************
Tû Nesrîne-nestî
Tû Hlale-hestî * (lalehest)
Newroze-newazî
Tû Efsane-bestî * (Efsaneaferêner)
Ey Hêsra hêrsa hisretê me dil
ji Başûrê birîna miletê me dil
Ez Benî-berata xurbetê me dil
Rû li skala û şikayetê me dil
Berî li azadî-ayetê me dil
Di bêhêvî û neçaretê me dil
************
Mane azadî şengewazî wa
Şeng-awaze şev-newşesazî wa
Barane Roj-rengewazî wa
Çake-çiraye çaresazî wa
Ey şewata ji afetê me dil
Şivêta pake-nîyetê me dil
Ez benî-berata xurbetê me dil
Rû li skala û şikayetê me dil
Berî li Enfale-ayetê me dil
Di bêhvî û neçaretê me dil
************
ha ta kengî em dê bê ser û ber bin
di tora tawanê ejdehan werbin
dana yez ger weh mujde-dijware
guman raperet secde aware
minal ey xwîna helbestê me dil
jana ji der xêz û xetê me dil
cangorîyê Sîyasetê me dil
sewzahîya ziyaretê me dil
ji lalişe-sertahîyê me dil
ta laişe-dûmahîyê me dil *
************
Çend çerxe yezdan ez xwîn dirêsim
Ji berde-xeyal te bangewazî bû
Ezdahî gava ezdahî tî bû
bi xwîna firştan jî ne-razî bû
Ey şerma agir, firişt bi canî ?
naley minal ,û daya du-canî ?
sibhane jê kû geşbîn dibîne
awirêd agir lê vedgevîne
Ez HÛLA lav û tikayetê me dil
Sotana pake-niyetê me dil
Ey diiiiil-berbadê me....daaaayeyendeyê firyadê me.....take-ferêêêê
bêdadê me
Ey dayendeyê azare-işqim
Mane wek şaxey şermola hişkim
Mane azadî pake-peyame
Ji sewzesore-sawe-surişkim
Pabesteyê Hoz û „Diyanetê“ me dil
Şikesteyê Ol û „xeyanetê“ me dil
Ey pabesteyê „Diyanetê“ me dil
Ey şikesteyê „xeyanetê“ me dil
Bêhoş nişîvî derfetê me dil
Bêhay derbasî Babetê me dil
************
Ji Helbestgarî
Tû newşek neçarî
Wek mûma merezdar
Tu janê heldibestî
Tû Nesrîne-nestî
Tû helale-hestî
Newroze-nigarî
Tû Efsane-bestî
Ez HÛLA me. Ez tikayetim. rawestin
Ez şengalim. ez lavim. Rawestin
Ez helebçe me .ez hêvî me. raaaaawestin
zab78@hotmail.de