Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 28 çepkegul li ser gorna nemir M.M.Berzanî bin

 


Dr.Ebdilmecît Þêxo

Di sereta de ez jî mîna her Kurdekî bi bûneya bîranîna 28 saliya þehîdbûna serokê nemir M.Mistefa Berznî serê xwe li ber gorna wî bi xemgînî, bi serbilindî û bi þehnazî ditewînim.


Weke diyar e, di dîrokê de gelek miletên cîhanê nasnamên xwe yên netewî bi kesayetî û qehremanên xwe yên navdar tên nasîn,herweha jî gelê me jî di sedsala bîstan de li seranserî cîhanê  bi navê serokê nemir, têkoþerê gewre M.M.Berzanî hatiye naskirin.
Serok Berzanî dîrok e, serok Berzanî þoreþ e, serok Berzanî raman e, helbest e, çêrok e, serok Berzanî çemek mezin di nav pirêzeyên hestên niþtimanî yên gelê Kurdistan de ye, serok Berzanî ziman gelê Kurd û hemû netewên din li Kurdstanê û kawayê sedsala bîstan e.
Lewra jî nivisîn û axivtin li ser vî lehengî nemir di kurtebîranîne de gelek dijwar e, lê ez dixwzim di vê bîranîna pîroz de çend gotinên  Prof.Qenatê Kurd û xanima wî dermafê nemir Berzanî de hûnim zimên.
 Gava ez li Lênîngrada berê di salên 1978-1988 an de xwendekar bûm, Nemir Q. Kurdo ji min re got; gava ez li Lênîngradê xwendekar bûm, mamostên min ji min dipirsîn, tu çi milet î ?, min gote wan, ez Kurd im, ewan li min vedigerandin û digotine min, yanê tu Berzanî yî. Yekser ji þabûnên mezin re, stêr bi çavên min diketin, dilê min di sîngê min de mîna çûkan sema dikir, min digote xanima xwe yaRus Nadêjda, binêre ! Binêre! Çawa miletê me bi navê vî þêrî hatiya bihîstin !   Çawa vî dilêrî navê me, navê gelê Kurd xistiye dîrokê, vêca çawa ezê xwe niha serbilind nebînim !!
Dîsan Q.Kurd gote min; gava nemir Berzanî hate Mosko, ez û xanima xwe çûn cem wî, em bûne mîvanên wî, me gelek axftin kir, ewî rewþa hevalên xwe û ya xwe li Sovyetistanê ji me re got; me li çavên wî temeþe dikir, me wêneya Kurdistanê, me çem û þaxên Kurdistanê tê de didîtin, hîn me wa hîngê bawer dikir ku serokekî me , qehremanekî me weha mezin hebe, divê em qet ne xemxwar bin, dê gelê me rojekê azad be. Dîsan nemir Qenatê Kurd gote min, min xwast hinekî henekan bikim, û min yekser ji cênêralê mezin pirsî, tu zanî goraniyan bêjî? Ew keniya, û gote min, na ! Min dîsa ji wî pirsî li tu zanî semayê bikî ? Dîsan  nemir Berzanî nermik keniya, û gote min,,na ! Lê min ji wî re got; dêmek tu ne kurd î. Dîsan Berzanî bi giyaneke zor sivik keniya û heneka min bi xûn sivikî pejrand, Qenat hîn got; min hemû riweþtên rêbertiyê û mezinahiyê di serok Berzanî de dîtin.û hêviyên min bi rizgariya gelê Kurd  gelek xurt bûn.
Dîroka me ya nûjen diçespîne, ku serokê nemir bi lehengî û bi pîdarî li hember dijminên xwe têkoþîn dikir û ramanên wî ne tenê li Kurdistana Îraqê nirxbuha bûn, lê ronahiya rêbaza wî ya netewî li seranserî Kurdistanê ta niha cihê rêzdariyê ye. Lewra jî
ew dibe sîmbola tevgera azadîxwaza her çar beþên Kurdistanê.
Bi vê bûneya mêjoyî, ez silavên welatparêzî ji  pêþmergê serok, rêzdar Mesud Berzanî, û ji hemû kurdistaniyên dilsoz re diþînim û dibêjim hemûyan , hûn hemî dilþad û serfiraz bin û bi rizgariya Kurdistanê bextewar bin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark