|
|
|
|
|
|
|
Mihemed HeskoEvîn -(1) Her ku kulilkên hêviyên xwe di bin asîmanê te de koçberdikim. Her ku can, hiþ û hestên xwe Li ser rûbera te belavdikim. Yekîtiya dil û canê xwe pêktînim?
****** Evîn -(2) Tu ne canî… Ne dilî… Ne bayî!... Hêjî…hêjî, nikarim sebakê Yan çirkeyekê, bê te bijîm? ****** Evîn - (3) Tu him textî, him bextî, Dojehî yan biheþtî. Em bi destên xwe avadikin? ****** Evîn - (4) Tu ne xwedayî… Ne royî… Ne welatî!... Kî ne perestvanê te bî? Gawire, na …na, Teba û lawire? ****** Evîn - (5) Tu reh û sîbera jînêyî, Bê parên ji te, Wê di biyabana windabûnê de, Pêrgî leylanên hovîtiya xwe bi bin, Û bi roya bê parî ya jînê, Dê di solên demê de, bikizirin? *******
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|