Suad Cegerxwîn
Tu delala li ber dilê Her çara yî
Þepal û rindî , nazdara Hemîyayî
Te deng daye bi bajarê Evînê
Lê xemla li te tev sorbuye Ji xwînê
Dijmin dexsoneke ,pê xweþ nayê Þeyda te
Bi þer û talan xeradikî Rewþa te
Gul û çîçekên xêza te Rakirin
Roj û xweza, ezman li te Bi mij kirin
Hilm û bêhna jiyanê li te Qutkirin
Tilyên perþeng u lehenga Kulkirin
Mafê mirova ,ma tu Kurda Nabînê
Derman nakî carekê vê Birînê
Qamiþlo berxwe nekeve,te pir Can danî
Cîhan tev bihîstîye tu çend Qehremanî
Bela dijmin zanibe tu qet Nakevî
Di berxwedanan de,qels nabî Narevî
Þaxên xebata te gihane Efrînê
Pêlên evînate didî me tim Jînê
Gel þiyare ,kuþtin qet me Natirsîne
Azadîxwazin , cenga gel me Narevîne
Bijî ji Qamiþlore tim ev Berxwedan
Her bijî milletê Kurd li hemî Cîhan