Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Beyannameya Kotahiyê Ya Zincîreya Lêkolînî sebaret bi Hizra Neteweyî Kurdî

 


Di berdewamiya erkên hefteya rewşenbîriya neteweyî ya ku di Nîsana 2005an de hate lidarxistin û çalakiyên rewşenbîrî û hizrî yên din, Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û serokatiya Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê, zincîreyeke lêkolînî ji 10-13/2/2007an, derbarê rêbaz û kêşe û asoyên tevgera netewî Kurdî


bi beşdarbûna elîta lêkolîner û rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji şepolên hizrî û siyasî yên cida,girêdan.Di dawiya karûbarên zincîreyê de, beşdaran encamên dawîn ravekirin û li ser van armanc û ramanên hizrî û çandî yên hevbeş li hevkirin:
1-Rastiya diyarbûna tovên pêşîn ji hest û nestên neteweyî di sedsala şazdehan de, bi derbirrînên çandî yên cida cida ji dema nivîsên Bedlîsî, û piştre helbestên Xanî, piştî komîserhevbûnên zaniyarî û rûdan û bûyerên herêmî û derveyî bi herdû aliyên xwe yên civakî û leşkerî berbi pêşve çûn ta berzbûna bunyada bingehîn ya hizra neteweî Kurdî û derbirrînên wê yên çandî û rêxistinî û cemawerî yên bi hevre girêdayî û lihember derketina tepeseriya neteweyî û bicihanîna jiyaneke azad û serfiraz û ji hemî rengên bikaranîn û sitemkariyê bêpar.Her wesa, teqezkirina naveroka rizgarîxwaz û mirovî û demokratîk ya tevgera neteweyî Kurdî ya ku beşekî têkoşer di tevgera rizgarîxwaza herêmî û cîhanî de pêktîne, û bidestveanîna mafê destnîşankirina çarenûsî û pêkanîna demokrasî û pêşveçûna civakî.Tevgera netewî Kurdî weke tevahiya hêzên rizgarîxwazên netewî ji dema bidawîhatina şerê sar û duqoliya navneteweyî dest bi jinûvemêzandina di bername û startîciyet û armancên xwe de bi berfirehî kir da ku aktîv be bi xwezaya pêvajoya niha û serdema nûjen ya ku pêkanîna guherînên kûr di herdû fakterên babetane û zatî de tevî pêşxistina hizr û alavên xebatê, pêwîst dike.
2-Ji pêşekiyên erkên îroyîn yên tevgera neteweyî Kurdî, parastina ezmûna pêşeng ya Kurdistana Iraqê û bijartina çareseriya federe ji pirsgirêka neteweyî weke bijarteyekê di warê çesipandina perensîpa mafê destnîşankirina çarenûsê û geşepêdana aborî û avakirin û guherîna civakî û demokratîzekirina civaka Kurdistanê û çesipandina dezgehan û tekuzkirina wekheviya jin û mêran û û dadmendî û serdestiya yasayê, û çareserkirina pirsgirêkên neteweyên Kurdistanî li gor mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de yê ku di destûra herêm de hatiye çesipandin.Her wesa, danîna straticiyeteka neteweyî ku birêxistina pêwendiyên birayane û demokratîk di navbera Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de û Kurdên diaspora di warê siyasî û çandî û civakî de li ser bingehên saxlem û rastiyane û li gor berjewendiyên hevbeş, bi xwe bigirê.
Her weha, bihêzkirina rola tevgera neteweyî Kurdî bermberî teror bi hemû şêweyan û lihemberderketina siyasî û çandî ji pêla islama siyasî ya tundrew û tevahiya nakokiyên olî û mezhebî yên ku tundûtîjî û şer di civaka Kurdistanê de peyde dikin, û tevgera neteweyî Kurdî ji armancên wê yên sereke di rizgarkirina milletê Kurd bi hemû çîn û tiwêje û ol û mezhebên wî, dûr dixe.
3-Berznirxandina bizava şiyarbûna neteweyiya berdewam di herêma Kurdistana Iraqê ya federe di bin siha demokrasî û pirrengî û azadiyên giştî de, berevajî rewşên dijwar yên ku tevgera Kurdî di her çar parçeyên din de rastî wan tê ji encama serdestiya şovînîzima deselatdar, tevî peydabûna hindek pêşveçûnên erênî di nav refên Kurdên diasporayê bi taybetî di warê malperên enternêt û aktîvekirina zimanê Kurdî û vejandina hunerê Kurdî de, weke nimûne:derxistina pirsa kurd ji çarçoveya axaftinê berbi lêkolînkirin û xwendinên akadîmîk ve di çarçoveya felsefeyeke neteweyî de û serxwebûna kultûrê û damizerandina ferhengeke kurdî-kurdî bi armanca derbaskirina pirsgirêkên ferhengî yên di nav kurdan de heyî.
4-Bangkirina bi şîrovekirina zanistî û danûsitendina babetane û rexnegir bi tevahiya aspektên jiyana netewî û rewşenbîrî Kurdî re, ji ber ku ev riya tenha ye ji naskirina rastiyê û nûkirina keltûra neteweyî û xwegihadina pêla nûjenî û pêşveçûnên zanistî li ser asta cîhanê.
5-Li hember astengên rêxistinî û siyasî û hizrî, yên derveyî û hundirîn, yên zatî û babetane yên ku rê li pêşiya tevgera neteweyî Kurdî û derbirînên wê yên siyasî digirin, her weha ji ber pareçbûnên tund yên ku rêxistinên tevgera neteweyî lawaz dikin, pêtiviyên karê neteweyî û ji mercên temamkirina mercên bihêzkirin û zelalkirina hizra neteweyî, peydekirina çarerseriyên gerek û jinûve avakirina refên tevgera neteweyî Kurdî li ser bingehên saxelm, pêwîst dike.
6-Nakokiya di navbera kevin û nuh di nav gelê Kurd û di hemî waran berdewam dibe û yê baştir biserdikeve.Her wesa, pêkanîna encamên xwestî û bibalans di riya rêzgirtin û nirxandina çavkaniyên hizra neteweyî û çandî(serok û kesayetiyên civakî û siyasî û olî û feylsof)pêktêt, tevî liberçavgirtina pêgeha neteweyiya taybet ya rêbaza Barzaniyê nemir di bizava–Kurdayetî-û bidestxistina serkeftinên îroyîn di vî beşî de di gel pijirandina rastiyên nuh û liberçavgirtina daxwazên nifşê nû û piştgirtina dahênanên wan û sûdwergirtin ji kelepora çandî ya mirovahî û karpêkên ramana cîhanî li gor rastiya ku Kurd hêjî di qonaxa rizgarbûna neteweyî de ne bi hemî eger û pêtivî û xwestekên wê yên hizrî û civakî û siyasî û çandî û haydariya ji şepolên rewşenbîrî Kurdî yên serkêş û tundrew û bêbawer, weke nimûne: li rojavayê kurdistanê divê pend û ibret ji rûdan û ezmûnan were girtin, weke raperîna Qamişlo û xwîna nuh tevlî tevgera kurdî bibe û milletê kurd jinûve were rêxistinkirin.
7-Ewlehiya bi gotara neteweyî û erkên wê di hemû qonaxan de, bi zanîna ku stûbariya ronakbîrê Kurd ji holê rakirina gotara(sitembarî û girî û poşmanî û libendemana qederê)berbi gotara şanamekirina gel û niştîman û hêvîçandin û hêz û kar û zanîn û avakirin û rexneya mêrane.
8-Tekezkirina aspekta mirovî di gotara siyasiya Kurdî de û dîtin û pijirandina netewe û çandên din di her çar parçeyên Kurdistanê de weke(Kildan û Aşûr û Tirkman û Ermen û Çerkes û Çeçan û Cihû...htd)û çesipandina perensipa dostanî û hevjiyana aştiyane di navbera Kurd û Ereb û Tirk û Firsan de li gor bingeha yekîtiya arezûyî û hevbeşiya dadmend.
9-Piştgirtin û bihêzkirina çareseriya federe ji doza Kurd di Iraqa azada nuha pirreng de, û xwendina aliyên wê yên teorî û pratîk yên herdû aliyên hizrî û rewşenbîrî giştî, bi taybetî yên girêdayî taybetmendiya Kurdistanî di destpêka sedsala nû de û bijartina vê ezmûna dîrokiya giring weke nimûneyekê ji çareserkirina pirsgirêka neteweyiya Kurdî di navçeyê de û pêkanîna guherîna demokartîka xwestî di seranserê welatên rojhilata navîna mezin de.
10-Jimartina karpêkên ku li Kurdistana iraqê pêkhatine weke serketinekê ji tevgera rizgarîxwaza Kurdistanî re û nasandina wê weke sedemê serhildana çanda neteweyî Kurdî.Di vî warî de, beşdarên vê heleqeya me ya lêkolînî silavên xwe arasteyî serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û serkirdayetiya siyasî û hikûmeta vî beşê giranbuha û tevahiya tiwêjeyên cemawerên Kurdistanê dikin û wan pîroz dikin derbarê rola wan ya berz di iraqa demokrata nuh de û di hemû postên siyasî û hikûmî û îdarî de.
11-Berznirxandina hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê karê wê yê birûmet di pêşwazîkirina xwendekarên parçeyên din û misogerkirina minheyên xwendinê ji wan re bi hêviya ku ev kar di paşerojê de berdewam bibe û hilbijartina xwendekaran li ser bingeha şiyana zanistî û rewşa civakî were kirinê.Di vî warî de, em pêşniyara avakirina zanîngeheke neteweyî bi navê “Zanîngeha Barzanî”ji bo wergirtina xwendekaran ji derveyî herêm bi rengekî ku taybetmend be bi wane û zaniyariyên mirovî û zimanê yekgirtî û jihev nêzîkkirina zaravayan, dikin.
12-Pîrozkirina perensipa hevkariyê di navbera dezgehên rewşenbîrî de, ku destpêka wê hevkariya di navbera Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û Zanîngeha Selahedînê di girêdana vê heleqeyê de bû, û bangkirina bi giştîkirina vê destpêkê di gel tembîkirina beşdaran bi girêdana heleqeyên lêkolînî dîtir taybet bi neteweyên Kurdistanî di demeke munasib de tevî pêşvebirin û pêşxistina karkirin û amadebûn û beşdarîkirin bi rengê ku ronakbîrên Kurdistanî yên li derve û hundir têde beşadr bibin.Her wesa, hilbijartina “komîteya bidûvçûna pêşniyaran û serperiştîkirina erkên paşerojê yên ku biryara bicihanîna wan dihête girtin derbarê kar û çalakiyên paşerojê”.
13-Biryar wergirtina bi pêşkêşkirina mîdalî û nîşanên rêzgirtinê di hevdîtin û heleqeyên paşerojê de, bo çalakgîrên dahêner di warê çanda neteweyî de, bi navê (Xelata Ehmedê Xanî).
14-Berdewamkirina derxistina rojnameya–Kurdistan-bi desteyeka nivîskara ya neteweyî weke dirêjahiya karê ku Midhet Bedirxan destpêkir, û ewjî bibe weke ziman halê tevgera neteweyî û “damizerandina malpereke eliktironî û karkirin bo damizrandina kenleke asîmaniya neteweyî ya Kurdistanî di demeke nêzîk de”.
15-Aktîvekirina pêwendiyan di navbera tevahiya rewşenbîrên Kurd de û çapkirin û belavkirina berhemên wan û danîna sindoqeke neteweyî bo pêkêşkirina alîkariyê ji rewşenbîrên bêhêz û temen mezin û nexweşan re, li her şûn û warekî.
16-Avakirina civateke zanistiya Kurdistanî bi beşdariya ronakbîrên her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên diasporayê.

Hewlêr di:13-2-2007
Beşdarên heleqeya lêkolînî derbarê kêşeyên tevgera neteweyî Kurdî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark