Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þêx Behyeddînê Zîlanî Birayê Þêx Xalidê Zîlanî Þêrên Geliyê Zîlan bûn

 


 Konê Reþ
 
Piþtî hilweþandina împaratoriya Osmanî û guhertina wê bi Cimhuriya Kemalî di sala 1923 an de û bi taybetî piþtî serhildana þêx Seîdê Palo di sala 1925 an de û bidarvekirina wî û her 47 þêx û axayên Kurdan yên pêre, Kemalistan bi hovîtî berê xwe dan þêx û axayên Kurdan yên mayî; Ji berê ve, ew girtin, kuþtin û sirgûnî Anadola rojava kirin û pêre jî tev tekî, hicrik û dibistanên olî yên wan þêxan girtin.. Vêca, ew þêx û ronakbîrên ku ji ber destê Kemalîstan filitîn û yên ku jiyana wan di metirsiyê debû, ji neçarî Kurdistana bakur li paþ xwe hiþtin û berê xwe dan nav Kurdên Binxetê û bi taybetî bajarê Amûdê yê ku ji kevntirîn bajarê Cizîrê ye û bajarê Qamiþlo yê ku nû hatibû avakirin.

 Ev herdu bajar û Beriya Mêrdînê ji sedê salan ve bi bajarê Mêrdînê ve girêdayî bûn. Wê hingê Binxetê di bin desthilatdariya Fransîzan de bû. Vêca gelekan ji þêx, mele, zanyar, rewþenbîr û axayên Kurdan xwe li bajar û gundên Beriya Mêrdînê girtin, bîr û baweriyên xwe wek ku dixwestin berdewam kirin; Mizgeft, tekî û hicrik avakirin. Yek ji wan kesên ku hatin Þêx Behyeddînê Zîlanî bû.
Þêx Behyeddînê Zîlanî, birayê þêx Xalidê Zîlanî bû, ji Þêrên Geliyê Zîlan bûn. Piþtî komkujiya geliyê Zîlan, Kemalîstan malbata Þêx Xalidê Zîla jî sirgûnî Anadola rojava kirin.. Di sala 1948an de þêx Behyeddîn bi herdu biraziyên xwe þêx Ebdulqidûs û þêx Mihemed kurên þêx Xalid digel zarokên xwe binxetî beriya Mêrdînê bûn. Destpêkê, hatin gundê Dadûþiyê, piþtî pêleke nedirêj, çûna Þamê, xwe li welatparêzen kurdan wek Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û yên mayî girtin.. li Þamê þêx Ebduqidûs çûye ber dilovaniya Xwedê û þêx Mihemed zîviriye welatê xwe Geliyê Zîlan. Þêx Behyeddîn jî, careke din ji Þamê zîvirî Cizîrê û li gundê me Doda, mizgeft û tekiyek ava kir û dergehê tobe û tewacê vekir.. Murîdên wî bi pirranî xelkên Amûdê, xelkên beriya Mêrdînê, Mehcir û Miqriyên Doda bûn, digel xelkê gundên Gundik, Tilkêfê û Olçiya bûn. Xelîfeyê wî li Doda Xelîlê Hecî bû, li Gundik Ferhanê Çelebî bû û li Olçiya jî îzzeddîn bû, û bi navê Þêxê Doda hat naskirin.. Vê paþiyê ji ber berberiya di gund de, mal û tekiya xwe guhest bajarê Amûdê û ta niha mizgefta wî li bajarê Amûdê bi navê Mizgefta Þêxê Doda naskiriye. Piþtî Amûdê, pêlekê li gundê Hazdê û bajarê Hesekê jî maye û careke din mala xwe barkiriye Þamê. Berî dor 45 salan ji niha ve, ji Þamê zîviriye Diyarbekirê û piþtî vegera wî bi dor 5/6 salan çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana Diyarbekirê a li Seyran Tepe, ser rêka Farqînê hatiye veþartin. Rehma Xwedê li canê wî bibare.


Konê Reþ, Qamiþlo, 12. 02. 2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark