Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê li bajarê Sandviken ê Swêdê

 


  Di rojên navbera çarde heta þazdê tebaxa îsal de14-16.08.2014, wê li bajarê Sandviken ê Swêdê, mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê lidarkeve. Bajarê Sandvikenê heman bajar e ku kongireya damezrêner a HRRK Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê, berî deh salan, lê çêbû. 
Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên HRRKe li bajarên welatên Ewrupayê destpêkiribû, ku di adara derbasbûyî de li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê çêbibû û bi beþdariya çil helbestvan, hunermend û nivîskaran, bi awayekî serkeftî û bi þopandineke germ û gurr encam dabû.


Herweha komîta çalakiyan a HRRKe wê di lidarxistina van çalakiyên bi vî rengî de, li bajarên Ewrupayê û li gorî derfetan, dewam bike. 
Nexasim ku ev çalakiyên weha ji du hêlan ve giring in. Ji hêlekê ve roleke mezin di geþkirina tevgera çand û hunera kurdî û belavbûna wê de, dilîze. Ji hêla din ve jî, derfetan li ber hemû kedkarên çand û hunera kurdî vedike, da ku hevdu bibînin û têkiliyên xwe yên berhemdarî bi hev re xurt bikin. Em bi dilekî germ bang li hemû Kurd û sûriyên ku li derûdora bajarê Sandvikenê dijîn, ku beþdarî karûbarên mîhrecanê bibin. Mîhrecan wê di demjimêr pêncê êvarê de, bi nîþandana tabloyên þêwekarên kurd, li salona hunerê ya bajêr, dest pê bike. Herweha di her du rojên pazde û þazde yên tebaxê de wê gelek semînerên wêjeyî û siyasî, þevbuhêrkên helbestê, çîrokê û þanoyan bêne pêþkêþkirin. di nav re jî wê roj bi stiran û muzîkê bêne xemilandin. 
Vexwendin vekirî û ji bo her kesî ye. 

Berdevkê Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê 
Helîm Yûsiv 
29.07.2014
......................................................................... 
Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê Sandviken - Swêd 
14-16. 08. 2014 
Adress: Sandvikens Kulturcentrum 
Köpmangatan 3 
811 80 Sandviken, Sverige 
hevgirtin@rojava.net

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark