Dr.Barî
„diyarî bo gulên nisrîn“Ev Þev ne ji rêzê ye
çav westiyayî xewê ne
lê li ber xwe didin
çimkî evînî ji gundê me dibare
bêdengiya li ser evrazên tenahiyê Þikest
peravên buhuþtê xuyabûn
te di nav de dibînim
nêrgzên min barkirin
ji fedya hebûna te
hey nêçîrvanê peyva bêdeng
nema toran vede
êdî hemî awir
bûne dîlên evîna te
dema lezok
sitûnên niiiiiiiimz ta ezmanan
hew têra evînê dikin
gelo çawa bê raz û kilît…………………………….bilind bû?!
De here
Te kolan hemî ronî kirin
Te kavilên wêran hemî nûkirin
De here
Tu li nik minî
Lê dîse bêriya te dikim
Ev þev ne ji rêzê ye
Tariya xwe diyarî
Roniya çavên te kiriye
Ev þev ne ji rêzê ye
Bêdengiya xwe diyarî
L………ên me kiriye