Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Kopyûle û Yekem pirtûk bi Kurdî ligel Berzo Mehmûd

 


Yekem car e pirtûkek bi zimanê Kurdî di mjara kopyûle de  derdikevê. Ev pirtûk bi pênûsa zimanvanê Kurd Berzo Mehmûd hatiye nivîsîn û ji 224 rûpela ye, qewareya navincî ye. Ev pirtûk wek ji pêþgotinê xuya dikê ku ji sala 2009-an ve amade ye bo çapê. Belê wa derfet îsal hatiye, û vê dawiyê kete bazarê de.  Emê pêþgotina nivîser ya pirtûkê ji xwendevanan re balv bikin.


Pêþgotin

Nivîsîn û bîrlêkirin di babetê kopyûla Kurdî de demeke baþ ji min stand, û ez gelekî pê mijûl bûm. Sedema vê mijûlayîyê ew bû ez nedigihame encameke pê bi tewawî bawer bim, ji ber wilo jî min gelek pel û rûpel di nivîsîna vî babetî de qetandine, lê ne xem e,  li dawî ez dikarim bêjim ku ez gihame encamekê. 
Lêkolîn di kopyûla Kurdî de pêwîstî bi ger vepexartinê li zimanên dîtir heye, yên ku bi Kurdî re xuh û heval in, kevin û nû. Berî ku em bikevin nav kopyûla Kurdî de, emê li kopyûla Hindo-Ewrupî û Hindo-Îranî vegerin ka ev kopyûle di zimanên kevin de çi rêje wergirtibû, û çilo ev bêje di van zimanan de bikar dihat, û çi guhartin bi ser de hat ta ku gihaþte formê xweyî dawî, wek forma kopyûla Ingilîzî ya ku îro çend rêje jêre hene: (copula – verb to be: am, is, are, was, were).
Bi dû de, emê werin ser kopyûle û paþkokên rista Kurdî, û emê bibînin ka çi form û tayp  wergirtine, û çilo bikartên, û çi rolê di ristê de distênin.  Ji ber wilo jî, gelek pirs di hiþê min de çûn û hatin û ez bi hêvî me ku bikarim bersiva wan bi zanistî û bawerî bidim. Ezê pirsên xwe jî di vî babetî de li ber xwendevanan danim, bi hêviya ku em pevre di vê pirtûkê de li bersiva bigerin.
Xalên dîtir, ji ber nebûna formekî standard ji zimanê Kurdî re bo ku em xwe pê bigirin û xwe pê girê bidin, inca, em pêrgî giriftarî û gelþeyên zimanî dibin, ku di rênivîs û rêzimana Kurdî de ta niha nehatine çareserkirin. Lewre, ne  dûr e hin þaþî di rênivîsê de peyda bibin, nemaze, ku min çend caran jî rêje û nivîsîn û raman têde guhartine, yan pêþ û paþ kirine, ku awayê destkarîyê û rastkirinê gelek caran  têde çêbûye, lê dîsa mirov þaþ dibê wek Ingilîzî dibêjin: (to err is human) ango  mirov bi siruþta xweyî mirovatî þaþiyan dikê, herwekî tu mirovî, tê þaþiyan bikî. Bihêvî me ku hûn vê yekê li min negirin.
Di sala 2007an de min raya xwe di babet û kêþe û encamên vê pirtûkê ji Dektor Memo re bi devkî di riya telîfonê re gotin. Wî jî ez gurr kirim û tehf dam bi ser nivîsîna vê mijarê de, ku ew navtêdana wî ji min re îro cihê sipasiyê ye.
Ev pirtûk gerek sala 2009an hatibane çapkirin, belê ji ber astengên çapkirinê, dereng ma ta ku derket.

Berzo, havîna 2009

Belê ya rast û rewa sala 2009-an hate derengxistin û bû 2012

Amadekirina Welatê me




 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark