Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewženbīrźn kurd ū žorež

 


Arževê Oskan

Pêdivî bi saziyên rewženbîrî heye?
Bê guman di hemû civatên mirovan de pêdivî bi saziyên rewženbîrî hene, û bi taybetî civateke wek civaka kurd, ji her kesî bêhtir pêdivî pê heye. Li gel rewža qedexe ya ku kurd têde dijîn, dîsa tabloya rollîstina rewženbîrên kurd di berxwedaneke berbiçav de derbas dibe. Fikra avakirina rêxistinên rewženbîran di rojavayê Kurdistanê de ne fikreke nû ye.


Gelek hewildanên wisa ji destpêka sedsala bîstan de dest pê kirine û xebitîne, berhem çap kirine, endamên wan hatine girtin û nefîkirin, lê dîsa jî û heta roja îro berdewam dike.Lê mixabin ku destên partiyan û siyasetê dikevin nav, ji hev belawela dibin û dawî lê tê. Heta ku Mehricana Helbesta Kurdî serbixwe kar dikir baž derbas dibû, lê ku fikrên partîbûnê derbas nav bûn me dît ku berçebû. Bi dehan hevgitin, yekîtî, hevbend, kom, govar û rêzbend.. di çend salên derbasbûyî pêk hatin û dîsa jî vemirîn, lê dîsa jî pêdivî pê heye.

Siyaset û avakirina saziyên wêjeyî:
Em wek kurd û bi taybet wek kurdên rojava, niha di rewžeke pir hestiyar de ne. wek em dizanin rola nivîskar, rewženbîr, hunermend û žêwekar di arživkirina qûnax û rûdanên dîrokê de, ne kêmî ya siyasetvan e. Di žaristaniya civak û cîhbicîhkirina mafên mirofan de bi nivîsên xwe, bi pîvana nirxandinên xwe, dikarin roleke ku hesab jêre bêne kirin bilîzin. Bi taybetî di guhertinên hižmendiya berpirsiyar û desthiladaran de. Ji aliyên din jî, rola rojnameger di arživkirina bûyerên ku li kolanan pêk tên, ji pažerojê re dikin qûnaxa dîrokeke dewlemend û giring.

Rola partiyên kurdî di avakirina van saziyan de:
Li welatên ku serbixwe dijîn û xwedanên biryarên xwe yên hundirîn in, ji kesayetên xwe re, di hemû aliyên aktîvkirin jiyanê de saziyan ava dikin. Wek nemûne ”Yekîtiya Nivîskaran”, ”Yekîtiya Hunermendan”, ”Komîtên Parastina Rojnamegeran” … hwd. Ev hemû sazî rolên žaristanî û bilind di civakan de dilîzin. Ne karê hunermendekî an nivîskarekî ye ku saziyeke wisa ava bike, ku ava bikin jî, mixabin tûžî gelek kelem û astengiyan dibin. Lê ji ber bêdewletbûna kurdan, carcaran di nav me de ev tižt pêk tên. Ew jî li derîyên girtî rast tên û pižtî demekê nema karin berdewam bikin, dest jê berdidin. Nemûneyên di vî warî de li nav kurdên rojava pir in. Bawer dikim rola partiyên me ya neyênî di têkbirina van saziyan de diyar e. ji ber ku rewža partiyên me û perçebûna wan bandorê li ser van saziyên rewženbîrî jî dike. Çi erênî, çi jî neyênî be. Xema partiyên me ew e ku di bin baskên wan de rêxistinên wisa bimežin. Ew rêxistin jî giraniyê didin propagendaya partî û serok û îdyolojia wê. Ku ji vê xêzika teng derkevin jî dê bêrol bimînin.

Žoreža Sûriyê gelek tižt vejandin:
Deriyên ku li pêž tevgera civata sûrî û ya kurdên rojava hatibû asêkirin vebûn. Dîwarên tirsê ku mejî û ling û destên me pûç kiribûn herifîn. Bang û qêrînên ku bi dehên salan dixwestin der bibin der bûn. Pênûsên ji xîmavê miçiqî ku bêriya nivîsên ji destên azad kiribûn dest bi nivîsên azad kirin. Partiyên ku ji kêmbawerî wek noka li kevir bikeve ji hev pekiyabûn, li hev kom bûn. Rewženbîrên ku bi hisreta rêxistineke xwe bûn, li xwe hayê bûn û vayê ”Hevbenda” xwe ava dikin, çend dengên ku ji vir û wir derdikevin jî dê li ser xêzeke qalind bighêjin hev û ava wan dê di cokeke paqij de biherike. Destên dîktatoran ji qirika milet derkeve dê hertižt normal û li gorî xwezayê bêne vejandin û ava golê dê zelal bibe.

www.arshev.net
28.02.2012

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark