Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirojeyê ku bo yekîtiya rewşenbîriya kurdî li Sûriyê hate pêşinyarkirin

 


Mihemedê Seyid Husên

 Ji her kesî ve diyare ku gelê Sûriyê bi hemî pêkhatên xwe ve, qûnaxeke hestiyar û alozewîst dijî, zor û sitemiya kesanedî, nemaze ya ku ji destên teroristên rêjîma şofonî û totalîtarî, ya malbata Esed ji çar-pênc dehkên salan ve dikişîne, tundutûjiya ketuber ya bê rawestan û vewestan, ji ber destên çeteyên qaşo ewlekarî, çolax û şevengên xwe-erzanfiroş dîtine, pelekutkirina hemwelatiyên bê sûc û guneh, ewarekirina derbider û talankirina mal û mewdanên xelkên xwepêşandêr yên aştiyane, sîngtazî û destval, azirdan û îşkenceya hovane, şewata bi saxtî û zindankirina hezarên çalakvanên pirotistêr ji dijberiya Sûriyê,


 bi ser ve jî destêwerdana şaşikreşên Îranî, îraqa Malikî û şerûdên Hizbelah, hîn kambaxtir jî bêdengiya goristanê ya civaka navdewletî û keyslêhatina. Vîtoyên Rosiya û Sînê, nemaze ku bihurê Emerîka û Ewropa di Telebîbê re qam kirine.
    Herwekî gihaye radyekê ku ji berya bêtirî salekê ve, bi saya hêz û huneriya nifşên ciwan yên enîbilind û serheldêr, nemaze ku destaneyeke şoreşvanî hêzdar û bê hempa, ji malzaroka kolanê dijî terorîzma rêjîma faşist ya malbata Esedî, bo azadî û rûmeta hemwelatî afirandine, herwisa jî Kurd mîna nasnemeyeke netewî cuda û hemwelatiyekî niştemanperwer, nemaze ku jana kefteleft û geflêxwarina dîrokdirêj rêjîm li dûv rêjîmên nîjadperestî buhartiye, bi du êşên kulneder yek jê ya çewsenkariya nasnameya netewî, û ya dinê mîna niştewarekî xemsar derd û azarên qiriktaliya libendmana demdirêj bi kotekî qurpandiye, dîsanê ji ber destê karbidestên rêjîma ewlekarî, yên ku ji qîrdana şoreşê kujtin û wêran bo çarenûsê hilbijartine, herweku Kurd  ji dîrokeke dirêj ve, bargiraniya berbat, tengezarî û felaketan ji ber ferman û yasayên regezperestî yên ewarte her û her hêj dikişîne.
    Bê guman ji baweriyeke çespane dibêjim: herwekî ji serdema çerxê çûnî ve, diyardeyên kêşeya gelê Kurd li Sûriyê, ji hemî hêlekarên dîrokî, tkoşerî, civakî, çandî û geleporî ve, destegul kêşeyeke siyasî, netewî û niştemanî peyda bûye, û dê di hindurê welat Sûriya yekgirtî de mîna kêşeyeke niştemanî çareser bibe, û naxwe ku kirîzeya îroke giran û yekpare bi ser gelê Sûriyê de hatiye, wisa jî dirust û çaksaztir dibînim ku gelê Kurd, di serî de ciwanên gireftar û serheldêr, rewşenbîrê namedar û siyasetvanê kêşegir, li gora armanc û xwezyarên şoreşaa giştî, bê derengîxistin hevmilî hemî tîre, çîn û derbirînên civaka Sûriyê ya hemereng bibin, li ser ritma diblomasiya niştemanî, nemaze ku rêbiwarî hev xwezyarên netewî çaksaztir diparêzin, û di pêşerojên nêz de dê Kurd hevparî biryara siyasî ya navendî bibe, wisa bê ewartekirin tenha ku rêjîma noker bête rûxandin, hinga teqez tucar Sûriya nûder bêyî çareserkirina kêşeya gelê Kurd, li gorî pelgnameyên civaka navdewletî, tucar nikare pêşgavan bide hêla azadî, wekhevî û dîmuqrasiyê, bi taybetî ku seqa û mercên kurdewariyê ji gel pêşewayên siyasî yên civaka Kurdî, di yek ziman û yek rêbazê de hevkar û hevgirtî bin, pê re jî ku rewşenbîrê hevpeyman û ciwanên nûhatî lawên qûnaxê û siyasetvanê dilsoz, li gorî xweztekên qûnaxê, li gorî keyslêhatin û derfetên zêrîn yên kêmpeyda, û pêkarîna xwe li ser zemîna jîwarî doz û daxwazên xwe tilînîşan bikin.
    Ji baweriyeke rasteqînî dibêjim: herweku gel jêdera azadî, mafdayîn û destelatdariyê ye, hîç nekes, ne jî partî dikarin rola gel bileyizin, ji ber ku ezmûneya dîrokê daye nasîn, êdî kesayetî sermedî namîne, her yê çûnê û nemanê ye. vêca ji perensîpa ku gelê Kurd avdeyekê ji tevna niştemanî ya Sûriyê tewaw dikî, û mîna hemwealtiyekî niştemanperwer tevlî kurdreseniya xwe bi şîn û şahî, hest û newaziyên civaka Sûriyê re yekpare bûye, û biryara bûneweriya xwe pê re gewde kiriye, gereke yekser pê re jî di hemî hêlekarên jiyanê de hevmil û hevpare bibe, ji heman baweriyê teqez ji erksezayên mirovê kurde, nemaze ku kargoryên berz û bala bo şoreşa heyî bi şanazî û comerdî bide, herweku ji rûyê din ve jî gereke birayên netewa mezin, li gel hemî pêkhatên welêt, helwesteke wa birayetî erênî û delîvedar binirxînin, bi mafê gelê Kurd yên rewa û egerseza li gel hûrgelên dîtir jî rûnên, û çaktir jî di dewleteke şarewerî, hemijmare û destûreke hemdemî û dîmuqrasî de cîbecî bikin.
    Di heman bafîkê de piroseya navnîşana jorgotî, helkeftê balkêştir tîne zimên, herweku me jî têbîn kiriye ku beşek ji rewşenbîriya kurdî, li rojavayî kurdistanê çalakî û tevgereke şêwelazgînî,  xwedêgiravî bo ku rewşenbîriya kurdî ji gewşekiya komît û komeleyên ku ji dîrokeke dirêj ve ji hev dizên kutah bikin, bi şêwazekî hemdemî bi serhevdehatina rewşnbîrên Kurd, li ser hêmanên hilbijartinê çaksaztir cîbecî bikin, pêk ve jî em hay bûne ku kombenda nîviskar û rojnamegeriya kurdî, ya ku ji sipîdeya tevkujiya avdara 2004 an, û di 22 nîsana 2004 an de hatiye bi navkirin, bê ku em tu nûçe, salix û peyaman li ser çalakî, bi taybetî çawahiya alavên ku pê/ ango li ser hatiye damezirandin zanibin, ji alîkî ve agahî dane rewşenbîriya endam, û bilî wan jî ku dê kongera damezirandinê li Hewlêrê bête li darxistin, û ji layê dîtir ve rewşenbîriya welêt bi lez û bez daxuyaniyek di biwara wê de zelal kirine, nemaze ku dê kombendeke nîviskar û wêjevanên Kurd bête li darxistin, û xweş dane nasîn ku kombenda derve ya 2004 an nûneriya wan nake, bi yekcarî ji wan destşûştîne û li mafrewaya wê jî hîç mikur nayên.
    Helbetî  wan jî bi têrutesel nedane zanîn, ku dê li ser kîjan alav û metodên hevpesende kombenda xwe ava bikin, îcarê dîsa ji heman raman û perensîpên li jor emaje pê dayî, bi tyabetî ji bo ku ronakbîriya serdema şoreşa îroke, xwe ji kilasîkiya xilmet û keysebaziya tekakesane ya ezmûneya dîroka têkçûyî raqetîne, xwe ji gelaxavtina navxwyî ya rij û kelê, bêdûnde, sêwîberhem û pûçencam daweşîne, berê xwe bide diruşm û siloganên hemdemî, yên ku rûberê gerdûnê bi tovê aramî, aştî û tenahiyê raxistine gerden bikin.
    Lê mixabin ji encama guftugoya nêzî mehekê bêtir, bi herdû helwestên cîyewaz û nakokîbar re, me ev pirojeya jêrnivîsî ya yekgirtinê pêşinyar kiriye, û armanca serete jê ewe ku tev bi hev re berevaniya çand, afirandin û wêjeya kurdî li herêmî û kurdistanê bikin, tenha bo ku geşedar û gewez li cîhana kurdistaniyan deng vede, û her hîviya me di yekîtiya rewşnbîriya kurdî de pir mezine, wilo jî  em pêşbîniyên pêşerojê pê re serkeftî diçesipînin, herweku armanca serete jê ew be, ku em tev baştir zanibin rewşenbîrê Kurd kî ye, û rola wî di serpereştiya felaket, kirîze, şîn û şahiyan de çiye:
    Hîç nadim mandelê ku ezmûneya pêmijûliya me, bi çand, ziman û ronakbîriya kûrzanistiya ronakbîrî re kurtedîroke, lê hema weku ronakbîr ango rewşenbîr bi hemî karnasiyên xwe yên terxemî ve, di navgîna civakên navnetewê de hatiye nasîn, mirovekî pir hestiyar û firehzanîne, bizûtî ji kiryarên tunutûjî, çewisandin, tengezarî û dorpêçanê ditengije, mîna dûrbînekî pêşzan, pendyarekî çavlipêş û bilîmet, tûjawirekî kûrbîr û dirustkar, hozanekî cangorî û êşnas, serwayekî pêşeng, rajalê bergeya tekoşînê, rexnevanekî zanava, kêşegir û namedarekî dilsoz û nemekdar, dêmeku li yek hawî ezmûneya dîrokê jê re çespe kiriye, nemaze ku rewşenbîr sinc û nîhadê gelan gewde dikî, demdar li gorî xwezyarên qûnaxê asoyên pêşerojê dirust dixwînî, herwisa bi pêşbazî ji navkutka dilê civakê pêşgavên payeberz û fertene, li gel kargoriyên gewre daye jiyaneke azad û rûmetdar.
    Herwiha rewşenbîriya kurdî mîna hemû rewşenbîriya civaka navnetewî, dibin bandora erênî û neyênî de dubeş bûye. weku me li pêş amaje pê kiriye, û neyênî weku me li jêr rahijtiyê, bê gumane mercên ewarte yên bê hedn û  tebat û tundalozî, bi taybetî ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe, hiştine ku hin rewşnbîrên vînderizî û derûnlawaz, şiyanmirî û reşbînhêvî, jixwe nebawer û keysebaz, nemaze ku ji mêj ve li ser binyata çanda koletiyê perwerde bûne, û ji ber zirt, fort û geflêxwarina karbidestên ewlekarî, çete û şevengên rêjîmê, nemaze yên bixwe berguman, kurtebîn û bîrşêfil, ji ber destêwerdana xwemale û çavpêliya sîxur û qelawiziya bêganeyan, sawa metirsînê ew ji kokê ve hejandine û ji mejiyê kurmî ve hingavtine, tenha ji ber perensîpa hilbijartinê ceger ji wan reviya ye û seraqet ber ve pêş de dibezin, herweku dixuye nanê kesperestiya xwe di mercên yekbûnê de hîç napelînin.
    Lêbelê li gora rêpilan û ecendeyên ku paşmêrên nihênî, ji wan re bi têrutesel nexşandine, êca hewlên mezin didin ku rola xwe di nêv rewşnbîriyeke gevezî, zîvarî û tarumar de bileyizin, loma bi şêweyekî razperîze wisa ji hindamê ve, bêyî ku pêşagahiyan bidine rewşenbîriya kurdî, yekser dane şûrê xwe yê pasikgirtî û li gel aşopiyên velrerziyane û zirpirojeyên qawinderizî û derewîn, wisa ji nêv girînekên genavî gav dane têkçûnê, û xwe li karekî berguman li gel lixêvên zexeliya tiral û tembelan rapêçane, herweku hêj hewl didin ku lûsekî qewarbiçûk, binyad sist û pexoxî, di nava rewşenbîriyeke çvşikestî û ji hevpijlî de, ji hriya bê ka û bê gêçirmekirin ji kêstekên riziyayî ava bikin, wisa xweş diyare ku tucar xwe di mirêka yekbûnê de nabînin, lêbelê tenha xwe di navgîna çarçuveya rewşnbîriya perçebûyî de, li dengvedana nîgaşên kesayetiya xwe, ya sernixûm, çavhîz, newêrek û stûxwar digerin.
    Loma pirs di mijarê de bê rêdan xwe dawer dik, gelo çima piştî guherînên ku li Sûriyê çêbûne, hêj yên ku navê rewşenbîriya hindirû li xwe dikin, pênûsên xwe ji kalanên zingorî nekişandine, û berevaniya kêşeya gelê Kurd ya netewî û niştemanî nekirine, vêca ji kîjan mafrewayê dibêjin em nûneriya hindirû dikin, bi ser ve jî çima berya daxuyaniya kombenda 2004 an, û piştî salekê ji şoreşê ji nû ve xwe li vî karê gewre ranepêçane, çima weke rewşenbîrên namedar hevparî raperîna kolana xwepêşandêran nebûne, lêbelê mîna korkilasîkna ji dengê desthilanînê çolebirr terqiyane, û di bêdengiya miriyên gorê de hêwişî mane.

Bernameya kar û alavaên yekgirtinê evên jêrgotî ne.

    A- Gava bingehîn ya ku kombenda nîvîserên Kurd li ser ava bibe, hilbijartina serbixwe, azad û dîmuqratiye, bi taybetî ku ji hejmara rewşenbîriya kurdî li Sûriyê, rewaya rêja 51% bicivîne.
    B- Mebest û armanca sereke jê ewe, ku rewşenbîr bi karekî wa serkeftî, nimûneyek fîraz weke hemî nimûneyên cîhanî yên serkeftî raçavî siyasetvanê Kurd bike, nemaze ku ezmûneya koma 9-10 partiyên kilasîk, di kongereke şeliqî û têkçûyî de, tenha ku mîna rêjîma totalîtar bi alav û metodên kilasîk yên paşdemayî hatiye lidarxistin, herweku bi biryarên jixwe girantir û kêmçare derketine, wisa jî di encamê de bi destekariya hemcûriya cemawirên berfireh bextewar nebûye.

    C- Wê heman nimûneya serkeftî mafrewaya xwe raberî hemî sazî û kombendên rewşenbîrî, di serî de li nêv hemerengiya çandewariya niştecîyên welêt, pêk ve jî li herêma naverebî û rojhilata neverast, bi taybetî dewletên sînordaş yên ku Kurdistan ji mêj ve dagîr kirine, û ji hinga ve çand, ziman û kultûra gelê kurd talan bûye, da ku ji hemî civakên navdewletî bi pelge û dîdevanî, sezayên rewaya xwe bi baneşanî û astebilindayî bi dest ve bîne.
    D- Bi heman nimûneya bîrekarî, fîraz û berhemdar, dê komîtên wê yên hilbijartî, ji zimanzan û rêziman-nasan bo çapemenî û weşangeriya kurdî, zimanekî rewanbêje û rêwefermî bo pêşeroja rewşenbîriya kurdî, nemaze ku vê yekê di mercên endamîtiyê de bo giştî biçesipînin, û bi dilbarî hewlên mezin bidin ku çand, ziman û kultûra kurdî ji dûv talanan vegerînin.

    Herweiha pirojeyê ku rewşenbîriya kurdî, berperensîpî li ser zemîna ketîwarî û bîrlêkirina bineretî ya ramanî, çandî û wêjenivîsî, bo yekîtiya navxweyî pesende kiriye, çiku rewşenbîrê Kurd cotzimane, êdî gereke nivîskar bi hemî terxan-nivîsên xwe ve, neyên serbêşkirin û ewarte jî nebin, herweku pêşinyar bi kurtî di sê-çar daniştinan de çargîsn û şeşbare bûye, lewra naçar bûme ku wê di van xalên jêrnivîsî de ta bi derzî vekim.
    1- ji serî ve min dehbare di hemî civîn û hevdîtinên teka-teka û bêtir yekî de, gotye ku ez li deriyê payîza temen dixînim, qûnax pîvaneke giring ûpêwîst di min derbas bûye, ez nema dikarim nûnerî, ango stûbarî û çalakiyên giranbuha yên rewşenbîriya kurdî hilgirim, ez weke nivîskar an ku bête pesendekirin weke  rewşenbîr, herdem emade me ku dengê xwe di hilbijartina azad û dîmuqrasî de bidime kesên hinkûf, wisa jî çi pirojeyê ku rêja 51% bîne ezê bejna xwe li ber bitewînim, û şerme ji bo min ku bi rêzdarî nekevim berevaniya wî û şîreta pakîza û derlayen nebêjim, mebest û armnca serete bo vê yekê ewe, ku lawên qûnaxê yên serdema tiknolojiya pêşketî, nemaze ku çaktir hemdemîne û bi kêrî xwezyarên qûnaxê jî tên, êca eger ku hemnişînên civîn û hevdîtinan ceger bê wan û ji sinc û nîhadê ku brevaniya kêşeya rewşenbîrî bikin, wê bê derengîxistin rasteqîna dîdariya çavên xwe û bihîztina guhên xwe ragihînin xwênerê xoşewîst, da ku navgîna rewşenbîriya kurdî zanibin, ku min xwe ji kesayetiya kilasîk û kevneperistî bi sed avî şûştiye.
    2- wekheviya jina rewşenbîr û rola wê li kêleka mêr, di hemî saziyên rewşenbîriya kurdî de, û pişikdariya wê ya serbixwe û azad, dîsanê weke mêr di hemî sazî, çalakî û helkeftan de.
    3- di serî de her bajerek ji rojavayî kurdistanê mîna şaxekî, {ayekî}rêkeftina rewşenbîriya kurdî re, dê li gora rêja 25% yek bo komîta emadekar jê bête hilbijartin, bi wateyeke dîtir ji her 25 rewşenbîran wê yek bo komîta emadekar bête hilbijartin.
    4- wê komîta emadekar li dora 10 rewşenbîrên ferezan, ekadîmisyon û xwedî ezmûneya karê rêxistinî, weke piroje rêkeftinameya hindirû bo rewşenbîriya kurdî li rojavayî kurdistanê rawe bikin, û di rêka tiknolojiya pêşketî de her endam bixwîne, nemaze ku têbînî û hemwariyên xwe yên helkeftî lê kêm û zêde bikin, û li komîta damezra vegerînin, ta ku di kongera giştî de rewaya xwe ji hilbijarinê bistîne.
    5- komîta emadekar wê 3-5 endaman bo pêşewatî û çavdêriya çareserkirina gengaze, pirsgirêk, arîşe û hûrpîşên bi stirîdirk, yên ku pêrgî pêvajoya kar bibin ji navxwe hilbijêrin.
    6- wê her bajarek dibin çavdêriya komîta emadekar de, li gorî seqa û mercên heyî kometeke serokatî, nemaze ku her 2 salan di rêka hilbijartinê de bête guhertin.
    7- wê heman bajar û weke wî hemî bajarên rojavayî kurdistanê, bi rêja her 10-15 de rewşenbîran 1 î bo kongera giştî ji navxwe hilbijêrin.
    8- wê komîta emadekar li Qamişlo mîna navendeke serteyî, wê cî, roj û dîroka lidarxistina kongera giştî bide xuyanî, û hemî endamên hilbijartî ji herdû taxên Riknedîn û Zorava li Şamê. Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, ji Efrînê ta ku bigihê Dêrikê, li gel hemî navçe û bajarok vexwendî kongerê bibin.
    9- wê ji gel komîta emadekar hin ji rêvebiriya hevrêzên ciwanên Kurd, weke çavdêr û mêvan vexwendî kongera giştî bibin, da qena ew jî bi çavên xwe ezmûneya çanda dîmuqratî û azadî ya rewşenbîriya kurdî bibînin, wisa jî ji her partiyeke kurdî, wê ji 1-
2 berpirsyar li kongerê bibine mêvan.
    10- wê kongergerîn ji navxwe serokatiyekê hilbijêrin, û ji heman kongerê wê komîta ziman, çandî û çapenî, rojnamegerî, çavdêriya karubarên dirameta abûrî û komîta pêwendiyên derve, li gel dabeşkirina stûbariyên hemî saziyan û rola komîta çavdêr bête rêpilankirin, û bilî wan jî tevlî navlêkirina kombendê bêtin hilbijartin, pêk ve jî dê hemî komît, komele û kombendên kurdî yên rewşenbîrî li Sûriyê bêne têkdan….û zor sipas.
  
Qamişlo  18 – 3 – 2012....
gorican2@hotmail.com


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark