Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez Kurdim

 


Mehmûd Badilî

Dibe ku carekê li serê texe, tu ji xwe bipirsî, ez kî me? Yan tu li ber neynikê li xwe binêrî û dîsa vê pirsê ji xwe bikî.. lê bi bext ji min re hestê xwe þîrove bikî, hema di wê kêlîkê bi xwe de, gava tu li dengê xwe guhdar dikî, çi bi te re çê dibî..?.
Li vir tu xwe bi xwe û di rêya dengê xwe re nasnameya xwe didî xuyakirin, çiku nasnameya te di bingeha dengê te de ye, ev deng di rêya axaftin û nivîsandin û xwendinê re saz dibe.


Dibe ku tu here deverekê, li wir yek ji te bipirsî navê te çi ye? Tê bibêje navê min Hozan e, yan bipirsî tu kî yî? Tê bibêje ez kurdim.
Li vir dixwazim te agahdar bikim ku navê te bi xwe nasnameya te yî, çiku ligorî zimanê te navê te bi wate ye, lê di zimanên dîtir de dibe ku navê te bê wate be.
Lê gava tu bersiva xwe dide û tu dibêje ez kurdim, dîsa li vir tu dixwazî nasnameya xwe bidî xuyakirin û di heman gavê de tu xwe cuda dikî ji miletên dîtir, li vir gelek hokarên din rola xwe dilîzin, wek daxwaz û viyana te, xak û dîroka te, û zimanê te.
Ev cudakirin bi xwe (Ez Kurdim) dikeve warê netewî de, erê miletê kurd neteweke, li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, dîrokek hevbeþ wan bi hev ve girêdide, zimanê wan yeke, daxwaz û viyanek hevbeþ û xurt di navbera wan de peyda dibe.
Ji xwe hebûna zimanê netewî, bingehê serekeye yê ku ramana netewî li ser ava dibe, û wateya nasnameyê bi xwe di naverok û cewherê ziman bi xwe de temam dibe, û di erkên ku ev ziman bê radibe, û di sedem û þêweyên ku bûn alîkar derbarî hebûn û pêþveçûna wî de, û rêkên fêrbûn û bikaranîna rojane û di her  demê de.
Kurdo.. tu dibêje ez kurdim, îca ezê ji te bipirsim, gelo tu zimanê xwe bikartînî, tu bi zimanê xwe diaxivî, tu pê dinivîsînî, tu pê dixwînî, tu pê hez dikî..?. 
Ez dizanim tu bi zimanê xwe diaxivî, û tu pê hez dikî û distirê jî, lê ev tenê dengê te li cîhanê bi ser naxe, û nasnameya te berz nakî, dibe ku tu bi xwe hest dikî, gelek peyv û bêje hêdî hêdî dimirin û peyvên biyan dikevin þûna wan ji ber ku bi kar nayin, îca ez qurban, ger tu bixwazî þoreþa te biserkeve, her ber neynikê û bi dengekî bilind ji xwe re bêje: divê ez xwe bi xwe ava bikim, bi zimanê xwe biaxivim, binivîsim, bixwînim, bistirêm, hez bikim.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark