Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nūēe: Serok Barzanī bi Serkirdayetiya partīya Demuqrata Kuridstanź – Sūrya re civiya

 


 duh çaržemê li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêžwaziya Si`ud Mela Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyê PDKS û Endamên Serkirdayetiya wê partiyê kir û li gel wan civiya.  
Li gor malpera fermîya serokatrîya Herêma Kurdistanê, di destpêka kombûnê da Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriye ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û bi kurtî ji encamên kongreya yekîtiya siyasî û dirustbûna Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye û erk û raspardeyên vê kongreyê xisterû û Serok Barzanî ji serkeftina kongreyê agahdar kir. 


Her di evê kombûnê da endamên serkirdayetiya PDKS bi vê helkeftê pîrozbahiyên xwe pêžkêžî gelê Kurd û Serok Barzanî kirin û ji bo Serok Barzanî û gelê Kurd soz dan li xizmeta rêbaza Kurdayetî û berjewendiyên neteweyiyên gelê xwe dabin. Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye spasiya Serok Barzanî kirin ku palpižtê xužk û birayên Kurd li Sûriye bûye û palpižtiya Serok Barzanî ji bo berev pêžvebirina doza rewaya gelê Kurd li Sûriye bi sedemeke bi hêz zanîn.
 
Li beranber da Serok Barzanî ji bo serketina kongreyê û encamên kongreyê pîrozbahiyên xwe pêžkêžî gelê Kurd û žanda mîhvan kir û hêvî xwest ku li erk û karên xwe de serkeftî bin. Serok Barzanî li gotarek de balkižande li ser wê yekê ku bîr û baweriya Kurdayetiyê me li dewra hevdû komkiriye û ji bilî wê balkižand li ser xebata gelê Kurd li Sûriye ku em her çi bikin nikarin qerzê gelê Kurd li Sûriye bidîn ji ber ku li rojên teng da yarmetiya žorež û xebata tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dane û ew dilsozî û xemxuriya wan cihê žanaziyê ye.
 
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de daxwaz li Sekreter û Endamên Serkirdayetiya nû ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye kir vê serkeftinê û encamên kongreyê biparêzin û birayane û kurdperwerane li gel hevdû da bin û erkê we yê serekî ewe bê ku nehêlin vê derfeta li Kurdistana Sûriye ji bo gelê Kurd hatiye holê bi vala biçê. 
 
Serok Barzanî amadehiya tevahiya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo palpižtîkirina Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye ragihand û balkižand li ser wê yekê ku ji bo muamelekirina li gel rewža siyasiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li nav xwe da her biryarek bidin palpižtiyê li we dikin. Serokê Herêma Kurdistanê li dawiya axaftina xwe de pažaroja gelê Kurdistanê bi gež û pir bi hêvî wesif kir û wê yekê xisterû ku guhertinên navçeyê û cîhanê li berjewendiya gelê Kurdistanê ye û pêwîste em hemû sûd ji van derfetan werbigrîn ku ji bo gelê me hatiye holê.
-------------
peyamner

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark