Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: BÎNA AZADIYÊ

 


LAZGÎN DÊRÛNÎ

Ez bîna azadiyê dikim û ketiye pozê min , lê ez nizanim ka ew dûre yan nêzîke ji ber hîn nexwiyaye lê ji bîna wê xwiyaye gelekî xweþ û þêrîne , ji mêjde û hetta roja îro ez li wê digerim li mala xwe , li gundê xwe, li kolanê bajarê xwe, li zîndana , li seranserî welat , lê qet min ew nedît.
Tovê azadiyê li vî welatî ne hatiye çandin , ne ji aliyê tevger û partiyan ve û ne ji aliyê rewþenbîr û ninîskaran û hozanan ve ji ber ew bi xwe ne azadin , vêce ewê çawa bibin tovê azadiyê . belkî xwîna pakrewana bibê tovê azadiyê ez bi wê bawerim.


Ez mirovê welatê xwe nasdikim , ez dizanim ew ne azadîxwazin ji ber rojekê ji roja  ne dîtine û ne xwarine heta bina wê nasbikin û doza wê bikin û ji pey ne vegerin lê tevlî vê yekê jî  me got va bayê guhertinê li me didê û rewþek nû peyda dibê û hêvîkek çêdibê belkî di navde ev gel xwe bugherê û pozê wî biþewitê dema xelkê bibînê lê mixabin xwiyadikê ew tiþtê me digot nabê tidibê qey em korin û kerin me kumê koletiyê daye serê xwe û çav pehin kirine em di tirsa xwedene kû koletiya me ji dest me herê , li ser vê yekê em perwerde bûne,em hertiþtî divin lê bê em tiþtekî bidin ,  li gor dilê me dixwazê em raman dibin  , ne li gor derfeta em têde û ka çi ji me tê xwestin da em pê rabin wekî tevî milletê cîhanê ,gelo çawa rizgar û azad bûne .
Xelekeke winda di pirsgirêka kurdade heye ew xelek heta roja îro ne hatiye dîtin bi rengekî rast û dirist , ji vê yekê ji me tê xwestin em li wê xeleka winda bigerin û bi pirsin  bi þev û roj , ez bawerim roja ew xelek werê xwiyakirin wê bibê rojeke pîroz û mizgîniya dest pêka çareserkirina pirsgirêka kurd û hingî emê li azadiya xwe xwedî derkevin û emê birîna xwe dermankin.
23/6/2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark