Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Agirê Sînema Amûdê û Mela Ehmedê Namî

 


Roj 13.11.1960î, roja bîranîna 54 saliya serpêhatiya Agirê Sînema Amûdê ye, roja þehîdbûna 280 xortên ciwan , xwendevanên dibistana Xezalî û Mutenebî li bajarê Amûdê.
Mela Ehmedê Namî dibêje: Tiþtê ko di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavên xwe dîtine û yên din ji rastgoyên bawerpê bihîstine. Namî bi pênûsa xwe hiþtiye ko bûyera þehîdbûna rifdek ji xwendevanên Kurd yên di nava kûrangeha agirê sînemê de can dabûn, di nava rûpelên dîroka Kurd û Kurdistanê zindî bimîne.
Min jî xwest di vê bîranînê de rûpelkî ji pirtûka Agirê Sînema Amûdê ya bi navê Civîna Roja Pêþî, pêþkêþî xwendevanên birêz bikim û bi Namî re bibêjim: Ez vê pirtûkê pêþkêþî xwîþk û birayên xwe yên xwendevan û xoþewîst û xîretþinas dikim û sersaxî û dilxweþiyê ji gelê Amûdê re dixwazim.
       Samî Ehmed Namî
Stockholm.2014.11.13


         Civîna roja Pêþî
Civîna roja pêþî li bustanî, civîna bîrhatina derd û xeman e, bîrhatina pêtên agir e.
Ez pir bawer im ko ew civîn wê gelek zehmet û dijwar be, çiko roja pêþî ye herkes wê bi dilgîrî û çavên bi giryan, dê û bav, xwîþk û bira, dotmam û pismam, pîr û ciwan û cegersoz wê li bustanî, li mezargehê bicivin; cîgayê bîrhatina þewata 280 xortên ciwan.
Nemaza dema ew ademîzad li hember mînak herin û bên.
Naçar wî çaxî, deryayê derd û xeman wê bête coþ û fewranê û herkes bi gazî û fîxan, bi qîrîn û hawar, mest û sergerdan be…
Bê hejmar peyalên rondik û fermîskên sor wê li axa bustan û mezargehê bêne reþandin, hingî bê his û deng wê di nava malikên gul û çîçekan re li hev bigerin, bi desmalên xwe hêsirên çavan paqij û ziwa bikin.
Ji nû ve yeka yeka, dido dido, sisê sisê wê li ber masên kevirî rûnin. Maze, wê ji mêlak û can û cegerên sotî be.
Di wê civînê de, civîna ko herkes tê de beþdar bûye, Namîyê jar û birîndar wê peyalek ji fermîskên xwe yên sor ji gelê civîna pêþî re pêþkêþ bike.
Wê bibêje û bibilîne:
Xwîþk û birayan
Peyalek va ji fermîskê min î sor ey birader
Bigir Xalo didim te vê ji abê Hewedê Kewser
Belê paþê bide yek yek heval û hogirên xwe
Qedeh zêrav e neqþê Çîn û Maçîn e ji mermer
Ji çeþmê xwe dibarînim hero sed tavî baran
Wekî dînê li çolan þev li min bû ba û bager
Felek zalim dilê xemgîn nedî þadî bi carek
Heta peykê kul û derdan ji bo min bûye rêber (*)
Dîsa jî ev ne cara pêþî ye ji bêbextiya sitemkariya felekê di derheqê vî miletê xemgîn de!.
Piþtî vê civîna xemgîn û bi giryan û þîn, di wê roja ko gulistana mezargehê bi hêstir û rohnikên qîz û bûkan û hûr û periyan bête avdan û xunafek hûr wê bigre riwê pelên gul û jîle û sosinan.
Bêgoman ew civîn wê 5 deqîqe sernixwîn bimîne sekinî, þîn li ser xortên ciwan…Þîn…Þîn…Þîn…
Dîsa Namîyê dilgîr dibêje:
Ey xwîþk û birayên dilgîr, gelê Amûdê.
Ji Yezdanê gewre û mezin hêvîdar im ev ziyan ziyana we ya dawî be û li dûv vê ziyanê, xweþî û þadî rêber û hemneþînê we bin û her tim serfiraz û bextiyar bin.
Hûn yên mayî sax bin
Yên çûyî sipartî dilovanî û mehrevaniya Yezdanê pak bin.
(*) Dîwana Daxwazname, ji helbesta Namî, Kul û Gazin, rûpel 36.
Çavkanî: Pirtûka Agirê Sînema Amûdê, Mela Ehmedê Namî, rûpel 78-79.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark