Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Daiž pilaneke siyasī ye!

 


  Qado Žêrîn

Bi texmîna min, êrîža li ser Žingalê ji aliyê Daiž ve siyasî bû, ne ku li dijî oleke cuda bû, ma xelkên êla Žihêtat a Dêra Zorê ne ahlê xwedê bûn, mane misulman bûn. Aniha vîdyo belav bûne bê çilo Daiž nijadên wê êlê serjêdike, jixwe nûçe û dezgehên ragihandinê jî ev yek pižtrast kir û belav kirin ku 700 nefer ji eynî êlê hatine serjêkirin û kužtin.!


Êrîža Daižê Siyasî bû ji ber derfetên ragihandina dewleta Kurdistanê temam bibûn, û ji bo pirojeya ragihandina serxwebûna Kurdistanê bê rawestandin û têkbirin, rêjîmên herêmê, wek ku tê fam kirin, bi erê ya Mailkî, rêjîma Bežar û Îranê Daiž bi kar anîn, û nokerên wan ên kurd jî texsîr nekirin, wexta bi kîn û bê lêkolîn êrîžên kor birin ser Pêžmerge û Kurdistanê.
Êrîžên korane yên ji aliyê hin kurdan ve li ser Pêžmergeyan bi gižtî, ku bêhna rexneya baž jê nayê, bêtir tije ezezî û kîn in, bêtir xizmeta siyaseta Daiž dikin. Rexneya ji bo avakirin û bažkirinê cudaye ji ya wêrankirin û piçûkkirinê. Jixwe ku 100-200 an 10 000 Pêžmergeyan xiyanet kiribin, nayê wê wateyê ku hemû Pêžmerge û bi tenê yên Pdk xayînin, eger wiha be kurdekî ne xayîn tune.
Daiž dezgeheke hovane ye, bi rêya terorê xaka xwe berfireh dike, li ser pižta feqîr û fuqran, çimkî dewletên herêmê ta aniha li dijî Daiž gavên erênî neavêtine, û li dij hovîtî û komkujiyên wê tižtek nekirine, tenê kurd ên bê dewlet žerê wê dikin.
Daiž ji koka xwe de pilaneke siyasî ye, li pileya pêžîn rêjîma Bežar sûd jê wergirt, çimkî Daižê dikarîbû ta asteke bilind žoreža gelêrî ya Sûriyeyê lawaz kir, eger têk nebiribe. Jixwe tê gotin ku bi alîkariya rêjîma Bežar Daiž mezin û bihêz bûye, ta aniha rêjîma Bežar bi tang û topên xwe lê nedaye, li gel ku ji raya gižtî ya cîhanî re diyar dike ku qažo žerê terorê dike, lê rojane bermîlên mirinê bi ser avahiyên tije zarok de berdide.
Çi wexta žoreža Sûrî raweste, wê rêjîma Bežar ji nû ve Daiž tune yan lawaz an jî wê žerê wê bike, daku ji kontrola wê dernekeve û ji raya gižtî re diyar bike ku li dijî terorê ye.
Li dawiya dawî, wê xwedanê heq û xêrê zora xwedanê žer û tariyê bibe, û wê gelê me yê xwedan heq bi serkeftinan ža bibe, û Daiž û dijmin û kurdên noker têk biçin.
www.qadoserin.com
17/08/2014

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark