Herwekî çawe jin di civaka kurdî de û di hemî aliyên jiyanê de mil bi milê mêran re ji bo berdewamiya jiyanê, serbest û bê pirsgirêk xebitiye, di xebata ramyarî de jî careke dî nemerdî nekiriye, xebata jinê di rex ya mêrî re rojane bû ye.
Dema ku tevgera kurdî li başûrê piçûk hebûna xwe di nav gelê xwe de aşkera kir û rêxistin damezrandin, jinê jî bê rawestan mil bi milê mêran re barê ser milê xwe bi serfirazî hildigirt. Di gelek baran de karê ku jin pê radi bû mêr nedikarî pê rabe û eger jinê ew kar nekiriba karê mêran jî radiwesta. Herûher keç, dayik û jinan rê li ber xebata mêran xweşdikirin û mûma di şevên tarî de ji xwe û ji wan re pêdixistin.… Di mal de endamên bazdayî diveşartin û bi pariyê xweş ew xwedî dikirin. Xeleka pêgihandin bû li navbera gund û bajaran, name û belavokên partiyê di bin cilên xwe de girêdidan, an jî di bin zimanê xwe de diveşartin û ji cihekî bo yekî dî diguheztin.
Gelek caran li ber dergehê bendîgehan di nav bablîsoka dijûn û qirêja ji devê polîsan dirja, xwe dişêland û xwe digihande ber tora hesinî ya girtîgehê.
Jina xebatgêr di nav boriyên hestiyan de nameyên partî digihande destê girtiyan.
Xebata me ya wê serdemê di nav jinan de, tenê hişyarkirin bû, xwenaskirin, weke milletek, xwedî welat... Me malin ji xwe re heldibijartin û em derbasî malê dibûn û tenê me hestê welatperwerî di xwîna wan de diçand; me bi wan dida nasî ku em Kurdin, welatê me Kurdistan e, xebata me jî ji bo rizgarkirin gelê Kurd ji bindestiyê ye, da bigehe mafên xwe û jiyaneke rast weke mirovan bijî.
Bi rastî di wê qûnaxê de, bihtiriya gelê kurd nexwendevan bû, tiştek ji dîroka gelê xwe nedizanî, nemaze jin bicarekê ageh li siyasetê nebû. Vêce ew keç an jî ew jina ku dimaleke nexwendevan de, li ber çirayeke ji duhnê roşenbîrî î ziwa, mezin dibûn, karîna wan nebû ku ew gêsinê xwe di nav erda zanîn û bîrûbaweriyan de kûr bikin..Lê bi rastî em çend kesên ku li xwendina zimanê kurdî serbest bû bûn û helbestên Cegerxwîn dixwendin, gelek pêzanîn ji wan helbestan wergirti bûn; weke, şûreşên kurdî, zilm û zora dardestên Kurdistanê li ser gelê kurd. Û bi hoya ku tim endamên bazdayî li van malên welatperwer hebûn û civat herdemî li ser ramyariyê bû, li ser Kurd û Kurdistanê bû, jinê jî guhdarî civatên mêran dikir, xwe tevlî ra û takbîran dikir; hino-hino riya xwe rehnî kir û bi pêş ve diçû, xebateke ji dil û can dikir. Jin amadebû canê xwe di vê riyê de bide.
Li bajarê Qamişlo gelek jinên canfida û xebatgêr hebûn ku pêşengiya jinan dikirin. Ji wan jinan: Fatima şernexî, Fedîla şûzî, Siltana Neyo, Sînem(kebaniya Hecî Emerê Zero), Sitiya şûzî, Gulsin, Wezîra pilîko, Bedîeya Meletahir.. Bêgoman jinên xebatker ne ev tenê bûn, lê evên ha ji ên jîr û xwedî helwesteke cangorî bûn, tevgera wan bêrawestan bû; di berayîka karwanê tevgera kurdî de, şengesiwarên jêhatî ên bê mînak bûn.
Fatma şernexî navekî birûmet û stêreke geş bû li asmanê Qamilşo, weke hemî wan hevalbendên xwe cangoriya rêça azadîxwaz bû. Fatim xebatgêreke di ser pesnê re bû, dilê wê fereh bû, weke asmanê xebata gelê Kurd. Xebata wê serdemê ji dil bû, şîraniya wê hêşte ji hingivê şana welatparêzî bû, nexweşiya şelîpanê di kuwarên mêşa hingivî de belav nebû bû. Karkerên civakê bê ezêtî û bê berjewendiya kesayetî dixebitîn.
Ez dikarim bêjim ku ji her çar parçên Kurdistanê di bergeşa Fatma şernexî de ji nanê germî tenûra wê a dilovanî xwarine. Fatim herdemê di xizmeta mêvanên bazdayê yên partiyê de, amade bû, di kuncikên dilê xwe ê fereh de, di nav kanîkên çavên xwe de ew diveşartin.
7. 2. 2014