Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sefer mirîdê disoz û kurdperwer

 


M.Emîn Sadûn

Di van rojan de bîreweriya salvegera yekimîn ya koçbarkirina hevalê têkoþer Sefer Sofî  careke dî kul û kovan di dilên xembar de nû kirin, pêre jî tayê ristika derd û xeman di dilê dost û hevalan de qetand û deriyê birînên kelgirtî li piþtê vekir.
Raste, mirov tev de li pêþberî mirinê wek hevin û bê cudahî rêwengî ne li ser wê rêyê. lê çûna hin mirovan wek pelek ziwa ji darekî biweþe, deng pê nakeve û kes jî pê nahese. Lê çûna hin mirovên dîtir wek çiyayek biheje, xum xum û nalnal pê dikeve, dilê heval û hogiran dilerizîne û wan xemgîn û melûl dike.


bi çûna sefer re dil û canê hezaran keç û xortên kurdan êþand û bi taybetî dilê hevalên wî di Partiya wî de, ew partiya ku Sefer di nav rêzên wê de bi dilgermî (33) sî û sê salan xebateke gur û gerim bê rawestan borand.
Sefer di binemaleke kurdperwer de, li ber singa dayîkeke dilovan firþik bibû û li ser destê bavekî dilsoz jî fêrî elfabêya jiyana mirovatîyê   hatibû, ji ber wê jî  gelek rêz û rawazên nirx û nazik di kesatiya wî de hatibûn çandin û Ji ber ciwaniya wan rêz û rawazan di hiþ û mejiyê wî de cihekî xwe yê bilind di dilê dost û hevalên xwe de digirt. Sefer mirovekî dilsoz û xebatkar bû, cansivik,rastbêj,kurdperwer, xizmetkar û peyîvxweþ bû, xemxwar û dilpakê kurdîniyê bû. her wextî di meydana kar û xebatê de kurtkirî bû û di rêzên pêþî de bû, ji xizmet û xebatê bênteng û dilsar ne dibû, sitêra wî geþ bû û rûyê wî herdemî bi ken û kêfxweþ bû. ew xuya dibû di her nerazîbûn û xwepêþandanan de, her wiha di berhevkirin û serastkirina bizav û çalakiyan de. gotina no, na, nakim, nikarim, xwe bide alî di ferhenga Sefer de cih nedigirtin û bi taybetî dema ku ew kar di xizmeta Partiya wî û kêþa gelê kurd de ba. Ji ber kar û xebata wî ya dilgerim Sefer ji aliyê piçûk û mezina ve li bajarê Dêrikê û gundewarên wê dihate naskirin û li rex wan cihê siyanet û rêzgirtinê bû. Sefer bi þaþika xwe ya sor navdar bû û gelek caran heval û hogirên wî ew bi mirîd û sofiyê Barzanî  binav dikirin û ew jî gelekî bi vê navlêkirinê serbilind û kêfxweþ dibû, ji ber bawermendê rêbaza Barzaniyê nemir bû û bawerîk wî bê sînor bi wê rêbazaê dihat, û kar û xebata xwe li ser wê rêbazê diþopand. Çûna mirovekî mîna Sefer xemxwar û xembarê kurdewariyê di vê dema hestyar de ne tenê zererek bû ji malbata wî re, lê belê ziyaneke mezin bû ji heval û hogirên wî re û nexasim ji Partiya wî re, ku îro ji her wextî bêhtir ewê Partiyê pêwîstî bi mêranî, wefadarî, merdî û pisporîya wî di warê leþkerî de hebû. Lê mixabin mirina devbixwîn destê wî girt û ew ji refên hevalan dûr kir.
 Serfer berî salekî di rûdaneke tirafîkê a diltevzîn de li bakûrê kurdistanê canê xwe jidest da û termê wî hat veguhestin ber bi Rojavayî kurdistanê ve  û li cihê jidayîkbûna wî li gundê BaneQesrê ser bi  Bajarê Dêrika Hemko ve, di merasîmeke mezin de li goristana gund hate veþartin.
Mirovên mîna Sefer namirin û dimînin sax û zindî di hiþ û dîroka xebata miletê xwe de û dibin çira û mînakên geþ ji xebatkar û têkoþeran re di pêvajoya xebata netewî de.
Bi vê helkefta diltevzîn sersaxî ji malbat û hevalên wî re be, û hezar silav li canê wî yê pak û paqij be û cihê wî buhiþta dêrîn be.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark