Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez nema di „Pênûsa nû“ de dinîvisînim, sedem jî ev e

 


Helîm Yûsiv

Dîtineke giþtî
Dema rojnameyek di bin navê (Hevbendiya rojnamevan û nivîskarên Kurd) de derkeve, baweriya min ew e, ku divê zimanê wê rojnamê kurdî be. Eger imkan tunebe rojname xurû bi kurdî derkeve û duzimanî be, divê bi her awayî zimanê kurdî li pêþ be û cihê berbiçav û sereke jê re bê veqetandin. Eger pêdiviyeke mezin bi zimanê din hebe, divê ew ziman di pileya duyem de cih bigre. Eger wisa jî nebû, divê herdu ziman di yek astê de û wekî hev cih bigrin. Ez vê yekê dibêjim, ne ku zimanekî ji yê din çêtir yan jî bilindtir dibînim, lêbelê ji ber ku xwediyên vê rojnamê, xwedêgiravî, rojnamevan û nivîskarin kurd in û ev hevbendî jî ya wan e. Dîtina min ew e, ku rojname bêyî kurdî û tenê bi erebî derkeve, çêtire ji vê biçûkxistin û bêrûmetkirina kurdî ku berê têra xwe ji hêla dewletê ve hatiye qedexekirin, biþaftin û perîþankirin.


Zimanê kurê Xatûnê û zimanê kurê Cêriyê
Gava min daxwaza (Pênûsa nû) pejirand, ku quncikekî mehane ji bo wê binîvisînim, mebest piþtgiriya vê rojnamê bû û jinûveavakirina têkiliyê bi derûdorên nivîskar û xwendevanên Binxetê re bû, ku demeke dirêje bê rojname û kovar mane. Min dizanîbû duzimanî ye, lê min nizanîbû ku ew ê rojnameyeke erebî be û weku pêvek, wê li dawiya rojnamê çend rûpel ji bo kurdî ya belengaz jî bêne veqetandin.
Hêjayî gotinê ye ku li kêleka kurdî, berê û aniha jî, bi erebî dinîvisînim û ne li dijî nivîsandina bi ti zimanî me.
Lê, ez ê di ti rojnameyê de nenîvisînim ku zimanê din mîna zimanê (Xatûnê) û zimanê kurdî weku zimanê (Cêryê) hatibe bicihkirin. Nexasim ku ew rojname ji hêla dezgeheke kurdan ve bê derxistin.
Balkêþe, ku devê kîjan kurdekî Sûriyê(Rojava) vedibe, rexneyan li kurdên Turkiyê (Bakur) û heyraniya wana ji bo zimanê tirkî dike. Lê, bi derxistina vê rojnamê bi vî awayê ku pê derketiye, kovar û rojnameyên kurdên Bakur yên salên heftêyî û heþtêyî tînin bîra mirov. Gava ku rojname an kovar bi tirkî derdixistin û li dawiyê çend rûpel ji bo kurdiya ku „kes naxwîne“ vediqetandin.
Mesele weha lê hatiye ku di nav duwazde qunciknivîsên bi erebî de, min xwe tenê weku qunciknivîsekî bi kurdî dît. Îca, di nav vê tofana erebî de, çi hewcedarî bi wê quncika kurdî heye, gelo?
Ez bi xwe ti hewcedariyê pê nabînim û ji ber wê jî ez quncikê xwe radiwestînim.
Herwisa heyraniya li hember erebî, di vê rojnamê de, giha wê asta ku yek ji desteya rêveber ya beþê kurdî ji rojnamê, bi erebî rojnamê pêþkêþ dike û  dema komîteyeke þêwirmendiyê pêþkêþ dike, ku ew komîte tenê ji bo erebî heye, bask pêve þîn tên. Vê yekê, destnîþankirina komîta þêwirmendiyê weku „mezintirîn bûyerê çand û afirandinê“ bi nav dike û wan weku navin li herêmê û li cîhanê naskirî pêþkêþ dike. Tev ku têkiliya hinek nav ji wan, ji bilî afirandinê, bi her tiþtî re heye û gundiyên wan wan nas nakin! (1)
Eger rêzgirtin ji peyva afirandinê re nemabe, divabû hinekî rêzgirtin ji aqilê me re bê girtin.

Encam

Ez bi hêvî me ku ev helwest, ji çarçoveya xwe ya destnîþankirî derneke û ti þîroveyên þaþ li pey xwe nehêle. Pêþniyaza min ji hevbendiya rojnamevan û nivîskarên kurd li Sûriyê re ev e, ku rojnameya xwe bi erebî derxînin û ne hewce bû zimanê kurdî têxînin wî halê ku we xistinê. Wê çaxê ez jî, wekî wan, bi erebiyeke petî û delal, dikarim behsa perîþanî û rezaleta ku zimanê me û çanda me têdeye, bikim.
…………………………………………………………………………………………………..
(1) Hûn dikarin vê agahiyê li vir, bi erebî, bixwînin
http://www.welateme.info/cand/modules.php?name=News&file=article&sid=4009
   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.27
Bi Tevahî Deng: 22


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark