Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ava serê Malikî dikelînin

 


Diyar Ehmed

 Wek me pêvajoya dîroka xebata rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistanê nas kirye, ev rêberê dilsoz, xebatkar û mirovperwer di wê dîroka xwe ya têr û tijî de, tucarî daxuyanî û helwêstên ji xwe mestir ne dane, bîr û boçûnên kelevajî negotine, û tucarî jî ne axivye ji bo piropagendê û herweha ji bo  ku xwehir û vîçkên siyastên ne di rê de bi dest xwe ve bigirê, yan  ji bo gihandina merem û armancin veşartî kar dikê.


Rêzdar Barzanî xwedan rêbaz û ezmoneka siyasî ya zengîn û rengîne, cihê rêz û siyaneteka mezine, ne tenê li cem gelê kurd li Herêma kurdistanê, lê belê, ew cihê heskirin, bawerî û hêviyaye li cem piraniya xelkên kurd li herçar parçên kurdistanê, û  herwisa cihê rêz  û rûmetiyê li rex neyarên kurdan jî.
Barzanî dema soz û peymanan didê yekî, li gotin, soz û peymanên xwe xwedî derdikevê, û çaxa destên biratî û dostaniyê jî didê yekî, pişta xwe jê re vale dikê û çavên neyartiyê lênanêrê, ta ku ew alî, yan ew kes di demekî de, bi ron û eşkere dijminatiya gelê kurd û mafên wî jî dikir .
Barzanî di xebata xwe ya siyasî de serket û destkeftîn mezin ji gelê kurd re bi dest ve anîn, serketina wî jî, ji gelek eger û hokaran hat . lê belê, egerên serekî ji serketina wî ya siyasî  re, ji alîkî ve xurtiya rêbaza ku pêgirtiye û ji aliyê dî ve mêranî, rastî û dilsoziya wî ya bê sînor bi hevalbendên wî re û baweriya wî ya bê pîvan bi hebûna gelê kurd û mafên wî yên rewa, ku wek netewek di dîroka mirovatiyê de rastî xedir û zordariyê bû ye. Ji ber wê jî , dema ewî bi zelalî helwêsta xwe derbarî Malikî de ragihand û şerê Malikî kir, ewî zanî çi dibêjê, ji ber piştî ku Malikî jê hate xwestin ku bi eşkere xizmeta ecindeyên Îranê di herêmê de bikê û hevalbendên wê yê li ber hilweşandinê biparêzê .di kêlîka pêşîn de, Malikî  li  ber gef û birhên Îranê ji dest hilanîn ket  û dev ji berjewendiyên gelê Iraqê yên bilind berda beramberî ku kursiyê xwe ji dest xwe bernedê.
 Malikî bilez û bez siyaseta xwe berambeî rijêma Sûrî guhert û ew nakokiyên berê bi rijêmê re paş xwe ve avêtin .ne ev bi tenê jî, lê bû alîkar û piştevan ji rijêma Sûrî re , û li aliyê dî şerê kurd û suna jî kir. Malikî  bi vê gava xwe dawiya ketina Hikumdariya xwe nêzîk kir , çimko  Barzanî û serkirdên dî jî yên Iraqê dizanin , ku Malikî çi dikê û berê wî bi kû ve ye, û dibin çi ecindeyan de dixebitê , ev yeke bû egerê ku îro Malikî nema mirovek cihê dostanî û baweriyê li cem rêzdar Barzanî û gelek serkirdên dî yên Iraqê, va îro Barzanî bi hevalbendên xwe re ava serê wî dikelînin û Malikî jî li duryanekî rawestaye, yan divê siyaseta xwe biguherê û pêgiriyê bi tevî xalên rêkeftina Hewlêrê bikê, lê em di wê baweriyê dene ku nikarê ,û yan jê dûr an nêzîk divê barbikê û dev ji wî kursiyêl kotekiyê berdê,û eger ev yeke pêknewê , gelê kurd jî  wê ji xwe re li rêyin dîtir bigerê , ji ber ji gelê herêmê re hatiye xuya kirin û milet gihaye wê baweriyê , ku serdema rijêmên kotek û diktator borî û niha dema avakirina dewletên dadmend û dîmoqratiye, ku yasa û dadwerî tê de serwer bin û hevwelatî jî li ber wê yasayê di erk û mafên xwe de wekhev bin .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark