Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mamoste Salah Saadellah Zavayê Mîr Celadet Bedirxan Bû

 


Konê Reþ    

  Piþtî ku mîr Bedirxan di sala 1847 an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê miþextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û þêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih li Libnanê, malbata Rehmî Hekarî û malbata Saadellah ji Zaxo.. Belê di baweriya min de çendî zavayên Bedirxaniyan hebin û têvel bin, kes ji wan nagihêje bejin û bala kurê Zaxoka Botan Salah Saadellah. Ne di ware mirovahiyê de, ne di wê ilm û zanînê de û ne di warê Kurdewariyê de. Ez dikarim wî bi navê Mirê zavayên Bedirxaniyan bi nav bikim.


  Gelo mamoste Salah Saadellah kî bû? Ew nivîskar, torevan, wergêr, zimanzan û rewþenbîrekî kurd bû. Rehmetî di sala 1930 î de li Zaxo hatibû ser rûyê dinyayê, xwendina xwe li Kurdistanê, Îraqê û Birîtanya xwendibû, pirrê jiyana xwe a karê endîzyariyê li Bexda derbas kiribû. Di ber karê xwe yê fermî re bi ziman, ferheng, wêje û wergêra ji zimanê kurdî bo îngilîzî û erebî û ji îngilîzî bo kurdî û erebî mijûl dibû û wiha gelek pirtûkên wî yên hêja di vî warî de hatine çap kirin wek: Dîplomat ku ji îngîlîzî wergerandiye Kurdî, û pirtûka Kurdistan Divided Nation of the Midlle East, ku ji berê 50 salî ve bi îngîlîzî nivîsandibû û çap kiribû, bi naznavê (S S. Gavan), hem jî ev pirtûk hatiye wergerandin Erebî û paþê jî zimanê Rûsî. Ferhenga Salaheddîn bi kurdî û îngilîzî ye. Hem jî ji xebatên wî yên herî balkêþ wergerandina Mem û Zîn ê ye ku ji kurdî kiriye îngilîzî û di sala 2008an de hatiye çap kirin û wiha bi dehan pirtûkên wî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî Hene.. Buhiþtî di roja18/10/2007 an de, ango berî salekê ji niha ve li paytexta Kurdistana azad, Hewlêr çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser daxwaza wî, ew li bajarê wî Zaxo di nav xizm û karên wî de veþartine. 
 Belê kebaniya wî emîre Sînemxan Bedirxan e, keça mîr Celadet Alî Bedirxan e, neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye.. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad wek bavê xwe endezyar e û niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN ku naznavê bavê li wan kiriye li Hewlêrê hene. 
 Wêne: Ez û rehmetî Salah Saadellah, di festîvala Bedirxaniyan de li Hewlêrê sala 2006an.     
 Qamiþlo, 30.08.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark