Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Mala mezin Welate

 


 

Zahid bavê Dilaz

Dan û standin ne pesindan
Havil bo me têde heye
Serkeftin nêzî meye
derfet îro peydeye

destan bidin hev ji dil
milan bisipêrin mil
daxwaza me giran û mezine
Pêwistî îro lihevkirine

pîlan di dest me de hene
gelî kurdan hûn bawerbin
Welat mala mezine
ne partî û partîxane

Yasa me sûnda meye
xebate kare berxwedane
Serpêhatî pir hene
Meyzekin çerxa demê

Jana Milet girane
Ustûbar bindestî girantire
Milet îro þiyare
ne wek berê nezane

Pasvanê kar û bare
Ro bi ro pirsa milet lidare
na tirsin ji mirinê
Tekoþîn berdewame

Qada kurda buhaye
Þerme dijmin badaye
Derdê dilê Cegerxwîn û palo
Warê kurda Azad be
Mala mezin rizgar be

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark