Konê Reþ
Berî çend rojan 5 saliya koçkirina helbestvanê kurd Yûsiv Berazî bû. Yûsiv Berazî yê ku naznavê wî BÊBIHAR e, ew xwediyê strana (Hebis û Zindan) e a ku rehmet Mihemed Þêxo dibêje.
Yûsiv Berazî (Bêbihar), di sala 1931ê de li gundekî ji gundên navçeya Babê çêbibû. Ji sala 1956an ve bibû yek ji akinciyên bajarê Serê Kaniyê a Binxetê.
Ew ji kesên bêþî bû ku di nav endamên Alpartî de xebatek kurdewarî dikir û ji bo vê yekê gelek caran hatibû zindankirin..
Wi di zindanê de ev helbesta xwe (Hebis û Zindan) a ku rehmetî Mihemed Þêxo dibêje hunandibû..
Hem jî hunermend Mihemed Þêxo ev helbetên wî kirine stran:
1- Hebis û zindan
2- Di xwede
3- Rabe ji xewê
4- Çibikim bi can
5- Koçê me barkir
6- Di zindanê dinalim ez
7- Ez bûm ferar
8- Welat
9- Derdan çi ez dil jarkirim
10- Þêrîn tu cirana minî
11- Rabe pismam
12- Eman ez bûm warê xeman
13- Þeva tarî
14- Ez jî bi cî bim
15- Yarê þehkir porê siyah
16- Perwîn keça nû gihiþtî
17- Eman Dilo
Emerê Lalê , Keleþ , Bêbihar
Helbestvan Yûsiv Berazî an Bêbihar ne tenê helbestvan bû, belê wî helbestên xwe jî bi awaz dikirin..
Ji dîwanên wî yên çapkiri:
- Zindan, 1988
- Bang, 1997
- Raperîn, 2002
- Serxwebûn, 2006
- Pêþketin, 2007
Ew di roja 16/01/2009an de anku berî 5 salan li Serê Kaniyê koça dawî kiriye û li goristana wê hatiye veþartin.
Wêne: Sê helbestvanên kurd yên kilasîk ji Rojava; Omerê Lalê: (2011 – 1935), Seydayê Keleþ: (1930 – 2007), û Yûsiv Berazî.
Yezdanê mehreban wan bi dilovaniya xwe þad bike.
Qamiþlo, 20/01/2014