Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: WEZÎRÊ EŞO ÇU SER DILOVANİYA XWE

 


 Apê Wezîr, Wezîrê Eşo, nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê Kurd yê bi nav û deng, iro roja 23ê Çileya Paşî sala 2015’a, 81 saliya xwe da, lı paytexta Yekitiya Ewrıpa û Belçikayê, bajarê Brukselê çu lı ser dılovaniya xwe.
 
Apê Wezir, pışti ku sala 1995a da hate Belçikaê, heya roja mırına xwe dest kar û xebatên xwe yên ronakbiri û Kurdewari berneda. Jiyana Apê Wezir herdem dewlemend, Kûrdewar û serbîlînd bu. Gerek hemu Kurd û Kurdistani, rêxıstın û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezir birnekın û Wezirê Eşo wek Wezirê Kurd bışinın lı ser dılovaniya wi.

Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê, 1’ê Mijdara sala 1934’an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe-Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an da bi giranî bi zimanê Ermenî bi cî aniye.
 
Wek Apê Wezîr xwe dı biografiya xweda nıvisiye, ew sala 1958a fakûltêta (beşa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye. Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe - Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beşa Kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.
 
Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze da û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî da ji sala 1958a û vir da hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd da jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi sernavên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandinê.
 
Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : « Mizgînî » (Yêrêvan, 1976); « Xebera Dosta » (berevoka novêlên nivîskarên Ermenî bi pêşgotin û wergera ser Kurdî); « Dengbêj kal bibû » (Yêrêvan, 1983); « Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî »  werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; « Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; « Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya Polayî da » (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; « Pariyê Berdemayî » (Hewlêr, 2008) ; « Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo » (Ararat News Publishing (ANP-Belçika-Bulgaristan, 2010) ; Zargotinzanê Kurd yê mezin » (bi Ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; « Simoyê Şemo: Jîyan û Kar » (bi Kurdî, Yêrêvan, 2013).
 
14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên Kurd û Ermenî bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê. Bilî wan gelek gotar û raporên wî yên bi tayîbetî ser pirsên Kurdzaniyê û ser Kurdzanan, ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtiya Sovyîtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Awropayê û Herêma Kurdistanê ya Fêdêral da bi Kurdî, Ermenî, Rûsî û Almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê Eşo beşdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye.
 
Weke rojnamevan-redaktor Wezîrê Eşo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir da deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê da hatine weşandin, di malperên kurdî da hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana Kurdên Sovyêtistanê ya çandî. Em îdî derheqa wan komêntar, şirove û nivîsên wî da nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê usa jî ermenî û rûsî, hatine weşandin.
 
Wezîrê Eşo bi sedan sêmînarên ser dîroka Kurdistanê, bi tayîbetî tevgera azadîxweziya Kurd, ser wêje û çanda Kurdî, ser Kurdzanînê li Ermenistanê û piştra li welatên Ewropayê, nemaze Bêlcîka û li Herêma Kurdistanê, bi cî anîne.
 
Pirtûkên çend nivîskar û zaniyarên Kurd, di nava wê jimarê da yên fêrên ziman û lîtêratûra Kurdî bi rêdaktorî, bi serrastkirina Wezîrê Eşo hatine weşandin.
 
Wezîrê Eşo warê wergervaniyê da jî xizmeta pêşxistina wêjeya Kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên Ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana Kurdî û qehremanên Kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd. Bi wergera wî her wisa jî Kurteromana nivîskarê Rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê « Têmûr û Koma wî » beşa pirtûka fêran ya « Zimanê Kurdî » ya kirêstomatîk da ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirinê.
 
Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya Kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê da ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) da yên ser bingeha berhemên nivîskarên Kurd û Ermenî çêkirî. Du şanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên « Tîgran û Mehmûd » û « Koçekê Derewîn » hatine amadekirinê (çêkirinê). Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê « Remo, Şemo, Temo û lawik » çend salan ser sehna (dika) Têatiroya Elegezê ya Kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandanê.
 
Niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapêne û ji bona weşandinê tên amadekirinê : « Wêjeya Kurdî li Ermenîstanê », « Stranbêjê Kurd yê mezin Şivan Perwer », « Dîrokzanê Kurd yê bi nav û deng Şekroyê Mihoyî », « Doxtirê Kurd yê lêgêndî Şîraliyê Eşo», « Kurteroman », «Hûnera Kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeyîdkirina berhemên wê li Ermenîstanê », «Çapkirina pirtûkên Kurdî û ser Kurdan li Yekîtiya Sovyêtiyê » û yên dinê.
 
Wezîrê Eşo niha bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dike ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958a.
 
«Pirtûka Kurdi û Pirtûken li Ser Kurdan li Ermenistane» xelaz buye û jı bo weşandınêd amade dıbe. Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin.
 
Wek nivîskar û wergêr Wezîrê Eşo yekemîn ronakbîrê Kurde li Ermenîstanê û dervayî sînorên wê, ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Şemo (Şamilov) bûye. Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîf, bi heyacan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê.
 
Piştî hatina li Ewropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam kir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê lê piştra buye endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî. Ew her wisa jî hatiye hilbijartinê weke serokê şerefê yê rêxistina Kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.
 
Jiyana Wezirê Eşo, wek we bı devê Apê Wezir xwe xwend, Apê Wezir, heya roja mırına xwe ji dest kar û xebatên xwe yên ronakbiri û Kurdewari berneda. Ew wek herdem, roja 9ê Çileya Paşî sala 2015a disa çu Buroa Kurdi cem torına Cemil Paşa Perwin Xanımaê. Dema ku êvarê vegerya mala xwe, Wezîrê Eşo kete komaê û pışti 14e roja, 23ê Çileya Paşî sala 2015’da koça xwe lı nav me barkır û çu lı ser dılovaniya xwe.
 
Rasti 81 sal jı bo Apê Wezir jiyaneke kın bu, bes jiyana wi herdem dewlemend, Kurdewar û serbılınd bu. Gerek hemu Kurd û Kurdistani, rêxıstın û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezir birnekın û Wezirê Eşo wek Wezirê Kurd bışinın lı ser dılovaniya wi.
 
Roni Alasor,
Bruksel, 
23.01.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark