Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sûriye, şoreş û pêşeroj

 


Dr. Kamiran Haj Abdo* 

Piştî dora 48 salan ji sîstema tekpartîtî û tekrewiyê, piştî 48 salan ji binpêkirina mafên mirovan û azadiyên bingehîn li seranserî Sûriyê û piştî ewqas sal ji siyaseta şoven û projeyên nijadperest di dermafê gelê kurd li Sûriyê de xelkê Sûriyê serûber serê xwe li hember rêjîma Esed ya tekrew, dîktator û şoven hilda. Destpêk roja 15.03.2011-ê bû. Dawî jî mixabin hîne ne diyar e.
 Di pêvajoya van 17 heyvan de bêtirî 27000 kes hatine kuştin û bêtirî 200000 kes girtî û wenda ne, dora 167000 kesî jî li welatên derdorê derbeder bûne. Xelkê Sûriyê serûber jî bûye dîlê êş û cefayeke mezin û toşî rewşeke zor zehmet dibe.


Weha xuya ye jî ku ev rewşa dijwar dê hîn berdewam bike. Belkî hinek nexwazin bawer bikin, lê bi baweriya min rastî ev e, tevî ku tehl e jî. Çima? Ji ber ku rewşa Sûriyê ev çend heyv in berve şerekî navxweyî çûye. Gem û lîwana wî şerî jî ne bi dest xelkê Sûriyê de ye. Gelek aliyên herêmî û navnetewî di wî şerî de hevpişk in. Mirov dikare bêje ku çawa xelkê Sûriye di vî şerî da bûye du beş (hêza rikber li aliyekî, rêjîm li aliyê dî) weha jî herêma Rojhilata Navîn û Cîhan jî di vî şerî de bûna du beş. Tirkiye, Si’ûdiyê û Qeter, her weha jî Amerîka û Ewropa piştgirîya rikberiya Sûriyê dikin (lê her hinek ji wan rengekî rikberiyê ku li gor kêfa wan e). Li hemberê Îran, Rûsiya û Çîn li pişt rêjima Esed in. Ji vê xerabtir hin welatên cîran weke Îraq û Lubnanê jî di vî şerî de bûne du ”perçe”: Hukûmeta Federal ya Îraqê û Hizbollaha Lubnanê piştgiriya rêjîma Esed dikin; Herêma Kurdistanê ya Federe û beşeke Lubnanê jî piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê dikin bona azadî û wekheviyê. Wate şerê li Sûriyê welatên cîran, herêma Rojhilata Navîn û Cîhan kirine du perçe û ew li ser xaka Sûriyê bi destê sûriyan bi hev ketine. Kêm yan zêda herdu aliyên şer yên Sûriyê (rêjîm û rikberî) di destên wan de bûne kukle (bûkok, pêlîstik, marionette). Her yekê ji wan dewletan armancek heye, derdê wan ne ji dûr ne ji nêzîk ne avakirina sûriyeke demokrat e. Her yek ji wan li gor berjewendiya xwe helwestekê digre. Si’ûdiye û Qeter dixazin rol û bandora Îranê li herêmê kêm bikin û li Sûriyê erebên sunnî bêne ser desthilatê. Tirkiye jî ji bo xewnên xwe yên osmanî heman tiştî dixwaze. Bi ser de jî bazareke gewre ji aboriya xwe re amade dike. Meleyên Îranê û Hizbullah jî naxwazin hevbendekî xwe (yê ku di navbera wan herduyan de xelek û grêdaneke girîng e) ji dest bidin. Derdê Rûsiya jî ew e ku dewsa piyên xwe li ber perava Derya Spî biparêze, ji ber ku eger ew wir jî ji dest bide, nema ciyê wê di derya spî de dimîne.
     Ji ber sedemên jôrîn dewletên mezin heya nuha nikarîne li hev bikin, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî heya îro nikariye helwesteke xurt bigirta, da ku bi yekdengî têkilî rewşa Sûriyê biba, şer bida rawestandin û ji Sûriyê re çareseriyek bidîta. 
   Li dawiya dawî nuha şerekî wisa li Sûriyê pev ketî, ku ne rêjîm, ne jî xelkê Sûriyê êdî nikarin bi tenê wî vemirînin. Ev şer rojane bi dehan xelkê bêguneh ji xwe re dike ardû û sotemenî. Eger sazî, hêz û dewletên mezin ên cîhanê her wekî hinek dewletên herêmê li hev nekin û ji kêşeya Sûriyê re çareyekê nebînin, rewşa Sûrîyê dê hîn kambaxtir bibe û ne dûr e ku akam û ziyana xwe bigihîne welatên derdora xwe jî; nemaze jî Lubnan û Tirkiyê (ne dûr e Îraq jî).
   Ev yeka hino hino ji dewletên Rojhilata Navîn re, her weha ji dewletên mezin û cîhanê re dibe baweriyek. Mera pê hest dike ku hin aliyên navnetewî nuha bi amadekirina ”plana B” (planeke nû) mijûl in, da ku hem xelkê Sûriyê ji vê dojehê biparêzin, hem jî herêmê ji şerekî demdirêj û sawdar biparêzin. 
   Vêca dem hatî ku her kes, yê ku xwe berketiyê mirovatiyê dibîne, hewla wê yekê bike û ji bo wê yekê kar bike ku di zûtirîn dem de ev şer (aşê mirovên bêguneh) bête rawestandin, nexşeriyek ji veguhartina (rûxandina) rêjîma Esed re bête amadekirin û bîrdoznameyek ji Sûriya pêşerojê (dahatûyê) re bête danîn. Bi baweriya min divê ew bîrdozname li ser bingeha rastiyên dîrokî û erdnîgarî, her weha li ber ronahiya rastiyên îro heyî bête amadekirin, da ku ji aliyê siyasî û rêveberî de asoyine nuh li pêş Sûriyê veke û Sûriyê bibe welatekî demokrat ku tê de hemû mirov û pêkhateyên netewî û olî azad û wekhev bin; welatek ku hem hilbijartinên serbest tê de hebin, hem jî desthilatî û tekrewiya piraniyê li ser yên din nehêle. Ne jî elewî, durzî û xirîstiyan bikevin bin zora tundrewiyeke olî ya ku kesekî din napejirîne. Gelê kurd jî divê mafên xwe yên netewî wek gelekî li ser xaka bav û kalên xwe bi des bixe.
 Ev hemû jî tenê di dewleteke weha de gengaz e, ya ku sîstemeke nenavendiya siyasî ji xwe re bike bingeh. Ango divê kurd, erebên sunnî, elewî û durzî li ciyê ku piranî ne kari bin herêmên federal, encûmen û hukûmeta xwe ya herêmî ava bikin. Bêguman divê xirîstîyan jî li seranserî Sûriyê (ji ber ku ew ne tenê li herêmekê ne) xwedî mafên xwe yên olî bin û li wan tu stem nebe.
 Eger mirov bixwaze rastiyê bêje, çareserî ev e.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark