Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Werin em Ekrem Beg Cemīl Paža bibīr bīnin

 


Konê Rež

 Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm efendî û Cemîl Paža, ji tevan bêtir malbata Cemîl Paža nav û deng di nav kurdan de daye û navê bajarê Diyarbekirê, bedena diyarbekirê bi navê wan ve hatiye girêdan û naskirin. Hem jî, ev malbat, di warê xebata kurdparêziyê de hatiye naskirin, nemaze bi van mirovên xwe yên xebatkar û kurdperwer wek: Omer Cemîl Paža, Qedrî Cemîl Paža, Ekrem Cemîl Paža, Wecdî Cemîl Pa‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏ža û hin neferên malbata Cemîl Paža yên din.


Ekrem Beg Cemîl Paža: Ew di sala 1895an de li Amedê (Diyarbekirê) çêbûye, di sala 1975an de li Žamê koça dawî kiriye. Di destpêka çerxê 20ande bi birayê xwe re li Lozan dixwend. Di destpêka žerê cîhanî de vegerya Stenbolê û tevî tevgerên kurdan bû. Û pir kar di komeleyên kurdan de kiriye.
   Di sala 1919an de, bi Mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan re, di gel mêcer Newêl yê Ingilîzî re li kurdistana bakur geryane, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin, berî ku peymana Sîverê bê mohrkirin di na bera hevalbenda û dewleta Osmanî de ..
   Di sala 1925 an de, têkiliyên Ekrem beg bi Žoreža Žêx Seîdê Pîran re hebû, bi hilwežandina žorežê re, Ekrem beg li Stenbolê hate girtin û navî wî hate xwendin bi darvekirinê.. lê bi hêza zêran hate berdan..
Wêne: Ekremê Cemîl Paža bi cil û bergên Kurmancî.

Konê Rež, Qamižlo, 31.07.2014


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark