Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Na.... Na

 


Xelîl Kalo

Na ji rêbaza hizir û ramana paşketinê re …eger em hizira xwe bi vî awayî ku em niha  kar û barê jiyanê û bizava siyasî û rewşenbîrî dikin ..bere em baş zanibin paşeroja me wê ne baştir be ji pêşeroja me û jiyana me şahid û nîşana wê ramanê ye . Ev cûreyên hizir û ramanê ku bûne bela serê me di seranserî dîrokê de heta roja îro , bê  em hewilbidin xwe ji vê çanda nizim û bê nişa rizgarbikin .


Berevajî heta  roja îro bijartiyên kurd xwe rihet dibînin di nava vê çandê de, ta ku karibin deshilatiya xwe ser  gelê xwe berdewmbikin bê ku hest û hestiyarên wî li ser êş û azarê gel rawestin bi şêweyekî mukum û berpirsyar  .

Heta roja îro aqilê me  bûye sedema hemû belayên ku têne serê me. Me  heta roja îro nikariye xwe ji kevnê xweyî paşvero rizgarbikin û di hemen demê de em şêweyê hizir û ramana  xwe bi guherin û nûtir bikin ,anku bi gotineke dîtir em hîna weke bav û kalan difikirin di pirsên çarenûsîde û bi teybet di dozên netewîde li ser astên berjewendiyên gelê kurd yên bilind .tim tim astê hizir û ramana me biçûk maye û hatiye girêdan bi piranî bi berjewendiyên kesayetî û partîtî ve.

Pirsa herî mezin ku xwe di serê mirovan de di afirîne .gelo çi cawazî û cudabûna hizir di alîyên rêbaza  dan û sitandinê de di navbera me û bavan de heye .bo rêvebiriya kar barên navxweyî û biteybet di rêvebirina civakê de ser hemo astan .siyasî .çandî û civakî di domana tevgera rizgariya netewî de .mixabin hîna em bi xwe weke wan bi wî terzê kevin û eşîrtiya nûjen difikirin anku bi  wê ezeziya partîtî  .ku heta roja îro me ti sûd û berjewendî jê ne wergirtiye.

Vaye em niha di çerxên 21 an dene ,ku gelê kurd hîna di dawiya lista gelan deye dije ..mixabin ku miletekî wusa û pir hijmar û resen û kevna re ku ji mêjûyê ve  ser xaka xwe dije ,maye bê dewlet û bê siyanet . erê carcaran nîrên babetî dibin sedema paşketina gelan ,lê neyê wê wateyê ku ew nîr bibe sedema mana wî bê nasname û bindest di berdewmiya hezar  salên dawî de   . eger mirov wan sedema nasbike ,wê di serî rêbaza hizir û nifşên ramanê wê xwe bidine pêş û serekene . li vir gereke em bibêjin ..na.. na.. ji wê çand û hizir û ramanê re .dema ti sûdê me têde nîne ..

20 .2.2014 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.54
Bi Tevahî Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark