Konê Rež
Werin em pêlekê li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim pižtî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî ku deranî; bi kužtin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Û wiha ta roja îro tožî 74 fermanên enfalkirinê bûne, ku a 03.08.2014an a dawî ye. Vêca her ku fermanek dijî wan rabûye, ji neçarî, ji ber mirin û xweparastinê, di berriya Mêrdînê re, berê xwe dane Çiyayê Žingalê, hêlîna azadî û serxwebûnê, keleha xwîniya… Û wiha gelek ji wan ežîr, bavik û berên Êzîdiyan xwe gîhandin çiyayê Žingalê, yên nikarîbûn li berriya Mêrdînê, di nav ežîrên Kurdên misilman de mane û xwe parastine..
(Lo lo Derwêžo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. božekî deva bê.. konekî režî erebî, ser bîst û çar stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranžarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e`hdek ji rebê xwe re daye; Pižtî Derwêžê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê...)
Di baweriya min de, roja îro parastin û guhdana bi bi çiyayê Žingalê û geliyê Laliž, parastin û guhdana Kurdistanê ye. Danhev û komkirina qewlên pîroz, pêžxistin û dewilmendbûna zimanê Kurdî ye.. Eger her olek xwe bi pirtûkek pîroz pesin dide, bêguman qewlên pîroz di ola êzîdiyan de xwe pesin didin..
Konê Rež, Qamižlo, 08.08.2014