Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Zeyneb xanim Osman Paşa Bedirxan û Pêwendiyên bi malbata Alsulih li Libnanê

 


Konê Reş   Zeyneb xanim Bedirxan kî ye? 
  Ew keça Osman Paşa Bedirxan e û kebaniya Ahmad Muxtar Alsulih e. Osman Paşa Bedirxan yek ji kurên mîr Bedirxan yên mezin bû. Di sala 1878an de di gel birayê xwe Husên Kinan Paşa bi tevgerek serxwebûnê li herêma Botan rabûne û bajarê Cizîra Botan kirine bin destê xwe de.. Sebaretî pêwendiyên di navbera malbata Mîrê Cizîra Botan û malbata Alsulih a navdar de li Libnanê ji zewaca Ahmad Muxtar Alsulih û Zeyneb Osman Paşa Bedirxan dest pê dike.


  Wek ku diyar e, malbata Alsulih ji gewirtirîn û dêrîntirîn malbatên Sinî yen di Libnan û Beyrûtê ne û ev malbat ji kevin de xwedî rêzgirtin bû li cem sultanê Osmaniyan li Stenbolê. Vêca dema ku Ahmad Muxtar Alsulih, xortê vê malbatê çûye Stenbolê da ku di dibistana herbiyê bixwîne, çav bi ceneral Osman Paşa Bedirxan ketiye û ew mamosteyê wî yê wê dibistanê bû. Bi demê re Muxtar Alsulih bûye ji dilbijokên Osman Paşa, kêfa Osman Paşa jî jêre hatiye.. Rojekî Ahmad Muxtar Alsulih ji şêwirdarên xwe xwestiye ku keçek Osman Paşa Bedirxan ji xwe re bixwazin..
 Di xwestinê de Osman Paşa Bedirxan erêniya xwe diyar dike lê doza belgeyên reseniya malbata Alsulih ji wan dixwaze..
  Piştî çend heyvan, Ahmad Muxtar Alsulih belgeyên reseniya malbata xwe jêre ji Beyrûtê anîn û pêşkêş wî kirin. Û wiha ew û Zeyneb xanim bi hev re zewicî ne. Çend salekî li Stenbolê bi hev re mane. Di wê navê re ceneral Osman Paşa yê ku mamosteyê dibistana leşkerî bû li Stenbolê, zavayê xwe Ahmad Muxtar rê dike Almanyayê bo xwendina bilind di leşkeriyê de.. Vê paşiyê  A. Muxtar Alsulih di gel kebaniya xwe Zeyneb xanim li bajarê xwe Beyrûtê vedigere û jiyana xwe a dawî lê derbas dike. Du keç bi navê; Nezîhe û Fikriye û kurek bi navê Safî ji wan re çêdibin. Zeyneb xanim di roja 25ê nîsana 1947an li Beyrûtê koça dawî dike, li ser daxwaza wê a berî mirinê, wê di eynî kumbeda ku mamê wê mîr Xalid Bedirxan di bin de hatibû veşartin, wê vedişêrin. (Mîr Xalid Bedirxan sala 1914an, di rojên cenga cîhanî a yekemîn de li Beyrûtê hatibû kuştin û di goristana Başûra de hatibû veşartin).
  Zeyneb xanim Bedirxan, jinek bi hêl û mêl bû, xwedî gotin û biryar bû, cihê rêzgirtinê û qedir bû di nav malbata Alsulih de û gotina wê ne dibû dudo.. Ta pileyekê ku hinan ji malbata Alsulih pesnê wê di bîranînên xwe de dane..
  Dema ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûtê bû, keçmama wî Zeyneb û malbata Alsulih bi tevayî xweş pişt bûn jêre û her wiha ji rêhevalê wî Dr. Nûreddîn Zaza re. Paş mirina wê, keça wê Nezîhe xanim bû xweş hêlîn ji Dr. Kamîran û hevalên wî re, bi taybet Dr. Nûrddîn Zaza..
  Hêjaye gotinê ku bi xêra wê zewacê û pêwendiyên Bedirxaniyan bi Malbata Alsulih re, gelek ji kurdên Beyrûtê bûn xwedî nasnameya Libnanî, nexasim dema ku Samî Beg Alsulih serokwezîrê komara Libnanê bû di navbera salên 1943 û 1958an de.
   Erê wek ku me got Zeyneb xanim jinek dîplomat û jêhatî bû û malbata Alsulih şanazî û îftîxar bi bîr û baweriyên wê dikirin..
Erê, di rêka zewaca Zeyneb xanim Bedirxan bi Ahmed Muxtar Alsulih re pêwendiyên Bedirxaniyan û malbata Alsulih hatin ava kirin.
Qamislo, 30.09.2014
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark