Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qamişlo ji Welatiyên Xwe Vala Dibe û Dîmografiya wê Tête Guhertin!

 


Konê Reş

Belê ezbenî, em dibêjin Qamişlo paytexta Rojava ye, Siryanî jî di pirtûkên xwe de dibêjin Qamişlo paytexta me ye û Nisêbîna nû ye.. Belê roja îro, êdî nema ew Qamişloka berê ye. Hin bi hin dîmografiya wê tête guhertin, dêmê xelkên wê yên kevin nebedî dibin û dêmên nû bi pirrbûn di kolanên wê de têne dîtin.. Jixwe gelek maldar, zanyar, rewşenbîr, nivîskar, bijîşk jê derketine û derdikevin, derbasî Kurdistana başûr û bakur bûne û dibin..


Bi tenê feqîr, hejar û belengazên wê, yên ku mane, çavê wan jî li derketinê ye û di rewşek xerab de, di xelaya rojava de li gepa nanê zarokên xwe digerin û dimînin heyirî.. Jixwe siyasetmedar û serokên rexistinên me, berî tevan, rojava li şûn xwe hiştin, mal, zarok û mirovên xwe di pey çûna xwe re kişandin Hewlêr, Silêmanî û dervî sûriyê..
Tevî ku sînorê Sêmalka ji berî sê mehan ve hatiye girtin, her roj bi kêmayî 1000/ 2000 welatî bi rêka qaçaxî di seranserî sînorê sûriyê û tirkiyê re derbasî bakurî Kurdistanê dibin, û tê gotin ku bi hezaran jî welatî bi rêkên nefermî derbasî başûr dibin, tevî ku dibêjin deriyê Sêmalka girtiye...?!!
Eger ji çar mehên derbasbûyî û virde dergehê Sêmalka wek berê vekirî ba, wê Qamişlo ji sê ribên xelkên xwe bihata vala kirin.. Va roja îro dîmografiya xelkên bajarê Qamişlo hatiye guhertin, kurd kêm dibin, jê derdikevin û xelkên xerîb lê zêde dibin..
Di encamên vê yekê de, ne tenê Qamişlo ji welatiyên xwe vala dibe, lê belê Cizîr bi tevayî ji Kurdan vala dibe.. û li şûn wan bi xelkên ereb tê dagirtin. Ewên ku ji Dêrazorê, Helebê, Hims û Hamayê hatine û tên û her wiha bi xelkên Cizîrê yên ereb, akinciyên beriyê, yên ku her êvar gundên wan topbaran dibin.. Jixwe xwediyên wan her 43 gundên ereban an bajarên erebên (Elxemir), yên ku ji sala 1974an de bi mebesta sikrê Ferat rêjîmê ew anîne Cizîrê û erdên kurdan dane wan û bûne bi xan û man, ta roja îro hêj kesî ji wan re negotiye siya we xware..?! û tev di cihê xwe de ne û hin bi hin mezin dibin..
Eger rast em kurd bin û dilê me bi ser welatê me Rojava de be, gerek em tev deriyên derketina kurdan ji rojava bigrin û pêre pêre li rehetî û xweşjiyana welatiyên wê yên mayî bigerin..  û banga min ji wan xelkên Qamişlo re , ewên ku li derve dijîn û metirsî li dor jiyana wan nîne ku vegerin bajar û welatê xwe, nexasin ewên ku bi şev û roj di medya Kurdî de li ser Qamişlo û xelkên Qamişlo digrîn...
Gerek serokên rexistinan yên jê derketî vegerin û her wiha tev kesên ku pêdiviya welatiyan bi wan heye, wek bijîşkan, pêwîste vegerin welatê xwe..
Erê, di baweriya min de, girtina deriyê Sêmalka ji hebûn û berdewamiya xelkên Rojava re erênî ye .. Gerek ew kesên ku xwe wek desthilat dibînin, nehêlin xelkên kurd ji rojava derkevin û di gel vê yekê li rehetiya jiyana xelkên wê a rojane bigerin û bi pirs bin..
Û ji hikumeta herêma Kurdistanê hêvî dikin ku şert û mercên çûn û hatina kurdistanê zelaltir bikin.

Konê Reş
Qamişlo 15.08.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark