Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Werim, em Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan ji nêzîk ve nas dikin

 


Konê Reþ

Emîre Sînemxan Bedirxan kî ye? Ew neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Þamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî zarok û neviyê xwe di sirgûniyê de winda kiriye. Tevî ku mîr Bedirxan bi hisreta axa Cizîra Botan bû, lê siltanê Osmaniyan rê nedidayê ku vegere Botan, ne ew û ne zarokên wî..


 Belê Sinamxan Neviya kurê mîr Bedirxan, Emîn Alî paþa ye, yê ku di sala 1851 an de li Stenbolê çêbûye û di sala 1926an de, li welatê Misrê, bajarê Qahîre miriye. Bavê Sînemxan, mîr Celadet Alî Bedirxan e, yê ku di sala 1893an, di sirgûniyê de, li Stenbolê, çêbûye û sala 1951ê li Þamê miriye.. Diya wê, Rewþen xanim Bedirxan e, a ku di sala 1909an de li Qeyserî çêbûye û di sala 1992 an de li Sûriye, bajarê Banyasê miriye. Rewþen xanim, yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.
  Emîre Sînemxan Celadet Bedirxan, di roja 21ê adara 1938 an de li Þamê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22 meha tebaxa 1959 an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan mala wan li Bexdayê, hem jî li Kerkûkê maye. Li Bexdayê, di bingeha Neteweyên Yekbûyî de Ýnternationall Schoolê mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, û li Kerkûkê beþdrî di avakirina hevgirtina jinên kurdistanê de kiriye, niha malnîþin e (teqawit e).  Bi çend zimanên biyanî dizane wek: Erebî, Îngîlîzî, Fransizî, Almanî û Tirkî, lê zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad wek bavê xwe endezyar e, niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN li Hewlêrê hene . Dilnaz, li Parîsê dimîne. ji berî çend salan ve mala wê ji Bexdayê hatiye Hewlêrê, û niha ew li Hewlêrê, taxa Eynkawa dimîne.

 Konê Reþ, Qamiþlo, 22.08.2014 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark