Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: xwezî tuneba mirin .. ji bo mamoste Hesen Diriyî

 




Kerîma Reþko

hevalê min
çend gotin belavbûne
navê te û wêneyên te
dibêjin mirinê karîbû bi te
raste hevalo?


lê ez dibêjim na
ez bawernakim
mirin çawa karîbû bi te
þewata Amûdê nikarîbû bi te
îro çawa mirin karîbû bi te
çavê xwe veke
bersiva min bide
Hesen
Amûdê hîn diþewite

mal nexerabo
te mirin bikuþta
bi kenê xwe
bi gotinên xwe

te avêtiba mala min
bera biba mihvanê dilê min
lê nebiriba canê te
ka çawa ezê mirinê bikujim
hevalê min
sînor min dûrxist
nikarim te bibînim
axê ser çav hilînim
pir xemgînim hevalo
þevek tarî bi ser minde hat
xwezî tuneba
ne mirin
ne dûrbûn
ne xerîbî
xwezî tuneba sînor
xweziyamin bi dilê te Amûdê
te îro Hesen hembêzkir
oxirbi bavê Helokê
oxirbi hevalê min


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark