Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Qamiþlo..!

 



Konê Reþ
 
Qamiþlo..! 
Tu ketiye dilê me de û jê dernakev e!
Te hêlîna xwe di peravê bîranînên me de çêkiriye û têde razaya ye..!


Tu ew bajar e; Yê  ku me hezê kiriye;
Sînga wî, ji kul û xem, kêf û þahiya me re vekiriye û firehe..
Bajarê ku em di tax û cadeyên wî de mezin û belav bûne..
Bav û kalên me di destpêka çerxê bîstan de;
Bi hêla destên xwe bingehê wî danîne,
Govend û dîlan li hawîrdora wî gerandine..
Erê Qamiþlo!
Tu bajarekî awarte ye.
Awarteye bi her tiþtên xwe:
Bi desthilata rêjîmê û xelkên xwe..
Bi aqilmend û dînên xwe..
Bi rind, xerab û Bekoyên xwe..
Bi bilindbûna çiyayê Bagokê û
Çiyayê Omeriyan ji bakur ve û
Firehbûna Beriya Mêrdînê û
Deþta Xelef Axa ji baþûr ve..
Bi havînên gerim û zivistanên sar..
Ji kaniyên te, yên ker,
Em fêrî bêdengbûnê bûne..
Ji taxên te (Hilêliyê, Enteriyê..),
Em fêrî hawar û berxwedanê bûne..
Û em xwîna xwe ya gerim,
gorî xaka te ya pîroz dikin..
 
Konê Reþ, 16,09.2014
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark