Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çima Qamişlo ?

 


 Brahîm Mehmûd

Belê , çima Qamişlo, bi vî rengî hatiye nasîn, û bi çi pêdiviyê dinerxe û pêşkêş dibe ?
Ji bilî hemî peyvên ku cih: Baja, gund, war…Hud têtin gotin û xwendin, peyva " Qamişlo " bi serê xwe ye, ji wan cuda bû ye. Ev çi raz têde heye ?
Çima ne Qamişlî an Qamişlê ye?


Em di nav xwe de dibêjin: Amûdê, serêkaniyê, dêrikê, Efrînê, kobanê…Hud, ta ji bajarên din jî wiha dibêjin: Helebê, Şamê, Berlînê, Siwêdê…Hud, îca çima Qamişlo awarte ye?
Dibêjin peyv bi xwe biyaniyê, û hinek dibêjin na, ew bi xwe kurdiye, an kurdiye jî: Qamîş, ew zile ku li ber devê çeman  şîn dibe, ew Qamişlî, bi tirkî dinase: Cihê qamîşê ye. Îca pirsgirêk di kû de ye? Bi wateya ku derbirîna " Qamişlo" ji binavkirina " Qamişlî " ya tirkî cuda dibe !
Çi cihên ku bi kurdî em wan bi nav dikin, ku bi serê xwe bin, bi mêyetî navnîşan dibin, ta spartinê bi xwe jî: Bajarê evînê ye, lê ji nêzîk ve, di nîşan kirinê de bi nêretî dinase: Vî bajarî, vî kaşî, vî welatî, vî hundirî…Hud.
Serbestiyek nêretî di pêkanîna navê cihên wan de heye, lê Qamişlo bi serê xwe ye !
Di pirtoka xwe de ya li ser Qamişlê( Ritmên bajarekî-2000), min di destpêkê de diyar kir li gor awirên xwe ku ev bajar wiha tête nasîn: Qamişlo, Qamişliyê, Qamişlokê, Qamişlî..
Dema ku em vegerin û rawestin li ser peyva " Qamişlo " em tiştekî  tenê têde dibînin, ku pêkbûye neku ew ya raste, weke dîtina min, lê belê ku ew diva wiha be daku bi şêweyekî kurdî binase, ku bi rexê nêretiyekê hatiye ajotin, ji ber ku tu system an rêbazekî rêzimanî jê re nayê çesipandin  dema ku em hemberkirinekê pêkbînin di navbera w" ê " û peyvên din de.
Raste ez şad dibim dema ku ez li dengê " Qamişlo" di stranê de guhdar dibim, lê ne derde ji min re kêliya  ku yek bibêje: Qamişlê, dûrî helwetên netewî ku ziman  basko dikin gelek caran….
T:Ez bi hêvîme kesê ku vê mijarê binirxîn û rexin bike, derbarî peyva" Qamişlo ", awira min ronahî bike bi şêweyekî dîrok û zaneyî !
Duhok-Brahîm Mehmûd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark