Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Heēź ne bi me re, li dijī meye

 


Qado Žêrîn

Gotina ku kes jê hez nake û naxwaze jêre bê gotina ‘’xayîn’’ e, ta bi xayîn û xwefirožan jî naxwazin ew gotina gemarî ji wan re bê gotin. Di civaka me kurdan de û ji bo ew gotina gemarî ji wan re neyê gotin, gelek rewženbîr û siyasetvanên me devê xwe girtine û pênûs žikandine, çimkî hin aliyên siyasî, bi taybetî yên žehîd dane, bi hesanî mirov dikin xayîn û xwefirož.
Partiya žehîdek, tenê žehîdek qažo ji bo rêzgarkirina Kurdistanê dabe, wek ku ji mafê xwe dibîne xelkê bi hesanî bike xayîn û bêžeref, hin ji wan partî û aliyên siyasî Kurdistanê wek samanê xwe dibînin, û nabe ji wan pêve kesekî din li ser xaka wê bijî û xirecirê bike.


Gelek partiyên me kurdan žehîd ji bo rêzgarkirina Kurdistanê dane, lê hin ji wan bazirganiyê bi xwîna žehîdan dikin, hin ji wan mirovên kurd bi wê xwînê ditirsînin. Eger hat û kurdekî ew partî rexne kir, dibe xayîn û xwefirož, vekirî û ežkere jêre tê gotin: tu rêzê li xwîna žehîdan nagrî, divê zimanê te bê jêkirin. Ew partî her tižtî, ta bi tižtên kirêt jî ji mafê xwe dibînin, lê divê kesekî din devê xwe veneke û wan rexne neke. Bi gumana min pêžeroj ji wan partiyên ne demuqrat re tune, çilo pêžeroj ji diktatoran re tune.
Heçê ne bi me re li dijî meye, jixwe heçê li dijî me derkeve û rexneyan bike xayîn û xwefirož e. Di rojên dawî de ev nimûne li asmanê kurdayetiyê belav bû, dema hin rewženbîr û siyasetvanan helwest û gotara xwe li dijî aliyekî siyasî bilind kirin, ji hêla wî aliyê siyasî ve bûn xayîn û xwefirož. Eger hat û ew aliyên siyasî bûn desthilatdar dê ji diktatoran diktatortir bin. Bi gumana min wê wextê emê xweziya xwe bi diktatoriya serdestan bînin.
Heçê ne bi me re li dijî meye. Sedî li sed  li ser partiyên kurdên rojava pêktê. Heçê nizanibe bila bawer bike ku bîst û neh partî ji bo sê melyon kurd hene. Bi gumana min 29 partî ji bo sê melyonan gelek in. Li rojava wisa bûye, heçê ne bi me re bila veqete û biçe partiyek xwe çêke. Hevdû pejirandin tune.
Kongirê Hewlêrê yê revenda kurdên Rojava li derve pêžniyar kir ku Serokê herêma Kurdistanê Barzanî partiyên rojava bi yek e, yan jî wan di bin sîwanekê de bighîne ba hev. Bi rastî ew xwestek kenê mirov tîne, çimkî bavê wî nemir Mustefa Barzanî di sala 1970 de nikarîbû du partiyên kurdên rojava bi yek e, vêga ewê bikaribe bîst û neh partiyan ku hin caran mîna neyar û xayînan li hev dinêrin, bi yek e!!. Xwež xeber e lê min ne bawer e.
Bi gumana min, kurd ji partiyên siyasî hatine serê bêvlê, êdî gelek ji wan bûne yên žopê, berjewendiyên serok û partayetî di ser ên milet û welat re digrin. Eger tu xeber û sixêfan bikî Kurdistanê dikenin, lê ku tu bêjî siya serokê we xware dikarin li pêž zarokên te, te serjêkin.
Pirs, gelo çima du partiyên kurd li hev tune ne?, tenê berjewendiyên serok û partayetî wan digînin hev.
07/02/2012


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark