Deham Ebdulfettah
c-Paşkok (paşpirtik): Gotina "paşkok"navlêkirina Prof . Qenatê Kurdo ye . Lê Qenat ronî nekiriye , ka çima ev kurtebêje (im ,î ,e ,in) paşkok in (eger gotibe jî min bixwe nedîtiye) .Bi dîtina min jî , ev (im ,î ,e ,in) paşkokên nav û cînavan in . Ev paşkokdi raweya rast û resen (bê verês/ tewang) de , li pey nav û cînavan bikar tên û weku alavên girêdanê , ser û pêgirên hevokan bi hev girêdidin , wateyên wan sergihayî (temam) dikin . Wek : -Dostê te ezim -Tu dostê min î -Azad dostê me ye -Em dostîn hev in Ev paşkok li pey karan jî bikar tên , lê herî bi nav û cînavan ve girêdayî ne , çi ew nav û cînav di hevokan de kara (kirde) bin , wek : -Ez diçim xwendingeh . -Tu jî li malê dimînî Yan jî berkar bin , wek : -Min hûn dîtin -We ez dîtim Ji van nimûne û mînakên derbasbûyî tevan tê zanîn ku ev pirtik (im ,î ,e ,in) ne cînav in , ne karê "bûn"ê di dema nuha de ne jî . Bi baweriya min ew paşkokên nav û cînavên raweya rast (bê tewang) in . Anku , peyrewên wan ên pabendî (lazimî) ne . Ew nav û cînav li kû bikar bên ev paşkok jî li pey wan bikar tên . Li dawiya danasîna van paşkokan pirseke giring raberî me radiweste : -Eger ev (im ,î ,e ,in) paşkokên nav û cînavan bin , vêca karê "bûn"di dema nuha de li kû dimîne ?! Em dizanin ku "bûn"di demên borî , paşeroj û raweya fermanî de diyar û berçav e , wek : -Ez dostê we bûm (borî) -Ez ê dostê we bim (paşeroj) -Dost be , bin (fermanî) Lê di dema nuha de têgeha karê "bûn"bi paşkoka (im) tê rojevê , wek : -Nuha jî dostê we ez im Pirs xwe dûbare dike : Eger ev (im) ne "bûn"be , gelo ev pêjina karê "bûn"di dema nuha de , ji kû , yan ji çi hatiye ?! Pirseke rast û rewa ye . Lê sê rastiyên bersivdanê , beranberî pirsê li dar in : 1- Ev (im) ne kar . "bûn"ê ye . 2- Tîpek tenê jî , ji binesaziya karê "bûn"di hevokê de nîne . 3- Pêjina "bûn"a dema nuha ji hevokê tê Çawa "bûn"nîne û di heman dem de pêjina wî heye ?! Ma ev dibe ?! Ji xwe ev e kêşeya vê "bûn"a rêzder . Bi egera vê kêşeya aloz jî nûrînên zimanzanan , derbarî danasîna wê , ne yeksan in ! Em dizanin ku hevoka navdarî di zimanên Hindo-Ewropî de nîne , lê derbirîneke navdarî heye , wek (ka birayê te ?) Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên Hindo-Ewropî ye . Vêca ku ev (im ,î ,e ,in) paşkokên nav û cînavan bin (bêyî ku girêdaneke wan bi jêdereke bûyerî ve hebe) , divê em mukir bên ku hevoka navdarî di zimanê me de heye û ev hevok (ez şagirt im) hevokeke navdarî ye . Ev jî arîşeyeke dîtir e ,vederî hevoksaziya zimanên Hindo-Ewropî ye . Bi baweriya min , hemû hevokên zimanê kurdî kardarî (lêkerî) ne , Kêşeya hevokên van paşkokan jî bi van mînakên jêrîn ronî dibe : 1-Ez ji te bawer dikim = {ez ji te bawer (…) im } =ez ji te bawer im 2-Tu bi min bawer dibî = {tu bi min bawer (…)î } = tu bi mi bawer î 3-Ew cihê baweriya min digire = {ew cihê baweriya min (…) e } = ew cihê baweriya min e Di van her sê mînakan de paşkokên (im ,î ,e) bi karên dema nuha (dik… , dib… , digir…) vehatine xebitandin , lê ew peyrewên cînavên (ez , tu , ew) û pêgirên wan in . Dema ku ew her sê kar hatin avêtin , paşkok li şûna wan man û pêjina dem û bûyerên wan bi xwe ve girtin . Loma em dibêjin , pêjina bûyereke nepen di dema nuha de ji hevokên van paşkokan tê . Bi vê egerê jî , pirraniya şarezayên zimên guman dikin ku ev paşkok karê"bûn"ê di dema nuha de ne . Di zimanê Farisî de karê "bûden"beranberî karê "bûn"di dema borî de bikar tê: Kurdî Farisî - Ez şagirt bûm - Men şagird bûdem - Tu şagirt bûyî - To şagird bûdî - ew şagirt bû - Ûşagird bûd şûna "bûden"karê "hesten"bikar tê : Kurdî Farisî - Ez şagirt – im - Men şagird hest- em - Tu şagirt -î - To şagird hest-î - Ew şagirt- e - Û şagird hest … Carinan jî karê "hesten" bi egera sivikbûnê tê avêtin û hevok bi vî şêweyî tê xebitandin : - Men şagird (… .) em = men şagird – em - To şagird (…) î = to şagird - … Di zimanê Kurdî de jî , ez bawer dikim ku karê "bûn"di dema nuha de , li dirêjahiya demê , hatiye avêtin û paşkokên nav û cînavan (weku şûnmayên "bûn"a avêtî) li pey pêvebir (pêxistî) man e : - Ez şagirt (dib-im) = ez şagirt … im - Tu şagirt (dib - î) = tu şagirt …î - Ew şagirt (dib-e) = ew şagirt … e - Em şagirt (dib-in) = em şagirt …in - Hûn şagirt (dib-in) = hûn şagirt …in - Ew şagirt (dib -in) = ew şagirt …in em dizanin ku her zimanek taybetmendiyên wî hene û zimanê Kurdî li yê Farisî jî nayê pîvan . Lê di vê xala rêzimanî de her dû ziman nêzî hev dibin , digel ku di Farisî de hevoka karê girêdanê (hesten) , hevokeke navdêrî ye , lê hevoka kurdî (ez şagirt im) , hevokeke kardarî (lêkerî) ye . (Bi egera karê avêtî , ku ew jî "bûn"e) . Di zimanê me de karê "hebûn"lêkdayî ye , ji binyata karê "heyîn", ku (he) ye û "bûn"a rêzder pêk hatiye . De ka em binêrin , çawa ev karê lêkdayî bikar t . : - Dema borî : Hespekî min hebş - Dema nuha : Hespekî min he…ye = heye Diyar e ku di dema nuha de "bûn"ji "hebûn"a lêkdayî jî tê avêtin ,wekî ku "bûn"a xwerû ji hevoka (ez şagirt . . .im) hatiye avêtin ! hebûna van paşkokan (im ,î ,e , in) sê erkên watedarî pêk tînin : 1- Heyîn û kiryariya wan nav û cînavên ku bi wan ve girêdayî tekez dikin : -Ez hatim -Azad mamoste ye Dema ku cînav bi egera sivikbûnê tê avêtin , paşkok hebûna wî tekez dike : - Tu çi karî dikî ? - … mamoste me ! 2- Jimara nav û cînavên ku bi wan ve girêdayî Destnîşan dikin : - Ev mirov mêvan e (yek mirov) - Ev mirov mêvan in (gelek mirov ) 3- Gava karê "bûn"di dema nuha de tê avêtin jî paşkok pêjina dema nuha û bûyeran destnîşan dikin : a- Em karmend bûn ( bûyera karmendiyê di dema borî de) b- Hîn jî em karmend in ( bûyera karmendiyê di dema nuha de) c- Em ê karmend bin . (bûyera karmendiyê di dema paşê) Paşgira "andin"vederî pîvanê gihiştiye hin karan
Digel ku kar û xebateke pêdivî ji zimanê Kurdî re nebûye jî , ev ziman bi rêzik û destûrên rast û rewa , li gora rêpîvanên durist gihiştiye me , bêjesazî û derbirînên awarte tê de kêm in . Ev jî yek ji girovên [1] resenî û jîndariya zimanê me ye ku heta nuha jî xwe bi wê reseniyê parastiye . Yek ji wan bêjesaziyên rêzder (awarte) diyardeya wan karên ku paşgira "andin"bi şêweyekî gelêrî gihiştiye wan û bi wî şêweyî jî bikar tên . Em dizanin ku kar di zimanê Kurdî de , ji hêla hêzê ve , dû beş in : -Karên derhingêv (têper) . -Karên nederhingêv (têneper) . 1- Karên derhingêv ew kar in ên ku bûyerên wan dihingivin berkarên rasteder (rastewxo) . Anku , hevokên karên derhingêv bêyî berkarên rasteder sergihayî (temam) nabin , wek karên : (Xwarin , xwendin , girtin , kuştin , birin , bihîstin , dan , berdan , dirûn , parastin , givaştin…) Mînak : - Şagirtan sêv xwarin - Zînê pirtûk xwend - Em ê zimanê xwe biparêzin - …… . Di van mînakan de karên "xwarin , xwend , biparêzin"derhingêv in . Ev kar hingivîne berkarên xwe yên rasteder "sêv , pirtûk , ziman". Wateyên van hevokan bêyî berkarên rasteder sergihayî nabin -Şagirtan (…) xwar ( çi xwarin ?) -Zînê (…) xwend (çi xwend ?) -Em ê (…) biparêzin (çi biparêzin ?) Lê eger berkarên rasteder ji pêvajoya hevokan bên nasîn , hingê durist e ku em berkaran binav nekin . Wek : - Xwezî te jî ev pirtûk bixwenda ! - Min xwendiye . Anku , min (ev pirtûk) xwendiye . 2- Karên nederhingêv jî ew kar in , ên ku hevokên wan bêyî berkarên rasteder sergihayî dibin . Anku , ev kar berkarên rasteder naxwazin , wek (çûn , hatin , bûn , rabûn , ketin , daketin , revîn , bezîn , kenîn … . .) . - Ez çûm gulistanê - Azad ji dibistanê hat - Çima Zîn dikene ? - …… Di zimanê Kurdî de karên nederhingêv bi dû şêwazan dibin derhingêv : a- Bûyerên hinek karên nederhingêv (ne hemû) bi karinî derhingêv pêk tên . Wek : Nederhingêv Derhingêv - Man Hîştin - Ketin Xistin - Daketin Daxistin - Bûn Kirin - Rabûn Rakirin - Hatin Anîn (înan) - Çûn Birin , şandin - …… . b- Bi alîkariya paşgira "andin". Ev paşgir digihêje binyata dema nuha , ya karên nederhingêv û wan karan dike karinî derhingêv . Wek : Nederhingêv Binyat Derhingêv - Mirin mir… mirandin - Kenîn ken… kenandin - Bezîn bez… bezandin - Livîn liv… livandin - Gerîn ger… gerandin - Hejîn [2] hej… hejandin Ji van mînakan tê zanîn ku erk û cihê paşgira "andin"ew e ku digihêje dawiya binyata (regê) karên nederhingêv û wan dike derhingêv . Nimûne : Nederhingêv Derhingêv - Mirîşk mir Fatê mirîşk mirand - Zîn kenî (keniya) Min Zîn kenand - Dijmin bezî Şervên dijmin bezandin - Ew reviya Te ew revand Lê ku kar bixwe derhingêv be , anku , bêyî "andin"ê derhingêv be , wek (xwarin , dan… .) . -Karkeran sêv xwarin -Zînê pirtûk daye min hingê pêdivî bi "andin"ê nîne , Anku , paşgira "andin"nagihêje wan karên derhingêv . Li ber ronahiya van mînakan em ê li ser karê "nivîsandin", wek nimûne , rawestin : - Karê "nivîsandin"karekî dariştî ye , ji binyata karê "nivîsîn"ku "nivîs"e û paşgira "andin"pêk hatiye "nivîs +andin = nivîsandin ) . - "Nivîsîn"karekî xwerû (sade) ye , derhingêv e , bêyî paşgira "andin"berkarê rasteder distîne : - Min gotar nivîsiye - Ez gotarê dinivîsim Vêca ku "nivîsîn"bixwe derhingêv be , ka erk û rola "andin"ê çi ye ? Ma hebûn û nebûna vê paşgirê (ji hêla hêzê ve) ne wekî hevin ?! Bêguman , çi pêşgir , an paşgira ku li karekî zêde dibe wateyeke dîtir dide wî karî : Wek : - Dar li ber bê hejiya (hejî) - Çivîk rahejiya - Min dar hejand Diyar e ku wateyên karên (hejiya , rahejiya û hejand) ji hev cuda ne . Li vê gorê raweya karê "nivîsandin"ji vê pîvanê der e . Çiku paşgira "andin"çi guherîn nedaye karê "nivîsîn". Ev jî dide zanîn ku paşgira "andin"bi şaşiyeke gelêrî gihiştiye karê derhingêv "nivîsîn"û bi wê şaşiyê jî belav bûye . Hinek karên dîtir jî li raweya "nivîsandin"hatine pîvan û li hin herêmên welêt (ne li tevan) tên xebitandin , wek "kolandin , hêrandin , stirandin , pêçandin , gurandin , dêrandin… .". Di van karên dariştî de jî paşgira "andin"bi şêweyekî rêzder (awarte) gihiştiye binyata wan karên derhingêv , bêyî ku guherînekê bigihîne wateyên wan . Çiku ew kar , beriya ku "andin"bigihêje wan derhingêv in û li pirraniya herêmên Kurdistanê bi van raweyên xwerû bikar tên : -Kolan : Gundiyan çalek kola -Hêran : Zîn nîskan dihêre -Stiran : Temo (Siyamend û Xecê) stira -Pêçan : Fatê cilên xwe pêçan -Guran : Şivên berxek gura -Dêran : Cotyaran bêderên xwe dêran Li encama vê ronîkirinê em dikarin bibêjin : Paşgira "andin"nagihêje karên derhingêv û ev raweyên van karan "nivîsandin , kolandin , hêrandin , stirandin , pêçandin , gurandin , dêrandin…"ne li gora rêzik û rêpîvanên zimanê Kurdî tên xebitandin . Ev kar bêyî paşgira "andin"jî derhingêv in , gerek bi van raweyên xwe yên xwerû (sade) bên xebitandin : "nivîsîn , kolan , hêran , stiran , pêçan , guran , dêran… ."û bikar bên , anku bêyî paşgira "andin" . Derbarî vê kêşeyê Dr . Nesrîn Fexrî dibêje [3]: Wateya karê "nivîsîn"û yê "nivîsandin"ji hev cuda ne . Paşgira "andin"wateya (pê da kirin) anku (pê da nivîsîn) bi ser karê "nivîsîn"ve berdide . Bi vê têgehê ku em bibêjin : (Memo name nivîsîye) tê wateya ku (Memo bixwe name nivîsiye) . Lê ku em bibêjin : (Memo name nivîsandiye) , tê wê wateya ku (hinekan name bi Memo nivîsîye) . Bi dîtina min ev nêrîn ne cîgirtî ye . Anku , çi ciyawazî di navbera gotina (min name nivîsiye) û (min name nivîsandiye) nîn e . Ji ber ku di her dû hevokan de jî min bi xwe (ne bi devê tu kesî) name nivîsiye . Bi baweriya min , paşgira "andin"bi şêweyekî gelêrî gihiştiye wan karên derhingêv bêyî ku çi wateyê bi ser wan ve berde , yan jî çi sûdeke rewanbêjî bigihîne wan . [2] - Jêderên van karan bi dû şêweyan tên xebitandin : (kenîn- keniyan, bezîn- beziyan, livîn- liviyan, gerîn- geriyan, hejîn – hejiyan… ) [3] - Dr . Nesrîn Fexrî : Govarî Zanyarî Kurd. Bergî sêyem- Beşî yekem. Bexda (1975). Rû(228) . - Ez şagirt – im - Men şagird hest- em- Tu şagirt -î - To şagird hest-î - Ew şagirt- e - Û şagird hest … Carinan jî karê "hesten" bi egera sivikbûnê tê avêtin û hevok bi vî şêweyî tê xebitandin : - Men şagird (… .) em = men şagird – em - To şagird (…) î = to şagird - …
|