Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Beyana Hevbendź di 116 saliya rojnamegeriya kurdī de

 


Her salê di 22ê nîsanê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev helkeftin bûye bihaneya xwe derbirîna çandeyî li nik wan.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînînin bîra xwe û li ser rewž û egera wê radiwestin,  bê çawa hêja Medhet Alî Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û her wiha li ser rewža ragihandinê li cem kurdên rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dipelînin.


Di vê roja pîroz de jî, pêžveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û çawa ji Ronahî û Hawar a Dr. Kamîran û Celadet Bedirxan destpêkiriye, ta bi kovara Gulîstan a seydayê Cegerxwîn, û bi alî serdema 80ê û 90î ji sedsala borî de, ku komek ji kovar û rojnameyan, çi bi kurdî, çi bi erebî derçûne, mîna; Dengê Kurd, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs, Stêr, Bihar, Mewasim, Ajjras,….td.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye žûna wan, û malperên kurdî rola rojnamegeriyê girtine ser xwe, û bûne dengê kurdan, ji wan malperan: Gemya kurdan, Welatê me, Keskesor, YekîtîMedya, Tîrêj, Avesta kurd, Skykurd, Sobaro…td. Rojnameya Nûdemê rawestiya. Kepez û Xewn û hin din hîna jî li ser kaxezan berdewam in.
Ligel vê rewžê,  rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna ”Pênûsa Nû” a Hevbendê, ku bi herdû bežên xwe, ya erebî û ya kurdî, belavdibe.
Li vir em ji bîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyar e, çimkî ziman û toreya kurdî diparêze, û pêžxistinekê ramyarî di nav civatê de peyda dike.
Ev roja pîroz derbas dibe û hîn jî žoreža azadiyê û rûmetê di Sûriyê de li dar û berdewame, ev e pižtî ku zêdî sê salan ji berxwedana dijî kužtina rojane û xwe parastinê didome. Di vê žorežê de gelek ji mirovên Sûriyê çi kurd, çi ereb, ji nivîskar û rojnamevan hatine kužtin, yek ji wan endamê Hevbendê žehîd Miž’el Temo bû , her wiha žehîd Îsa Hiso û gelek çalakvan û siyasetvanên din . Û herwiha ta roja îro jî , gelek di zindanên rêjîmê de girtîne, mîna nivîskar Hisên Îso.
Di vê žorežê de, hevbenda me (Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûrî) roleke pir girîng dilîze, ev jî ji helwest û gotar û beždarbûna endamên wê di žorežê de diyar e, çi di riya nivîsandina gotaran û beždariya di ragehandinê de, û çi di amadekirina nûçeyan de, bo herêma kurdî û bo hemî Sûriyayê.
Li dawiya vê gotinê, hêviyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di žoreža Sûriyê de bilîzin, da ku em bighên azadiya xwe û mafê xweyî netewî qezenc bikin, nemaze di nav gelê me de, bêtir ji wan tê xwestin ku hestê neteweyî û biratiyê gež bikin, yekîtiya kurdan li dûrî berjewendiyên kesane û partayetî biparêzin, û xwedî gotareke zelal û di asta žorežê de bin.
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Azadî bo girtiyên peyva azad
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
22.04.2014

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark