Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ji komîteya amadekar a kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê çend xalên pêwist.

 


Berî çend rojan, komikek; ji komikên rewþenbîriya kurdên Rojava yên sedsala bîst û yekê, daxuyaniyek belav kirin û dîsa dest bi vekirina pirtûka xapandin û rûpelên derewên mezin kirin. Daxuyaniyek e lawaz, têkçûyî, bêbingeh, tijî telaqreþî, sextebazî, tijî bêbextiya ku bi tenê mirovên sûtal û bênirx dikarin wan li qelem bidin.
Ji serê daxuyaniyê hetanî bi dawiya wê, þaþitî, agahiyên çewt û hewldanên rûreþkirina rastiya ronak. Hewldanên berbijêr ve ajotina peyvê û bêwatekirina wateya wendayî ya rewþenbîriya rewþenkuj.



Li bin sîwaneya duruþme û siloganên çirûk û vala û bi mebesta rêlibergirtina pêkanîna kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê, xwestin ku rewþa siyasî ya îroyîn ya li Sûryeyê û li Rojava wek alavekê bikarbînin û bi þêweyên qirêj û gemarane jî, (Komîteya Amadekar) wek dijberê (Þoreþa Sûryeyê) û xwe jî –xwedêgiravî, piþtgir û çalakvan û welatparêzên herî dilsojane yên vê qonaxa hestyar, pêþkêþ dikin.
Ji bo vê yekê, em, wek Komîteya amadekar, van xalên jêrîn ronîdikin û em dixwazin bi vê ronîkirinê rastiya ronak bibêjin:
1.    Di daxuyaniya xwe de, xwe wek damezrênerên Hevgirtinê destnîþan dikin. Ji xwe derewa ji vê mezintir tune ye.
2.    23ê kesên ku li Sandvikena Swêdê di 22ê nîsana 2004ê de civiyan û biryara avakirina Insiyatîva Rewþenbîrên Kurd dane, vê yekê baþ dizanin.
Bê guman, kesên ku daxuyanî derxistine û imzekirine ne li wir bûn.
Dîsa jî ramana avakirina dezgehek e rewþenbîrî piþtî 12ê avdara 2004ê serencama guftûgoyên di navbera Ehmedê Huseynî û helbestvanê kurd Hoþeng Biroka û Þêwekar Reþîd Hiso bû.
Îca ev damezrênerên ku ne li wir bûn ji ku derketin kes nizane?
Rastî guneh e, ji bo hin armancan, wisa bi serê wê nekin!!
3.    Sê kongireyên Hevgirtinê li dar ketin. Di amadekirinê de, di peydakirina cih û alîkariyê de, di ragihandin û têkiliyan de, gelo hûn li kuderê bûn? Ji xwe tiþta herî malkambax û balkêþ ew e ku, di kongireya sêyemîn de ya 28ê nîsana 2007ê de, ya li Gotenborga Swêdê, yek ji kesên ku daxuyanî imzekirin e amade nebûbû. Êdî ev xwedîlêderketina ji niþkê ve ya li Hevgirtinê ji kuderê hat, mebest jê çi ye? Çawan wisa ji niþkê ve wijdanê we þiyar bû û hat bîra we ku Hevgirtin ji destê we hatiye dizîn? Ma ne gelekan ji we, bi þev û roj, þerê Hevgirtinê dikirin. Hinekan ji we daxuyanî derxistin û dest jê berdan, hinekan xwe jê vekiþandin û hinekên din jî, di komîteya kargêr de bûn, di serê rê de, li malê rûniþtin?
4.    Di belavoka xwe de, dîsan derewan dikin, dibêjin ku, komîteya kargêr a Hevgirtinê nema bû, lê ya rastî ne wisa ye: komîteya kargêr hebû, ne nemana xwe û ne jî dawîhatina Hevgirtinê wek sazî ragihandiye.
5.    Tiþtekî din ku pir balkêþ e! Di daxuaniya xwe de, kesên ku imzekirin e, qet nizanin ku navê saziyê di (Kongireya Sêyemîn) de hatibû guhertin. Li gorî navê wê yê kevn daxuyaniya xwe ragihandin e. Ev jî cihê daxê ye; ji aliyekî û cihê mixabinî û sosretê ye; ji aliyekî din ve.
Di belavoka xwe ya êrîþker de, bi þêwazên pir arzan, bi bîr û boçûnên pir pûç û bi zimanekî ku li derveyî sinc û kesayetî û rewiþtên rewþenbîran e, imzekerên belavokê; (Komîteya Amedekar) a Kongireyê sucdar dikin û xwe davêjin bextê þoreþa Sûryeyê da ku xwe þoreþgêr destnîþan bikin û me jî dijmin û dijberên þoreþê.
Dest ji van çîrokên ser tenûran berdin, xwe ji eþqa serdestên xwe rizgar bikin û bi tenê carekê xwedî li êþa miletê xwe derkevin. Xwe ji nirxên bindestiya xwe daweþînin û li xwe vegerin ka çi bi serê we hatiye.
Derew, bêbextî, keysperestî, durûtî, xapandin, telaqreþî, hevûdû ji holêrakirin û reþekujiya rastiyê, hin ji wan nirxan in ên ku serdest di hinavên bindestên xwe de diçînin. Xwe ji van nirxan azad bikin!
Em, wek Komîteya Amadekar a kongireya çaremîn a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê, xwedî biryar in ku, Kongireya xwe li darxînin. Hevgirtinê veguhêzînin qonaxeke çalak, rola wê di jiyana çand û rewþenbîriya Rojava de biçesipînin, êþa miletê xwe zeft bikin û derbibirin, di kêlîkên dîrokî de xwedî li xwîna wî  derkevin û bi hemi karînên xwe civata civil berfireh û çalaktir bikin.
Destên me ji bo hemî rewþenbîran vekiriî ne, dilên me li derveyî kîn û tolhildanan dijene, em dixwazin rewþenbîrê kurd, di vê qonaxa hestyar de, xwedî kesayetî, proje û helwest be.
Dûbare; fermo bikin!
Werin em hiþmendiyeke rewþenbîran e ku hêjayî pirsên tirsnak ên heyîn û neyînê bin biafirînin!
Werin, ji derveyî hemî nakokiyên siyasî, civakî, herêmî, dîrokî, em bûneweriyeke tekûz a rewþenbîrî pêþkêþî welatê xwe û civaka xwe bikin.
Komîteya Amadekar a Kongireya çaremîn a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)
10. 01. 2014
Têbînî ji boyî nivîskarê ku daxuyanî wergerandiye kurdî:
Di sernivîsê de we wisa gotiye,
Beyanek bo ” kongerê çaran a Hevgirtina rewþenbîrên rojava li derve”
Lê, beyana we ne jî boyî Kongireyê ye, derbar an jî derheqê Kongireyê ye. Di vir de jî þaþîtiyeke mezin peyda dibe!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark