Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Barê zana ..li milê nezana

 


Xelîl kalo

Ji mêj de ev gotin hatiya  bi karanîn û cîbecîkirin ser destê kotekan û bê wicdanan , ji wan þahînþah , mîr û serdest û xanedan û bijartiyên wê çandê , ji lewma jî dibêjin ku dinya ser milên feqîr û hejaran  hetiya avakirin ,û heta roja îro jî ev kar , çanda kotekî û keysbazî berdewame . hin pê diçine jor û dibin xwedî mal , nav û tac , .û hin dimênin  jar û êzingên jiyanê .ev felsefa û nîzîkbûna mirovan di gel hev vê ne wekheviyê û arîþên herî aloz di dinava civakan de di afirînin û di bine sedema herî mezin bi paþketina wan de , û dibe egera ne tebatî û ne hedana dinya  mirovan bi tavayî .


Em kurd jî heta roja îro derbdayî û ketiyê vê çandê ne, her weke ku em dibihîzin yan jî di bêjin ku em li ser hev wekî gel û millet xwedî dozekê ne yan jî çarenûsa me digel heve , lê li ser erdê û di kar û xebatê de ew gotina  ku li jor me gotî ne rast tê bi karanîn û bi awakî dîtir û berûvajî tê bikaranîn û jiyana meyî kurdewarî bi rêve na çe weke tê xwestin .eger rewþa me ne bivî awayî berdewam bûbane , wê halê me ne bê pirgal û paþketî bane, û em jî  weke gel û netewe di rewþeke baþtir debane . ev nakûkî û aloziyên exlaqî û wicdanî wê ne çand û rêbaz bane ji bijartî û serwerên mere . hingî merov di karîbû bibêje ku egera sereke ji paþketina mere xelkê xerîbin û ji ber hêz û zordariya wan ,lê ev þîrove û texmîn heta radeyeke bilind ne raste .ji ber hemû tiþt ber çavin û nayên veþartin di karê meyê rojane de .niha bijartiyên me kurdan wicdanê wan ne zelale û ne gelekî xembarê gelê kurdin  , pirê wan tenê yên berjewendiyên xwe ne û barên xwe di dine ser milê feqîr û hejaran bi navê netewê  û lawîniya xwe dikin ser êþ û azar û hêviyên wan bi navê doza kurdewarî .

Xelîl kalo
19.04.2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark