Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Azadī , wekhevī ū rūmeta mirovī berī her tižtekī din

 


Dr. Kamiran Haj Abdo
 
Berî 22 heyvan xelkê Sûriyê serûber, bi kurd, ereb û ažûriyên xwe, bi misliman, xirîstiyan û êzdiyên xwe, bi sune û elewiyên xwe, bi jin û mêrên xwe, dest bi žorežeke pîroz kir. Armanca zelal bû: rûxandina rêjîma totalîter û bidestxistina azadî, wekhevî û rûmeta mirovî. 
Di pêvejoya žorežê de gelek hêzên tarî û gelek dewletan bi ajendeyên curecur dest avêtin nav karûbarên žorežê. Žorež ji armanca xwe ne tenê bi dûr ket, pir bi dûr ket. Žoreža ku ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovî  dest pê kiri bû pir caran rûmeta mirovî binpê kir…


Žoreža ku ya tevaya xelkê Sûriyê bû li dijî bežekî ji xelkê Sûriyê žer kir… Žoreža ku ne ol û ne mezheb nas dikirin bû žoreža yek olê û yek mezhebê… Žoreža ku dusrûžma xwe “gelê Sûriyê yek e” îro žerê pêkhateyeke bingehîn ya xelkê Sûriyê dike – žerê netewa kurd dike. Hem hinek siyastvan, yên ku li pižta žorežê nîžtine, hem jî hinek çeteyên çekdar, yên ku xizmeta ajendeyên žovenîsta ereb û ya turk dikin, îro žerê netewa kurd dikin. Ma Serê Kaniyê hindik e?!

Bila ew hemû zani bin ku gelê kurd pir ji wan xortir e. Gelek kesên mîna wan hatine û çûne, lê em li vir in, em li azadiya xwe dipên. Emê wê bidest bixin jî.
Bila ew baž zani bin ku bê rêzgirtina li maf û azadiyên bingehîn, bê pêgiriya li mafên hemû pêkhateyên Sûriyê ev žorež bi ser nakeve. Çunkî rêjîma el-Esed jî bi hemû hêza xwe bi ser ne kat…

Werin, hîngê dem ne çûye, em žoreža xwe, žorežqa azadî, wekhevî û rûmeta mirovî biparêzin û bi xebata xwe ya hevbež wê bi ser xînin.
Werin em dev ji ajendeyên xelkê berdin û em tenê hêvî û berjewendiya Sûriyê, weke mirov û welat, di ser hertižtekî din re bigrin.
Werin em bi hev re Sûriyeke nû ava bikin, ya ku mafê hemû mirovan bê tu cudahî biparêze û pêkhateyên olî û netewî yên Sûriyê hemûyan wekhev û azad bike.
Werin em bi hev re welatekî ava bikin, yê ku taybetmendiyên me hemûyan biparêze û pêžve bibe…
Werin em pêkve ala azadî, demokrasî û wekheviyê bilind bikin…
 Werin berî li me dibe dereng!


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark