Qado Žêrîn
Pižtî daxwiyaniyên fermanderê Pêžmergeyan li çiyayê Žingalê Qasim Žežo.
Em bang li aqilmend û rîsipiyên Ezîdiyan dikin, daku ji xwe
yan jî ji hemû pêkhatiyên gelê kurd ên bêlayane, komîteke serbixwe û azad
damezirînin, daku ew komît li Žingal û Žêxan lêkolîn bike, û encama lêkolîn û
rastiyan bileztirîn wext ji gelê kurd re ragihîne.
Gelê kurd ji derew û helwest û daxwiyanî û kiryarên žaž xemsar
û bê hêvî bûye.
Qasim Žežo ji dezgehên ragihandinê re ragihandibû(Basnews-wek
nimûne) ku divê ji bo rizgarkirina Žingalê žervanên Pyd û Pkk li vir nemînin.
Pižtî ku Hêzên Pêžmerge û Kurdên Êzdî rê ji bo rizgarkirina derbiderên
çiyayê Žingalê vekirin, hêzeke Pkk û Pyd li wir bicîh bûn û tevgereke ciwanan
pêkanîn.
Her wiha Qasim Žežo ji BasNewsê re got: ‘’Çekdarên Pyd bi zorê ciwanên
Kurdên Êzdî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî hewl dan ku rêya rizgarkirin û
gehandina alîkariyê bo derbiderên ser çiyayê Žingalê bigrin.’‘
Žežo da zanîn ku žervanên Pyd ala xwe li ser perestgeha Žerfedîn bilind kirine
û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Žervanên Pyd gelek pirsgirêkan ji me re derdixin,
loma em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Žingal û derbideran, herwiha vegerandina
rewža ewlekariyê ya deverê žervanên Pyd û Pkk li çiyayê Žingal û navçeyê
nemînin.
Di wexta ku em dixwazin gelê kurd li hember hemû êrîžên dijminan yek be,
daku karibe xwe biparêze, emê dozê li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li
xwe û me derkevin, û helwest û gotara xwe ne tenê li hember dijminan, belê li
hember hemû kiryarên žaž ên navxweyî bilind bikin û bêdeng nemînin.
Di eynî wextê de, eger Ezîdî, bi taybetî yên li derveyî welêt(cemawer,
rewženbîr, siyasetvan, dezgeh û komele, zikêž, žêx û rîsipî...), banga me
pêkneynin û lêkolîn nekin, wê gelê kurd fam bike ku hemû daxwiyaniyên Qasim Žežo rast in, û bi dilê gelê me yê
Ezîdî dibe, êdî bila gazinan ji Pêžmergeyan nekin û nebêjin hûn tižtekî ji me
re nakin.
Em bangê li Ezîdiyan dikin, ji ber bêtir xwediyên meselê ne, û bêlayane
ne. Û ji mafê gelê kurd e rastiyê bizanibe.
Serkeftin para we be...
02/09/2014