Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cihê pirsê ye?? Yan cihê tirsê ye?? Yan cihê hepsê ye??

 


Berzo Mehmûd

Gelî camêran, di Kurdî de peyva (pirs) û peyva (tirs) li yek rîzmê (rythm) hatine. Gelo (pirs) bi xwe şûna (tirs)ê digirê??  Pirsa me di van rojan de li nav Kurdên Sûriyê xwe tavêjê meydanê, pirsa me bi tirs tê gotin, lewma em dibêjin: çi dibê li tara me, çi diqewimê li bajarê me? Ev kî wilo dike? Û çima? Çilo? Bersiv bi xwe cihê tirsê ye? Lewre (pirs) bi xwe dikevê ber girtinê/heczê  de.


Baş e, eger pirs e, ev çi tirs e!!? Ji ber ku bi pirsê mirov digihê Xursê, wek ku Kurda ji berê de gotiye. Mebest jê ew e ku (pirs) wek ku di felsefê de hatiye mirov bi ser rastiyê de tajonê, lê ji ber ku rastî mirovên gunehkar hişkere dikê, û mirovên bêguneh jî dûr dikê. Eger aliyê xurt gunehkar bê, ji xwe tirs serê xwe hildidê. Lewre jî em nikarin bêjin, ber e çav tenê bêjin, ber e di nav dîwaran de bê gotin, lê herî xelk di nav xwe de, yan ber xwe de rastiyê dibêjin.
Babet çi ye?? Babet ew e kurdîtî bi destê Kurdan têne lêxistin û pêşêlkirin, têne wundakirin, Kurd bi destê Kurdan têne lêdanê dixun, têne binçavkirin. Ev kar ne karê xebatkara ye, ev kar ne karê cêhil û bê-aqila ye, ev kar karê xudanpîlan û dijmina ye, gerek siyasetmendên Kurdan jihemî aliyan li ser vê mijarê şiyar bibin, êdî bes e ev xwefiroşî. Xwefirştin di nav Kurdan de pir bûye, eva han helwêsta Kurdan bêserî hiştiye, Kurd bûne bêhelwêst, heçku Kurd ne ji vî welatî ne ku ev bi xwe daxwaza şofîniyên Ereba ye.
Dema neyar bixwazê doza te li ber te xira bike û milet bêhêvî bikê, li şûna ku ew werê beramber te hişkere rabê,  ji xwe re pîlanekê didanê bi awakî ku ew bikevê pişt perdê, belê kesin ji miletê te bikar tênê, û bi vî karî radibin, ku tevgera Kurdî li Iraqê navê (caş) li kesên wilo kiribû. Hevsarê van caşan jî di dest dijmin de ye, çi cara jêre lazim bibê, wan didê pêş, ku ji van re navek divê, ji ber ku hin ciyawazî navbera caşên Iraqê û caşên bajarê min heye. Lewre peyva (caşên nû) navekî weha xwe li wan dixwê, her ew kesên ku şûna dijmin kar dikin.  Belê ev caş xwe dikin xwediyê doza te û bi navê nakokiyê xwe ji te rasttir û dilsoztir didin xuyakirin, bi armanca ku milet bawweriyê bi wan bênê. Caşên nû xwe dikin hilgirê doza te, xwe dikin xwediyê doza Kurdî bo ku hem beşekî ji kurdîtiyê wek tevger ji te dibirrê û parçe bikê, hem jî te qels û bêkêr bikê, di alîkî dî ve jî beşek ji xelkên te bêhêvî dibin û destê xwe di ber xwe re berdidin, û bi vî awayî tevgera Kudî diçelmisê û nikarê xebata xwe bi xurtî berdewam bikê. Armanca vê  pîlanê ew e ku ev doz navbera xwedî û dizan de werê wundakirin, bo ku ji heqiyê  werê ser neheqiyê .
Gelo derfet her wusa ye bo Kurda, çima em tê nagihin?? Çima em dibin dardestê xelkê?? Çima em dibin peyayê dijmin?? Çima em xûna Kurdan li kurdan helal dikin??  Emê vê mijarê bi awakî rewanbêjî bêjin, em çiqas tevnê dirêsin her xeta me xweher  tê, drust nayê?? Helbesta Bedirxan Sindî di vê bafîkê de xweşik hatiye, bi ser ku ji zû ve gotiye, sala 1975, lê wek ku dibêjin: Dîrok xwe vedigerênê, lewre emê vê helbestê ji we re danin ku ew jî ev e: Dilo, min û te dersoka şirînê rist
Me rist û me rist û me rist
Ji pirça Selwayê
Li ber kevirê ((Melê))
Pişta xo dayê
Me rist
Ji semayê
Lê muxabin
Sed muxabin
Girgên gir
Ketin nav liban
Libên jêkfirr
Lew ser û bin
Tevnê me hat
Xwar û sist
Muxabin sed muxabin
Tevnê me hat nedurist
Tevnê me hat nedurist
            ************
Me rist û me rist û me rist
Me bo Şirînê
Teşiya xo rist
Me bada û bada û bada
Wefaiyê Derwêş[1]
************
Me rist û me rist û me rist
Ji davên birîsîyan
Davên zêrîn
Li asmanên fireh
Li nîvên şevan diteyisîn
Gilola avirmêşî
Me hilkir
Li dor şîşa dilan
Ji nav cerg û sîyan
Lê berberê sihharê
Mire tevinrêsan
Ji bêxewî
Ji pêve nivist
Tevnê me hat nedurist
Tevnê me hat nedurist
************


[1]  Wefa-î : hozanvanekê Sofîye gelek sala li Şemzîna jiyaye..


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark