Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Careke din Roja Ala Kurdistan helbestn ku li ser hatine gotin:

 


Konê Re

Ev beekî din î kurt e ji semînera min di roja Ala Kurdistanê de. Ev be taybete bi helbestên pêî yên ku di pesnê wê de hatine nivîsandin û belavkirin: 

1 – Mîr Celadet Bedirxan, sala 1932an: Alê Kurdan di nav rok Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengê teÇi delal û çi xwekokXêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor..


2 – Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sala 1932an: 
Ronahîya dil û çav 
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav 
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer..
3 – Apo Osman Sebrî, sala 1936an: 
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn Kesk û zer
Him xweî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ez ê te hildim
Tu yî xemla banê min..
4 – Seydayê Cegwerxwîn, sala 1941ê: 
Ala sê rengî tu
Bi nav û dengî tu
Nian û cengî tu..
Îro, me tu kiriye himbêz
Rojek wê bê, te bikin rêz
Di eywana, li ser bana
Rojên adî tu xemil û xêz
Kesik û sor û zerî
Ey xortên kurdan
Silavê lê bikin...
5 – Seydayê Tahayê Mayî, sala 1943an:
Kesk û sora roj li nave
Sipiye befra li welat
Rojeka pir zîv belave
Wextekê zêrên helat..
Ala min her dem li jore
ox dibin pê ser çiya
Em dixwazin bo te îro
Tu bijî bo vê nijad...
6 – Seydayê Ehmed Namî, sala 1943an:
Pêkevin em serfirazin miletê kurdî 
Yan mirin dê bibînin, yan jîna kurdî
Bi xwendin û xwendegehan, bi Al û leker
Dê bijîn paê dikarin rêçê bibin ser...
      Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û êx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî û... hwd li ser giriya bin, eger pêewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîtiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî Kurd û Kurdistan.
Konê Re, Qamilo. 19.12.2014 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevah Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark