Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nêrînek derbarê tevgera Kurd li başûr rojavayê Kurdistanê û

 

Asoyên çareserkirina qeyrana heyî

Vedan Adem

Bê xwendin û têgihştina rabirdû û baweriya tund bi paşerojê, em dê nikaribin nihoyê xwe ava bikin

Pêşgotin
Ev vekolîna raveker a kurt ku hêvî dike sûdemend be, diviya bû zuha û tenê bersiva hindek pêwîstiyên taybet û giring bide:


1-Têgihiştin û famkirina tiştê ku rojane li pêşiya çavên me di navçeyê de diqewime û têkiliya me pê re.
2-Qels kirin û şerkirina ramanên ku hewil didin -bi riyeke çewt da ku riswa nebin- li vir û li başûr rojavayê kurdistanê, vegerin meydanê.
3-Rêxistinkirina koma rêxistin û girûpên siyasî ên ko armancên xwe bicih nayênin ji bilî ku ew li ser bingeheke neteweyiya eşkere û zelel ava bibin.
4-ku ew xwîna pir a ku li sere çiyayên me hatiye rêtin badîhewa neçe û hewildana dîtina wateyekê ji wan qurbaniyên gotî re sebaretî nifşên dahatî.
Helbet, eger ku ev lêkolîn bikaribe bersiva van pirsgirêkan bide, ev lêoklîna ku biveyên danîna xwe yên ku di çarçoveya rêbaza xwe ya lojîk de bi kaos in û car bi car ji cengê veqetandî dixuyin, hildigirin.Her wesa, ev lêkolîn hewil nade ku tiştekî li siloganên kevinare anjî wergirtinên kawik ku dişibin rîtûalan zêde bike, dîsan ne ji armanca vê lêkolînê ye ku awazên ronakbîrên bêkar pirtitr bike.
Wesa, di baweriya min de, ku ev lêkolîn dê rengê kurtiyê werbigire(veguhastin-jêxwarin-daqurtandin),eynî weke hertiştê ku dawî xwe di "çopê"de dibînin piştî ku erka xwe pêktînin, gelo erka vê gotarê çi ye?
Derxistina hemî raman û gotûbêjên girêdayî berev eşkerebûnê û bersivdana wan û motîvkirina yên din ko van kêşeyan ji bilî xwe bêtir dizanin berev beşdarîkirina di bersivdana van pirsgirêkên navhatî re û dîtina çareseriyên babetane, angu erka wê bi kurtî û taybetî xizmetkirina tevgera rizgarîxwaza kurdistanî û dozên milletê me bi giştî û li parçeyê ku bi dewleta Sûriyê ve hatiye girêdan bi taybetî ye, lê gelo çawa ?
Di destpêkê de, pêwîst e em destnîşan bikin ku ne hertiştê li hemberî me dikare bête guhertin lê teqez e ko eger em tiştekî biguherin divêt em li hemberê derbikevin, nexasime ku em ne di cîhanekê dijîn ko piraniya wê paşketî û raketî û bê bizaveke aktîvane ye.
Di van rûdan û bûyerên mezin yên ku navçeya me di wan de derbas dibe rojane pirsên nuh dadikevin holê weke: gelo sebaretî me rewş dê wesa bidome anjî dê biguhere? Eger hat û guhertin çêbû, gelo ev guherîn dê me berev pêş anjî paş ve bikêşe?
Aloziya rewşa tevgera rizgarîxwaza kurdistanî ji rewşa navçeyê ne kêmtir e, lê anceq evro mêjû dikare vê rewşê rave û şîrove bike, û teoriya zanistiya herî baş şopandina tembînameyên wê di dema niho de ye angu"bikarênana hertiştê lojîk û babetane di dîrokê de " tevî ku bi giranî jî ev pêk were,ji xwe karê niştimanî û netewî demekê dixwaze da ku pêk were.
Her wesa, divêt ko rastiya pêdar derheqê herêma Kurdistana Iraqê de neyê bipaşguhxistin, angu paşeroja ronîdar ya tevahiya deverên kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza kurdistanî li ser biserkeftina ezmûna Kurdistana Iraqê radiweste.
Ji bo van xalên li jor gotî, pêwîst e ko xebata me a berdewam bi encamên xwe yên diyar, herdemî û bêrawestan be, ji ber ku ew xebateke man û nemanê ye di vê dema ku mentalîteyên kevin û sinordar ji holê radibin û konevanî li gor xurtbûna cîhana mirovan di vê sedsalê de, tête veguhertin .Vêce, kê dixwaze anuha rabiweste, dema niho ji kê re ne giring e û kê heye ko guh bi paşerojê nade?
Ji vir dixuye ko tiştê em hewil didin di vê gotara xwe de pêkbînin: gurkirin e, gurkirina berev pêşveçûn û bicîanîna stûbariyan û zêdekirina pisporiya babetane bi baştirîn rengên wê ye, gurkirina ku dê bandorê li çi kesê xwedî wijdan û bi hemî şiyanên heyî bike.
Qehîmbûna çepgerî anjî rastgeriyê bi qasî xizmetkirina doza ku ew semyan jê hatîne wergirtin, tê xuya û destnîşankirin .Di doza Kurd de, ne mumkin e ko çepgerî yan rastgeriya micid hebin bi qasî hebûna çendîtiya xizmetkirina doza behskirî û pirsa: Gelo ez ximzeta wê dikim yan na? Ji ber ku semyan li gor encama ximzeta pêşkêşî dozê kirî tên destnîşankirin ne berî xizmetkirina wê anjî girêdana wê bi ramanên ku em bi wan bawer dikin.
Di kûrahiya milletê Kurd de, cewherekî netewî ku ti bûyer anjî karpêk nikare ji holê rabike heye, ji bo tu wî cewherî berz bike tenê derfeta axaftin angu"xebat" ê pê bide û armancên ku ew bê dîtin dibîne û bêdeng bi wan dirame nîşa wî bide, ku gav bi gav bi şêwazeke zanistî li gor perensîpa lêdana yekgirtî a paşerojê xebat dê bibe.

Başûrê Piçûk…
Navnîşan bi tena xwe dide xuyakirin ku başûrekî mezin heye ku beşeke mezin ji pirsgirêk û stûbariyên başûrê piçûk hildigire, nexasime ku piraniya mezin û piçûkên wekehev di warê rastiyê de bi taybetî regez û çanda dagîrker, ji hêlên dîtir.
Hewildana nivîsîna van ramanan bi şêweyeke zuha û qelp mijareke  herî zehemt e ji ber giringiya pirsa destnîşankirî û pirbûna aliyên wê, ji ber vê çendê veguhastina rastiyê bi xurûtiya wê ve bê kiryarên dîbacekirin anjî guhdana bi form û rêzkirina gotinan dê mîna karekî rewa û lojîk bixuye,ji xwe dev ji çendîtiya çax û vekolînên pêwîst  ji pêkanîna wêneyeke kûr û tevav ji rastiya siyasî û civakî di başûr rojavayê kurdistanê de  ,dûr ji derew û qelpîtiyê,berde.Her wesa, armanca min ne ewe ku ez lêkolîneke dîrokî li ser başûr rojavayê kurdistanê û tevgera wê ya siyasî û pêşveçûna wê bicih bînim, ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku ew di nav destan de ye .Dîsan,ev nabe asteng ku ez ji aliyê xwe ve hindek xalan rohn bikim û helwesta xwe di sedemên bêçaretiya bizava siyasiya kurdî li başûr rojavayê kurdistanê û paşvemayîna wê sebaretî pêşveçûn û guherînên nêvdewletî û herêmî yên girêdayî-ji dûr yan nêzîk-bi doza kurdî li vî anjî wî parçî, bidim xuyakirin di gel sedemên qeyrana bive ya ku bizava behskirî ji zêdetirî sê dehsalan ve tê de dibûre û di destpêkên dehsala dawî ji sedsala bihurî,geştir bûye.
Pirsgirêka windakirina partiyên kurdî baweriya xwe li nik millet li başûr rojavayê kurdistanê ne hewceyî çi analîze anjî lêkolînan e bi qasî ku bi hewceyî proseyeke hisabiya sade ye derbarê karpêkên van partiyan tekane anjî bi kom ji dema damezirandina wan û heta niho...anjî mêzandina li xizmetên ku bizava navhatî ji desthelatên faşîst û serdest bi rengekî yekser anjî ne yekser li ser hisabê millet û doza wî li başûr rojavayê kurdistanê,pêşkêş kirine .Di vî biyavî de,diyar e ku keysperestî û berjewendiyên kesînî û qelsiya hestbûna bi stûbariyê û mentalîteya misawemeyê û nebûna zîrekiya siyasî ji berê û nuke jî ji semyanên herî berz in ji serkirdayetiyên partiyên kurdî li başûr rojavayê kurdistanê tiştê ku bû sedemê partiyên navbirî qels , û lawaz û tenê bi rojdayikbûna xwe serbilind , bimînin.
Başiya damezirandina bizaveke siyasiya sîstematîk li başûr rojavayê kurdistanê ji aliyê teorî ve vedigere hizra  Barzaniyê nemir û bi pratîk jî xwe dispêre nêrîn û helwestên wî, ji ber vê çendê ku wî yekem partiya siyasiya kurdî li başûr rojavayê kurdistanê damezirand û parçebûn û cudahiyên wê bidawîkirin û ew yekkirin –nuke jî ew tenê dikare wê yek bike-.Di vî biyavî de, mûbadereya Barzaniyê nemir ji berî dor nîv sedsalekê ve ne ji valahiyê hat bi qasî ku ji têghiştina wî ya kûr bi girêdana çarenûssaza neçarî di navbera gelê kurd bi giştî û di navbera başûr rojava û başûr navenda kurdistanê bi taybetî.
Li gor vê yekê, çarenivîs û pêşveçûna realeta kurdî û pêşeroja wê li başûr rojavayê kurdistanê bi çarenûs û pêşveçûna realeta kurdî û pêşeroja wê li başûr navenda kurdistanê, hate girêdan.Ev girêdan ne bi hestiyarî û jiberxwe ve bû lê ji ber têgihiştina rastî û pêşeroja rewşê li herdû dewletên ku Kurdistan parve kirîne, di gel baweriya tund bi kesayetiya serokê şoreşê û helwesta wî ya qahîm derbarê mafên kurd û kurdistanê li her cih û warekî.
Em di wê baweriyê de ne ku , tiştê li başûr navenda kurdistanê ji sala(1992) ê û heta evro jî bûye tenê encameke neçar e ji pêşveçûna bizava kurdî û xebata wê ya berdewam û bê rawestan û armancên wê yên qûnaxî û diyar li parçê behskirî,bi vê têgihiştinê ew şoreşeke herêmî û rojhilatnavînî ye û biserkeftina wê piştgiriyeke mezin peyde diket,û serkeftina şoreşên dî li welatên navçeyê misoger diket,lê di çarçoveya  şert û mercên karê siyasî yê aqilmend û armancên eşkere û zelal ku ji kûrahiya millet derdiçin,li vir mebesta min ew e pêwendiyeke bandore ya duqolî dê tekez di navbera rojevên liva siyasî ya partî û bizavên netewî û niştimanî li dewletên navçeyê  yên mişt bi nakokiyên nijadî,çê bibe.
Sebaretî bizava netewî ya kurdistanî,da ku ev kartêkirin pêkwere tevî bîrbirina cidahiyê di asta pêşveçûna wê li her çar parçeyan de,pêwîst e ku hemahengî û rêxistineke senteral li kurdistanê û derveyî wê ava bibe, da ku berî her tiştî erkeke sereke pêkbîne , ewjî belavkirina hizra karê netewî û veguhastina salixdan û pisporan,li gor pêtiviya pêşkeftina xebatgêrî û çawaniya birêveçûna wê ya nûjen û mekanîzimên avakirina hemahengiyê di navbera bizavê li parçeyên dî de ji aliyekî ve û bizava li başûr navenda kurdistanê ji aliyê din ve  ,ji ber vê çendê ku çiqasî ku bizav li vî anjî wî parçî bikaribe xwe bispêre piştgiriya bizava pêşkeftî li parçê hemxak , bizava kurdistanî dê xêzeke rastiyane berev armancan ve bibîne , di gel haydariya bi rewşên taybet bi bizavê li her parçeyekî lê bê bikarênana vê xalê mîna astnegekê ji tiştê ku em dikarin weke buneyadgeriya karê netewî ,binav bikin.
Tevî van erk û stûbariyan hemiyan, hêjî kiryarên parçebûnê di nava bizavê li başûr rojavayê kurdistanê berdewam in, û hêjî serkirdayetiyên wê heta nuke heman sedemên kevin û kufikî, dubare dikin.
Parçebûn di tevgera siyasî li başûr rojavayê kurdistanê ji pêşî û heta niho encama lihevnekirina berjewendî û azwerên kesînî ne berovajî tiştê ko serkirdayetiyên tevgerê di vî warî de di nav millet de dibêjin, angu ew encama parçebûna bizava siyasî li başûr navenda kurdistanê ye-tenê ev behaneyên ne rast û durû ne–û weke hewildanekê ye ji aliyê serkirdayetiyên bizavê ji ber kêm pisporiya wan a siyasî û şiyana wan ya îdarî û qelsiya hestbûna bi berpirsiyariyê.
Ev valahiya ku ji encama nebûna berpirsiyariyê û ne şiyana partiyên kurdî li başûr rojavayê kurdistanê, di gel giranî û kevinbûn û paşvemana wan ji rêveçûna pêşkeftin û guherînên herêmî û hundirîn, hişt ku piraniya kesên xwedî viyan dûr bikevin û koçbikin tevî mezintirîn karpêka jihevketinê ku civaka kurdî dibîne nexasime di nav tiwêjeya ciwanan li başûr rojavayê kurdistanê, divê li vira hijmartina dehan hezar ji xort û keçan yên ku tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)bûn bi piştgiriyeke nîv eşkere û riswa ji aliyê desthelatên sûriyê ve û li pêş çavên partiyên kurdî yên ku ji axaftinê pêve tutiştî bikar nayênin, neyê jibîrkirin!Zererên vê tevlîbûna behskirî lidarxistina proseya lêvegera berfireh pêwîst dike, û şîrovekirina wateya valakirina gorepana xebatgêrî ji elementên ciwan li başûr rojavayê kurdistanê berev veguhastina wan bo nîv-kirêgirtî di xizmeta dewletên herêmî, di nav de dewletên dagîrkerên kurdistanê tanî bidestxistina pesina teroristbûnê bi nave milletê kurd ta bighêjin şerkirina ezmûna herêma kurdistana iraqê ya avakirî di parçeyekî ji başûr navenda kurdistanê û mirina hezarn j herdû aliyan tevî ziyanên mewdanî yên mezin û kartêkirinên pêşerojê û dûrahiyên sayikolojîk yên şerê navhatî.
Biveya herî mezin li ser bizava kurdî li başûr rojavayê kurdistanê evro di tevlîbûna hijmareke mezin ji ajanên desthelata faşîst di nav refên millet û tevgerê de li başûr rojavayê kurdistanê û hewildanên wan di warê belavkirina çanda radestiyê û perensîp û nimûneyên maddî û qelskirina yên netewî û niştimanî û belavkirina bêhêvîtiyê û bangkirina bo tevlîbûna di civaka sûrî de weke riya tenha bo xweispatkirinê-eve proseyek erebkirinê a dûr û bi şêweyên nûjen e-, tê xuyanîkirin.
Gelo çi di nava tevgera kurdî li başûr rojavayê kudristanê diqewime?Serkirdayetiyên kurdî çi dikin?Li ser çi bingehan û berev çi armancan ve û li gor kîjan bîrdozê di karê xebatgêrî û siyasî de dimeşin?
Ji ber vê çendê ku karê pêwîst divê li gor encamên xwendina rastiya tevgerê li başûr rojavayê kurdistanê û realeta millet û maweya vala ya ku di navbera van herdû rastiyan de cida dike pêkwere, di gel xwendina rastiya siyasî a giştî li sûriyê, pêwîst e em balbikşînin ser rastiya ku pêşkêşkirina çareseriyan ji realeta niho re bi silogan û helwestên alîgiriyê yên pûç û vala ti sûd û havilê nade di dema ku ev rastiya heyî xwe weke pirsgirêka ku guhdan û çarseriyê dixwaze, pêşkêş dike.
Ziyanên qelsiya tund ya karê partiyên kurdî li başûr rojavayê kurdistanê bi taybetî di van herdû dehsalên dawî de ti fayde nekirin ji bilî berxweve ênana axaftinhezan û dûrxistina kadroyên çalak û xabetgêr ji jiyana siyasî û azwer û hêviyên milletê xwe, di gel rê xweşkirina li ber derbasbûna raman û helwestên nêgatîv di nav refên cemaweran de tiştê ku bû sedema ko kadroyên partiyên kurdî ji partiyên xwe cida bibin û partiyên dîtir ava bikin ku tenê kopiyeke piçûk bûn ji partiyên wan yên bingehînî , ji ber lawazbûna radeya têgihiştina netewî û niştimanî û kêmbûna pisporiyê di ezmûna siyasî û xebatgêriyê de, ev partiyên ku paşê yan xwe dipşêfin yan tobe dikin û hevgirtinên tevlîbûnê pêktînin lê bê vekolînên micid derbarê rewşên avabûn û semyanên karê wan da ku piştî demekê dîsan cida bibin dema rasthatina wan bi encamên pêngavên ku di demên buhurî de hatibûn avêtin û bi têkçûna duqolî xilas bibin-weke nimûneya partiya Yekîtî-yên ku bi piranî nimûne û ezmûnên dilêş û nêgatîv in di encamên xwe de ji ber gelek sedeman weke rastiya ku ew partî nûhatî ne di buneyadgeriya xwe ya rêxistinî de û serkêşiya realeta ku ew bi xwe-ev realeta ku dizanin çendî millet li başûr rojavayê kurdistanê jê bikîn e- dubare dikin.Di encamê de, ev qelsiya tund di tevgera kurdî û pêşveçûna wê li başûr rojavayê kurdistanê tê holê.
Nebûna teoriya xebatane ya diyar û lawaziya karê siyasî dihêle ku doza kurdî li başûr rojavayê kurdistanê di tariyê de bimîne di bin siha van guherîn û pêşveçûnên bilez û rewşên babetane yên şayiste de, her wesa tehliyê dixe dilê gelekan de ji ber axaftina bê rawestan ji aliyê serokên partiyan ve li başûr rojavayê kurdistanê di şûna ku ew kar bikin ji bo avakirin û bipêşxistina bikaranîna xebatane di riya têgihiştina rewşa niştimanî li welêt û rewşa desthelatê û berznirxandina karê teorîk(bikarênana xebata siyasî)û cidakirina di navbera kar û bikarênana siyasî teorîk û axaftina siyasî a teorîk de, ji ber vê çendê ku tekez e wekheviyek di navbera formên siyasî de li ser asta bikaranîn û dubarekirinê de heye lê weke diyar e form weke xwe dimînin lê dîrok her û her xwe diguhere, form kedeke teorîk ku di destpêka sedsalê û tanî salên heftêyî dirêjkir dubare dike, di gel tekezkirina jinûve nerîna li keda gotî di bin siha van bûyerên nû û rojane, di vird e biveya avabûna zaravekî radest û çaksazîxwaz di şûna zaravayê zaniyariya rastiyane derdikeve holê.
Guman têde nîn e ko, em dê armancên xwe bicih neyênin tenê ku em behsa neyêniyên rêjîmê bikin yan xeberan jê re bidin, ne jî em pesinê durû ji çi gaveke piçûk ku partiyên kurdî bide ,bidin–weke zebaniyên rêjîm û desthelatê dikin-ji ber vê çendê ko rewşa kurdî li başûr rojavayê kurdistanê nîvrê dimîne ji ber çendîtî û şiyana partiyên kurdî û serkirdayetiyên wan yên ku desthelata tepeser wan bi hûrî dipîve ,angu xêz û maweya ku nabe were derbas kirin destnîşan dike, ji ber zanîna desthelatê ji çendîtî û şiyana partiyan re ew maweya yarîzan û dema yariyê destnîşan dike, lê pêşveçûnên li başûr navenda Kurdistan û iraqê û tirsa ji guhertina maweya navbirî bi rengekî tevav ew e ko desthelata sûrî û hevbendên wê yên herêmî tevlîhev dike, ji ber wesa ew hewil dide ku ti guherîn di maweyam de çê nebe.
Karê siyasî yê netewî yê ko xwe weke pêwîstiyekê nîşan dide nexasime di bin siha peydebûna rewşên babetane ta radeyeke mezin, divêt ku bi pisporî û bi şêwazên zanistî bête kirin, di pêşî de peydekirina lihevkirina netewî derbarê pirsgirêkên çarenivîssaz de û destnîşankirina xêzêzn kar û erkên wê, û pakkirina mentalîteya kurdî ji silognên rengereng ji ber ku serdema em têde dijîn…ti guhdanê bi rengan nade.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark