Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: leşkeriya neçarî pilan e!

 


Qado şêrîn 

   Eger mirov li dîroka welatan vegere, mirov dê bibîne ku leşkeriya neçarî tenê sîstemên gelemperî û ne demuqrat bi kar anîne, yan jî di wextinan de ku dewlet hewcedarî berevaniya giştî bûne, daku rêjîmê yan sistem û kesatiyên sîstemê bên parastin. Belkû jî ji bo şer û cengên vala, daku rêjîma totalîtar û ne demuqrat temenê xwe dirêj bike û bê parastin. 
Ew sîstem baş dizanin ku ne bi zorê be kesek ji bo wê xwe nade kuştin,  nade pêş û berevaniyê jî di ber de nake.


Her wiha partiyên gelemperî yên ku mîna sîstemên gelemperî û diktator difikirin, dikarin leşkeriya neçarî tenê li ser mirîd û endamên xwe ferz bikin, ji ber tu yasa tune, tu rê jêre tune ku xelkê bikşînin leşkeriya neçarî û wan bikşînin şer û cengên vala yên ku tenê xizmeta pilanên wê dike.
  Ji bo leşker û leşkeriya neçarî akadîmiyên leşkerî gerek in, perwerde û aborî û samanî gerek in, xakek e azad û hikûmeteke hilbijartî û gelek tiştên din gerek in. 
  Em bên ser Rojavayê Kurdistanê(R.K). li R.K dewlet û yasa tune ku xelkê ji bo leşkerkirina neçarî birêxistin bike. Rêjîma Beşar a diktator heye, û sîstema Pyd a yekalî heye. Pyd ji bo pirojeyên xwe yên yekalî sîstemek damezirandiye û navê kantonan lê kiriye, ew sîstem ne bi dilê tevaya gelê kurd e, ne bi hilbijartin û demuqratî hatiye damezirandin, êdî ew sîstem nûnertiya xelkê nake, daxwazên xelkê yên jiyana rojane pêk nayne, bêtir xizmeta pirojeyên Pyd yên taybet dike. Di dîroka şoreşan de jî wiha nebûye, wexta partî bi şoreşan rabûne jî leşkeriya neçarî ferz nekirine, çimkî yên baweriyê bi fikra şoreşê tînin pê radibin, neku hemû kes tev li şoreşê dibin, wê wextê dikare gelek pirsgirêk derkevin. 
  Pyd tenê dikare li ser sofîk, mirîd û endamên xwe leşkeriya neçarî ferz bike, ew ne dewlete taku li ser gel an tevaya xelkê ferz bike, texmîn heye ku ew dê xelkê bajo ser kuştinê ji bo pirojeyên xwe yên taybet, mîna komkujiya Til Hemîs.
  Biryara Pyd yekalî û ne rewa ye, çimkî R.K dagîrkirî ye, ne azad e, ne dewlet e, êdî eşkere ye ku yek ji pilanên rêjîmê ye, ew biryar tenê xizmeta rêjîm û pilanên pyd yên taybet dike.
  Eger em kurdewarî bifikirin, mirov dikare wiha bêje: eger kurd yek bana, gotar û biryara wan a siyasî yek baya, wê xelk bêtir bi dû baweriyên xwe de biçûna û bibûna leşker, wê bidana ser şopa dilê xwe, şopa hestê neteweyî, belkû jimara leşkeran jî bêtir biba.
  Pyd bi xwe re neraste, dibêje Ometa Demuqrat, xweseriya demuqrat û leşkerîkirinê li ser xelkê ferz dike, bila bang li xelkê bike, heçê bixwaze bila biçe û bibe leşker, neku xelkê mecbûr bike bike.
  Beşek mezin ji gelê kurd li R.K ne bi wê biryarê re ye, êdî metirsiyeke mezin li ser gelê kurd heye, ku xort û ciwan terka xaka xwe bikin, daku tev li pilanên pyd ên yekalî nebin, û ku hat û wiha bû dê herêm ji kurdan vala bibe, jixwe rêjîm jî wê dixwaze, û tirsa min ji wê tirsê ye ku li ser daxwaza rêjîmê ew pilan hatibe danîn.
 18/07/2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark