Mizgîn Heko
Kobanî paytexta jîn e
Kobanî warê evîn e
Daya hêsran dibarîn e
Kobanî rûbarê xwîn e
Kobanî bînahiya kurda
Çavên welatî yê merde
Nakokî tev kul û derde
Þevên tarî hat bi ser de
Taxa Sîdan û Megtelê
Hestê kurdan yê dikelê
Li cîhanê deng û basse
Þervaniyê cerg û dilê
Warê gula Miþtenûr e
Evîna me jê re sûr e
Baran barî hûre hûr e
Birîna me çendîn kûr e
Bo hawara þar û baxê
Qamiþlo û kuredaxê
Siwar hatin diþon daxê
Bi xwînê pak dikin axê
Arîn bûka Kurdistanê
Xêlvanî tên ji cîhanê
Keçên raza vê jiyanê
Kulîlk vebûn zivistanê
Xortên kurdan tev azad in
Keçên me bi çek û dad in
Can bexþîn in can xelat in
Nevyê Newroz agirdad in.