tim li kêlek xwe bibîne, cîhaneke din di xeyala xwe de dafirîne, tê de rengdêrên yarê bi ser surûştê ve dike, ne destên kesekî digihêninê, û ne jî tiştek dikare rê li ber dîtina yarê bigre, pê re jî dîlber her û her li pêş avan xuya û amade ye.
Helbestvan, bi vî awayê amadebûna yarê, demê derbas dike, û dibe evîndarê her hey, û cîgeh jî derbas dike, û dîlber tevayê cîhanê dadigre, bi kûva û, û kûva nerî, wê li pêş xwe dibîne, evîna wî jî dibe evîneke her hey, tevî ku sîstema civaka înatî dijbera vî awayê evînê ye jî, lê ew destan ji vê evînê bernade, ev evîna ku dixwaze têkiliyên civakî yên serdema xwe pê hilweşîne.
Heya naka warên evîna wî yên hestewerî û ramanî mijara gengeşeyê bûn, lê ev babet dê her ji ber kêmasiyê binale, eger em warê wê yê biyologî (zindî) jî gengeşe nekin, imkê mijara evînê û peyatiyê (sex) ji hevdu dabeş nabin.
Ev ezmûneya ku em gengeşe dikin hesteke li gel têkiliya peyatî (sexî) hevbest e, ger nebe, kira sexî di kesayetiya helbestvan de dê paşguh bibe, ango dê tuneyî be, vê carê kesayetiya wî ji herdu warên biyologî û derûnî de dê jihevketî û nexwaş bibe.
Sex di vê babetê de kireke serkîn e, mirov nikare ela wê neke, yan jî wê paşguh bike, ew di kesayetiyê de hewceyeke, ku divê bi awakî were têrkirin, da tevdîrên kesayetiyê serast bin, eger ev yeka nebe, dûzana gelemper ya kesayetiyê dê jihev bikeve.
Helbestvanê me di ezmûneya xwe ya evînî bi ser neket, ango nikarî bigihêşta yara xwe, pê re jî nikarî têkiliya sexî, di sîbera sazûmana civakî, ya ku vê têkiliyê li gor pêdiviyên ayînî û civakî organîze dike  re têrbikira. Yanê realîteya civakî, digel zagon û rêzbawikên xwe yên hişk û tund, rê li ber têrkirina vê têkiliyê girt, vê lomê em dibînin, ku dixwaze ji realîteyê bi dûr de here, û yekeke xeyalî ji xwe, bi hêz û ciwaniya derbirîn û karînên xwe yên zimanewanî, bafirîne, da serkeftina zimanewanî bike berdêla têkûna xwe li hember realîteyê.
Pêdiviya vê hewildanê bi têknîka nivîsîna xeyalî ya herî bilind he ye. Bi gotineke din, pêdiviya vê hewildanê bi derbirîna helbestî, ya ku dikare vê pergalê biderbirîne, he ye, lê ev awayê derbirînê bivê nevê dê carcaran ber bi hêvî û daxwazên sexî de pişimite, ji ber vê yekê jî mêldariya ber bi ramûsanê di van xêzên jêrîn de sayî û numa tê xuyakirin:
Şerbeta lam û bêyan,
Nadim ez wê bi heyatê,
Medena dal û rêyan,
dibarînin nebatê,
Zahîr dikin meneyan,
Ji husna bit û latê([10]).
Gava derbirîn mêldariya ber bi ramûsanê ve bi vî awayî diderbirîne, di heman demê de wateya têrkirina têkiliya sexî jî, bi awayê manewî, diderbirîne. Helbestvanên şeyda yên ji yaran dûr in, pirê caran, bi bandora mêldariya sexî, di helbestên xwe de gewdeyên wan yaran wêne dikin û salix didin, Feqî yê Tîran jî ji vê xêzê derneketiye, di helbestên wî de em pêrgî rengdêrên endamên gewdeyê yarê dibin, wek gerden û memik û rû û lêvên gulav jê diherike û bej û bala wê.

[1] Kovara Rewşen, hej 3, sal 1989, rû 64, not 6.
[2] Tenbûr, rû 10.
3 Tenbûr, rû 63.
[4] Tembûr, rû 62.
[5] zargotina Kurda, beş 2, rû 76.
[6] Basîl Nîkîtîn: Kurd, rû 215.
[7] Zargotina Kurda, beş 2, rû 66.
[8] Jêdera navborî, rû 55.
[9]Tenbûr, rû 5.
[10] Dîwana Feqî Teyran, rû 82.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark