Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Turkiyê û partiya (Îxwan Elmuslîmîn ) û partiyên Erebperest li Sûriyê nabin dostên gelê Kurd .

 


  Dr.Ebdilmecît Şêxo *

Partiya ( Îxwan Elmuslîmîn) ji berî  çend salan de, ango hîn piştî raperîna Avdara 2004 an de, ya ku li seranserî bajarên Kurdistana Sûriyê, ji Qamuşliyê ta Efrînê bû ye , dixwast pêwendiyên xwe bi partiyên Kurdan û kesayetiyên  kurdperwer re girêde, evê partiyê  li Ewropa hevdîtin bi hin siyasetmedarên Kurd re kirin; serokê wê yê Berê Elî Seder Elbiyanonî hinekî zimanê xwe nerm kiribû, ewî li ber telvîzioynan (Cezîrê ) û (Erebiyê)  pir caran li ser gelê Kurd radiwestiya û helwesta xwe ya erênî ta radeyekê ji gelê Kurd re dida diyarkirin .


 Lê hîn di wê demê de jî partiyên tevgera  Kurdî bi peyvên wî nedihatin xopandin, ji ber ku, ewanan dizanîn ku ramana( Îxwan Elmuslîmîn ) ji rikberiya netewayetiya Erebî nehatiye rizgarkirin. Lê piştî şoreşa gelê Sûriyê (15.03.2011)  (Îxwan Elmuslîmîn)  bi alîkariya Turkiyê xwe pirtir livand û bizava xwe ya siyasî kir û  di bin sîbera dewleta Turkiyê de li gel hin partî û rêxstinên din Sûrî û pir kesayetiyên din yên serbixwa Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ( ji 350 mirovî, ji wan (270) îslamperest in)  li Turkiyê bi seroketiyê akadêmiyekî serbixwe Dr. Burhan Xelyon damezrandin.
Ji roja rojê de (Encûmena Niştimanî ya Sûriyê) û bi texmîna min li gor  şîret û fermanên hukumeta Receb Ordoxan giringî nedaye (Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê) ya ku niha ji (16) partiyên Kurd û (160-170) welatparêzên serbixwe û ji gelek (Hevrêzên Xortên Kurd)  pêkahtiye.  Lê tenê çend kesayetiyên serbixwe û nûnerên du,sê partiyn  Kurd cihên xwe di  Encûmena Niştimanî  ya Sûriyê de girtine, lê mixabin ta niha jî  ewanan nikanin hikariyên xwe li rêxistinên Îslamî û netewperestan di wir de bikin.
Encûmena Niştimanî ya Sûriyê  di helwesta xwe de li hember doza gelê Kurd li Kurdistana Rojava hezhezokî, keysebazî û neyênî ye , dengên partiya  Îxwan Elmuslîmîn, kesayetiyên olperest û hêzên Erebperest di wir de pir bilind in û dengên Erebên pêşverû mîna Dr.Mihye Dîn latqanî û Dr. Kemal libwanî pir nizm in, xuya ye;ji ber vê rûdawa neyênî jî ,Dr. Kemal Libwanî xwe ji Encûmena Niştimanî ya Sûriyê vekişand .
Di rastiyê de; di navbera Encûmena Kurdî û Encûmena Sûrî  de hevdîtinên rasterast li Qahîre , li Tunisê  û paşê li Herêma Kurdistanê jî çê bûn, nûnerên Enûmena Niştimanî ya Kurd li ber ronahiya biryarên kongira xwe danûsatndin bi Encûmena Sûrî re kirin ,lê mixabin Îxwan Elmuslîmîn û hevalên xwe Erebperest naxwazin taybetmendiya gelê Kurd li Sûriyê nas bikin .Lê ewanan bi ya me be; bi tektîk û di bin bandora hin şîretên dewletên Ewropî , di kongira Tunisê (17-18) 12 .2011 ê de li ser vê deqê duhatî biryar wergirtin. ( Encûmena Niştimanî ya Sûriyê , nasnama netewî ya gelê Kurd di destura Sûriyê de dupat dike, divê pirsa kurdî mîna beşek ji kêşa niştimanperweriya giştî li welêt were dîtin .Herweha jî; Encûmena Niştimanî ya Sûrî dixwaze pirsgirêka Kurdî çareser bike , setemkariyê ser Kurdan rake, Kurdên ziyan dîtine, divê ewanan şûnziyanê  wergirin, divê pênasîna mafên netewî yên gelê Kurd  di çarçewa yekitiya axê û gel de were çespandin. ) Encûmena Niştimanî ya Kurd, biryara kongira Encûmena niştimanî ya Sûrî li Tonisê nepejirand , ji ber ku biryara wê; ne li gor biryara gongira Encûmena Niştimanî ya Kurd bû,her weha jî, biryara kongiraTunisê nikanî bû vîn û daxwazên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê derbibiriya .
Tevî helwesta neyênî ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî dermafê gelê me  de ,dîsan nûnerên Encûmena Kurd di kongira Enûmena Niştimanî ya Sûrî de li Istenbulê (26-27)  o3. 2012 beşdar bûn; Nûnerên me bi hêvî bûn ku Encûmena niştimanî ya Sûrî yekbûna gelê Sûriyê û hêzên dijber biparêze,li helwesta xwe vegere û daxwazên gelê Kurd yên dadmend di pirojeya (Hevpeymana niştimanî ya di Sûriya pêşeroj de) di vê kongirê de bipejrînin.lê pir cihê mixabîniyê ye; ku vê carê helwesta Encûmena Niştimanî ya Sûrî dermafê gelê me de  hîn pirtir neyênî bû, ewê di vê kongirê de, biryara kongira Tunisê derbarê miletê Kurd de beravêtî kir û biryarek nûh; bejin kin ,birîndar û bê herdu ling pêşkeşî dîroka Sûriya nûh kirin û gotin :(Destura Sûriyê dupat dike ku cidabûn di navbera pêkhatiyên civaka Sûriyê ,di warên  olî ,rêolî û netewayetî de ( Ereb,Kurd, Aşurî -Suryan ,Turkiman û hin din de tune ye û destur bi wekheviya mafên wan di çarçewa yekitiya axê û gel de li Sûriyê dipejrîne . .) Va ye me dît çawa Îxwan Elmuslîmîn, partiyên regezperest naxwazin gelê Kurd mîna miletekî serbixwe û li ser erdê xwe dijî, bibînin; ewanan dixwazin bêjin ku Kurd mîna kêmnetewên din Turkiman , Eremenî , Asur-Suriyan kêmnetew e, ewa jî li ser axa Ereban dijî; ango ewanan jî dixwazin mîna kevneperst û riçperestên Turkan ,Farisan  beşên ji welatê me û samanên Kurdistanê ji xwe re zep bikin.lê pêwîste em bêjin jî ku nûnerên Encûmena me di vê kongira îslamperest û Erebperest de bêdeng neman,Dr.Ebdil Hekîm Beşar bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd di vê  kongira Îslam û erebperest de got;  (Ji ber ku Encûmena Niştimanî  ya Sûriyê  bi tenha xwe (Pirojeya belgeya peymana niştimanî)  nivisiye ,em bi wê re di nivîsandinê de ne beşdar bûn  û  herweha jî Encûmena Niştimanî ya Sûrî  çareseriyek dêmokratî ji doza gelê Kurd re nekiriye … ,û her dîsan jî ewê pêşniyarên me yên giring nepejrandine , lewra em jî pirojeya vê belgê napejrînin û em di vê kongirê de beşdar nabin .)      
Wek hemî hemwelatiyên Sûriyê û hemî cîhan dizanin ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji roja destpêka şoreşa Sûriyê de(15.03.2011) bêdeng nema ye , miletê me bi deh hezaran derketine û hîn jî derdikevin kolanên bajarên xwe û daxwaza rûxandina rêcîma Sûriyê dikin û gelê Kurd di vê şoreşa azadiyê de qurbanî dane, em ji hemwelatiyên Sûriyê û ji Encûmena Niştimanî  ya Sûrî dipirsin, gelo çima hûn dixwazin em  bi we re di xûnrêtinê de heval bin, lê em bi we re di parvekirina mafên netewî û bi wekhevî ne heval bin ????? Ma gelo Eva di kîjan olî û desturî de heye ????? lê hûn dixwazin em ji raya giştî re bêjin ; (Rîh bû ne bust, lê dijmin ne bû ne dost !)
      Efrîn . 1.04.2012
* Endamê komîta parêzwer ya Encûmena Niştimanî  ya Kurd li Sûriyê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark