Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şoreşa Sûrîyê û buhara guherîne

 


Arşevê Oskan

Şoreşa gelê Sûriyê çawa û çima dest pê kir?

Piştî belavkirina nûçe û guhertinên şoreşa li Tunis û Misr û Lîbiyayê, gelê sûrî li mafên jiyanê hişiyar bû û hêz û wêrekiyek da kolana sûrî. Rêjîma ku çil salî hemû mafên jiyanê ji gel dizîbûn, êdî nema hate veşartin.. çirûska yekemîn ya şoreşa ku li Sûriyê dest pê kir, nivîsa zarokên Dereayê li ser dîwarên dibistanê bû ku li dîwaran nivîsîn ”biherife ev rêjîm” ji xwe berê jî rêjîma Sûriyê li xwe bi guman bû û xwe ji guhertineke wisa re amade kiribû.


Ew zarok xistin zindanan û nenûkên wan hilkişandin, işkence li wan kirin.. vê yekê hişt ku malbatên wan vî karê hovane protesto bikin û daketin kolanan. Meşa ku li Şama paytext bi dehan kes ji bazara ”Himêdiyê” dest pê kir, li gelek deverên din vedenga xwe belav kir. Tirêjên wê meşê hetanî bi Europa û Amerikayê ronahî da. Gel rûmeta xwe dixwaze û dixwaze bi azadiya xwe şad bibe. Bi rêya telefonan ew dîmen gihan ekranên televzyonan û belav bûn. Rêjmîna ku ji cil salî ve rojekê dengê oposisyênê nebihîstibû û hertişt di bin darê zorê de kerr û lal hiştibû, bi tang û topên xwe gelên li kolanê dan ber guleyan, yên girtin yên kuştin hemû şêweyên hovane li dijî bajarê Dereayê bikar anîn. Dengê dereawiyan li seranserî sûrî belav bû. Gelê kurd jî dengê xwe yê yekemîn hildan ”bi xwîn bi can em bi gelê Dereayê re ne”. Liv ê keftelefta ku her diçe zêde dibe, nûçeyên guhrtin û serkeftinên ji Tunisê, ji Misrê, ji Lîbiyayê hatin bihîstin û yek li dûv yekî tên xwarê. Hema gelê Sûriyê li helwestên xwe hatin gûrkirin û hem jî tirsa dilê rêjîmê jî hate zêdekirin, loma çi şêweyên tûnd û tujiyê hebûn rêjîma Esed ew bikar anîn. Roj bi roj kuştin zêde bû û tangên rêjîmê bajar dan ber topên xwe….    

Rêzgirtina rêjîmê ji nerîn û daxwazên welatiyan re:

Li hemû dunyayê wisa ye! Dema ku xwestekên gel hebin, desthilat li wan xwestekan guhdarî dikin û li desgehên xwe lêkolîm û niqaş dikin. Wer xuya bû ku hîna ew têgeh li welatên rojhilatê derbas nedibû. Partiyek bi tena serê xwe welat birê ve dibe. Li serê wê partiyê jî dîktatorekî zalim heye, gotina wî hem qanûn û hem birzar û hem jî pîroz e, bi dehên sala cih girtiye. Kesên ku ji wê xêzikê derkeve kuştina wî û zarok û mirovên wî, mal û milkên wî li peyeyên rêjîmê helal dibin. Lê qet rojekê ew rêjîm neramiyabû ku ew kon e û gel jî stûnên wî ne. Ku ne ji vî gelî be ma ew ê li ser kê desthilatê bike û bi zarokên kê vî welatî biparêze? Lê ji ber ku çil salî dada bi hesin, agir, xurtî û çavsorî meşandibûn.. bûbû wek diyardeyeke qanûnî û qet nema welatiyên xwe wek mirovan didîtin. Belê bêhtir wek keriyekî pez û garaneke çêlekan didîtin. Kengî bixwaze bikuje, serjêke xwe mafdar û serbest didît. Li gel ku dizanîbûn bê rewşa mafê mirovan li cîhanê çawa ye, welatiyên welatên pêşketî kengî bixwazin karin desthilatê biguherin û qanûnan li gorî kolanê bicih bikin. Êdî fam kirin ku divê ew welatî wek mirovan bijîn. Rûmet, azadî, paşeroj û çarenûsa wan ji destên zaliman derkevin û bikevin destên wan…

Gelo rewş dikare vegere berî 15ê adara 2011an, piştî ewqas xwîn?

Ya di serê rêjîmê re derbas dibû ew bû, ku wê bi kuştin û talankirinê wek salên 1980ê ku bajarê Hemayê wêran kir û li nêzîkî 30 hezar welatî kuştin.. dixwestin wî sînaroyî li Dereayê jî pêk bîne û dengê gelê ku rabûye ser pêyan bibire. Lê dem nema ew dem bû, her ku yek kuşt bi sedan rabûn ser pêyan. Roj bi roj karwanê şoreşê dîwarên qedexeyî, tirs û çewisandinê herifand. Gel giha wê baweriyê, ku divê mafên xwe vê carê bi xwîna xwe be jî qezenc bikin. Pêla şoreşê her çû bilind bû û sîngên xwe yên tazî dan ber guleyên sor û kor. Wisa fam kirin ku ”dara bi xwînê neyê avdan, berê şêrîn nagire” agirên şoreşên li welatên din, bandoreke mezin li ser gêncan dikirin. Gelê ku bi hezaran berê dihatin kuştin û alavên ragihandinê bi wan nedibihîstin, niha bi saya hebûna teknolojiya û TVyên zindî ku nûçeyên wan ji hemû cîhanê re diweşînin hêzeke mezin dan tevgerê.. wek AljazziraTv, BBC û Alarabiyê û hin TVyên din.. Niha tu ji kîjan welatiyî bipirse dê israrê li ser berdewamiya şoreşê bike û ji wan kesên ku gavan bi paş ve bajên re, xayin û noker bibêjin. Ev yek piştrast dike ku şoreşên niha ji zilma bi dehên salan ve, mîna volkanekê ye nema rê li ber tê girtin û ezmûneya ku li welatên din wê baweriyê bi hêz dike… 

Çareserkirina pirsgirêkan her diçe dûr û dijwartir dibe:

Şoreşê ji mafê rûmet û azadiyê dest pê kir û li herifandina rêjîmê bi war bû. Heger ji destpêkê de, rêjîmê li dengên ku azadî û rûmetê dixwazin guhdar kiribana, dibû ku çareserî jî hêsan û nêzîktir bûya. Lê ku alavên danûsendinê di navbera gel û desthilatê de têk biçe, helbet dê her biçe çareserî jî dûr û dijwar bibe. Şêweyên ku rêjîmên dîktator li ser gelên azadîxwaz, li rojhilatê pêk anîn, dûrî çarçewa mirovatî û jiyana sedsala 21ê bûn. Tevgera rêjîmê û bi taybet ya Lîbiya bi serokatiya Muemer Qdafî û ya Sûriyê bi serokatiya Beşar Elesed, wekî ku ne di dema nû de dijîn. Dûrî hemû pransîb û pêwendiyên mirovan û asta pêşveçûnên cîhanê bûn. Wekî ku ne ragihandin, ne yekîtiya netewan, ne mafên jiyana mirov hebin. Hemû sînorên nirx û nerîna azad binpê kirin. Hesabên xwe wek yên berî sed salî meşandin. Desttêwerdana ji derve kirin behane. Kamploya navnetewî ku tenê li ser rêjîma Sûriyê bi Amerika û Israilê ve girêdan û her yek doza mafê azadiya xwe bike kirin peyeyên Europa û Amerikayê û ew mirovên azadîxwaz wek xiniz binav kirin. Ji hemû aliyan ve derî li çareseriyê girtin û derewek nema û nekirin. Çare û hewldana dawî ya ”Komkara Welatên Ereban” bû, ew jî têk çû. Niha jî berê dûseyê ber bi Encûmena Ewlekarî ve diçe..

Rewşa abûrî têk diçe:

Li hemû derverên cîhanê ku rewşa abûrî têk biçe, jiyana gel û qada bingehîn lawaz dibe. Pêdiviyên jiyana gel dikeve metirsînê û dezgeh û saziyên hene jî, bêçar dibin ku dest bavêjin gendelî û diziya navxweyî. Tê gotin ku piştî cezayên welatên mezin li ser rêjîma Sûriyê pêk hatin nirxê lêreya Sûriyê %50 heta vê rojê paş ve vegeriya ye. Hemû pêdiviyên jiyana rojane buha bûne.. bazirganiya ku li welêt dimeşe, êdî nema diwêrin xwe dispêrin lêreya Sûrî, niha jî dixwazin kirîn û firotinê bi dolaran bikim, ew jî nema peyda dibin. Petrola ku li Sûriyê dikerikî, êdî bi litreyan jî nema peyda dibe.. di çileyê zivistanê de gelê reben ji serma di malên xwe de diqefilin.. ev şirovekirin bêhtir li ser herêma kurdî ye, lê ya Hims û Hema û bajarên ku şoreş û serhildan û kuştin lê germ in, heta bi derman û şîrê zarokan jî nema peyda dibin.. Rêjîmê ev yek wek çeka berçîbûnê bikar tîne, da ku moralê gel têk bibe û çavên gel bişkînin ku zû teslîm bibin. Roj bi roj cezayên giran ji aliyê navnetewî de tên ragihandin. Welatê ku berê jî li welatiyan bûbû mîna zindaneke mezin, niha her diçe sînorê jiyanê lê teng û dijwartir dibe. Berê jî ev çeka birçîbûna abûrî li ser gel meşandibûn û bi salan berçîbûnê damarên mirovan çûtibûn û siyaseta rêjîma kevneperst biser ketibû. Lê vê carê wer xuya dike ku nema karin çavên gel li ronahiyê bigrin û dilê wî ji evîna azadiyê re bitemirînin..  

Veqetandina leşker her diçe zêde dibe:

Zexta herî mezin ya kuştinê û talankirinê, bi fermana rêjîmê û bikaranîna hemû şaxên leşkerî li ser şoreşger û serhildêran pêk tê. Xwedêgiravî navê saziya leşkerî kiribûn ”Parêzvanên war” lê di warê pratîkê de bûne parêzvanên rêjîmê û çend malbatê desthilatê û ku hemû sererd û binerdê welatê Sûriyê ji xwe re talan dikin û didizin. Mîzaniya ku li ser saziya leşkerî tê xerckirin 80% ji xêra welêt. Û yê mayî li saziyên din belav dibin. Ev gotin tê famkirin ku hêza leşkerî ya Sûriyê gelekî bi hêz û dijwar e. Niha jî ev hêza leşkerî berê xwe daye welatiyên xwe yên berçî û belengaz û bi awayekî li seranserî cîhanê nedîdî gulebaran dikin. Wan davêjin zindanan, malên wan bi destê şebîha wêran dikin, zarokên hîna di dergûşê de ne, li ber çavên bav û diyan dikujin, bêyî ku mûyek ji laşê wan biheje. Gihaşt asta ku hin ji leşkeran nema karin vê kuştinê bi vî awayê hovane ragirin, êdî dest ji leşkeriyê berdan û gelek ji wan bi destên zilamên rêjîmê hatin kuştin. Gelekan ji wan jî xwe rizgarkirin û xwe wek dijberê leşkerên ku fermana rêjîmê pêk tînin bi eşkereyî ragihandin. Her dem di ser re derbas dibe, çav li hev dikevin û ew tirsa ji tolhildana bi destên zilamên rêjîmê, di dilê wan kesên ku vediqetin de herifî. Di pêşî de bi dijwarî çûn ser wan û xwestin ku di rêya plankirina girtina Husên Hermûş de rê li ber veqetandiyan bigrin, lê sergoş ji destê wan filitî û hesp serî ji wan stand… di van rojên dawiyê de ku êdî rêjîm ew wek aliyekî şer û hêzê qebûl kir. Ew yek jî di roja 18.01.2012an de li bajarokê Zebedanê yê ku 40 k.m dûrî Şamê ye diyar bû. Leşkerên rêjîmê bi veqetiyan re peyman danî û tag û topên xwe vekişandin. Lê hin nerîn dibêjin û texmîn dikin ku ji aliyê Lunbanê de hêzên çekdar yê ”Husbulahê” xwe ji derbaskirinê re amade dikin. Ku ev yek pêk hat dê derewa rêjîmê jî eşkere bibe ku ji destpêkê de hêzên Huzbulahê û Îranê alîkariya rêjîmê di vemirandina serhildanê de dikirin. Niha jî yek ji xwestekên ”Leşkerên Azad” yên veqetiyayî ku herêmek aram ji wan re pêk bê, da ku bi refan leşker ji rêjîmê veqetin û li wê herêmê bêne parastin. Ku ev yek pêk hat dê temenê rojêma sitemkar jî kintir bibe.

Xwîna kurd û ereban tevlihev bû:

Berî bayê şoreşa azadî û rûmetê bighêje Sûriyê, di sala 2004an de gelê kurd dengê xwe bilind kir û li dora 30-40 şehîd kirin qurbaniyên azadiyê .. piştî serhildanê her ji çend rojan termê ciwanekî kurd ji nav refê leşkeriyê ber bi malbatên wan ve li Qamişlo heta bi Efrînê dihatin şandin. Ev yek nişana kîn û qehra dilê rêjîmê ji gelê kurd re nîşan dide.. hemû kuştî jî bi behaniya xwekuştinê dihatin binavkirin, lê di rastiya xwe de sedemên kuştinê tenê ji ber ku kurd bûn. Ji bilî van herdu nemûneyan bi sedan xortên kurd girtî di binê zindana de dinalîyan. Dema ku pêla şoreşê giha Sûriyê, ji roja yekemîn ji şoreş re, kolanên bajarên kurdî wek Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê… Kobanê û Efrînê bi yek dengî piştgiriya xwe ji zarokên Derayê re nîşan dan û daketin kolanan. Heta ji rêjîmê dihat, gelê kurd dûrî şoreşê dikir. Ev yek di vexwendina kurdan de ji bo pêkanîna konerensekî lihevguhdarkirinê di bin siya rêjîmê de ji aliyekî û ji aliyê din ve jî gelek kurdên ku fermana girtina wan hebû, ew dan ber efûyê û vegerandin welêt.. hin girtiyên kurd jî serbest berdan. Welatiyên kurd ku ji sala 1962an de bê nasname hiştibûn, biryara vegera nasnameyên wan dan. Lê bi van karan hemiyan jî nikarîbûn kolana kurdî ji şoreşê biqetînin û bikin hevalbendên xwe, ”ji bilê çend kesayetên erzan” ku ji wan bê dê rahêjin çeka rêjîmê û berê xwe bidin kolanên kurdî. Di vî warî de çend rûdanan jî serî hildan. Di pêla dawiyê de ku şexsiyeteke payeberz wek Mişel Temo ku niha ji Zindanê serbest hatibû berdan, ew bi guleyên xinizî şehîd kirin û di hesabên xwe de şaş bûn. Bi kuştina nemir re seranserî cîhana ragihandinê hejiya û kolana kurdî bêhtir bi şoreşê re girêdan.  

Pêla hêrsê roj bi roj bilindtir dibe:

Kuştina zarokên xelkê ne tiştekî hêsan û normal e. Yek ji bingehîn pêwendên civakê ye ku sînorên rûmet û rêzdariyê derbas nebe. Mirovek malê yên din dixwe, dibe ku heta mirinê jî nema baweriyê bi hev bînin, yan jî ku derewek li hev kiribin. Vê carê dê çawa xwîna mirovên ku azadiya xwe dixwazin ji bîra malbat, dost, heval û xizman here. Ev zarokên ku niha di temenê kulîlkan de ne û sêwî dimînin, dê û bavên wan bi destên rêjîma ku desthilatiyê li ser wan dike têne kuştin. Pirsek li vir xwe dide pêş, ku dê çawa jibîr bikin û baweriyê bi vê hikûmetê bînin? Her ku dilopek xwîn ji mirovekî dirje, kîn û hêrsa wê bi dehên salan dajo û bi taybet dema ku kujer li ber çavên te diçe û tê. Li vir pirs nema dimîne pirsek kesane, lê belê dibe pirseke bawerî û jiyana hevbeş bi desthilatê re. Di jiyana hevbeş ya bi desthilatê re hilbijartin, rêvebirî, parastina axa welat û jiyana welatiyan û karmendiya bi dilsozî di hundurê vê dewletê de tê bîra mirov. Ev hemû tişt bi baweiyê ve girêdayî ne. Bi vî karê hovane yê ku rêjîm bi welatiyên xwe re dimeşîne, dihêle ku nema baweriya welatiyan bi desthilatê bê. Ev yek dihêle jiyana hevbeş bidawî bibe û gel xweziya xwe bi desthilateke biyanî bîne. Vê hêrsê hiştiye ku gelek nerîn derkevin pêş, ku zordestiya ku rêjîm bi wan re dike, Israilê dijminê dehên salan e bi wan nekiriye. Hêrsa welatiyan ne tenê li rêjîma Basê dijwar û gûr dibe, lê belê li hemû hevbend û piştgirên wê jî wek Rûsiya, Îran û Çîn û gelek welatên din. Jiyana ku êdî gel bawerîyê bi vê desthilatê bîne xetimî ye, ku hat xetimî, dê gel jî heta jê bê xwe ji vê rêjîmê biparêze û dawî li hebûna wê bîne. Qelen çi be jî, dê bi merdî bidin.

Sebira civaka nevnetewî bi Sûriyê re dirêj kir:

Qedera vî gelî ye ku li ser vê cografiyê jidayik bibe. Ku li welatên pêşverû jiyana çend lawiran dikeve metirsiyê, ucdanê mirov li seranserî cîhanê diheje û li rigariya wan diramin. Ji sedemên xwezayê bigre hetanî bighêje rûdanên teroristî yên ku bi destên mirovên nexweş pêk tên.. Li sedem û çareyan digerin. Hetanî ku ew rûdan yan jî bûyer careke din rû nede. Dema ku kuştinê gelê Lîbiyayê da ber dasa xwe, Natoyê bi hemû hêza xwe rê li pêşiyê girt û bi leztirîn dem dawî li zilma Qedafî anî. Saziyên cîhanê yên ku di ber kiryarên şaş yên rêjîman de berpirsiyar in, yan jî li çareseriyan digerin, divê bi kar û barên xwe rabin. Ku ne wisa be, jiyana mirovan dibe mîna daristaneke servekirî yan jî deryayeke kûr dê grûpên xurt yên qels biçewisînin û bikujin. Heta niha biryarên saziyên navnetew ku li ser rêjîma Sûriyê pêk tên, tenê li ser asta gotinan mane. Çareseriya pirsgirêka Sûriyê sipartine ”Komkara Welatên Ereban”. Ev sazî jî ji hemû welatên ereban pêk tên û her endamek jî nûneriya rêjîmên welatên xwe yên dîktator dikin û temenên xwe di bin perwerdiya van rêjîma de derbas kirine. Derew, çiv û gendeliyê hestiyên wan gotine. Bi mehan çavdêriya wan berdewam dike û di vê navberê re jî bi hezaran welatî bi topên rêjîmê têne kuştin. Hemû mercên ku ji rêjîmê re destnîşan kiribûn û rêjîmê jî li ser imze kiribûn pêk nehatin û dîsa jî dirêjkirina demê dixwazin. Di vê çarçewê de, hin kesayet û hin welat kendavê destên xwe ji vê tewanê kişandin, da ku nebin hevparê van gunehên ku rêjîma Sûriyê bi welatiyên xwe re dikin. Wek nemûne Seûdiya Erebistanê ku di roja 22.1 hemû nûnerên xwe ji wan çavdêrên ku diçûn Sûriyê paş de dan û ji wan kesayetên wêrek û xwedan piransîb jî Enwer Malik û hin kesayetên din li her tiştî mikur hatin. Tevî ku gelê Sûrî û Encûmena Netewî Sûrî jî doza herêma parastinê û şandina dûseyê ji Encûmena Ewlekarî re bête şandin dikin, lê dîsa jî hesabên siyasî û herêmî bandoreke mezin li ser biryaran dikin…     

Xwîna welatiyên sûrî dîrokê dinivîse:

Di dîroka her welatekî de roj û salên dîrokî hene û gelek ji wan bîranînan pîroz û bi rûmet têne dîtin. Em niha jî dibînin ku gelê Misrê di roja 25.01.. yeksaliya şoreşa xwe pîroz dikin û di pîrozbahiya vê rojê de rûmet û xwîna şehîdan bilind dinirxînin û bibîr tînin. Ji sedên salan şoreş û serhildaneke wisa bi hêz di dîroka ereban de pêk nehatiye, loma navê buhareke ereban lê hat kirin. Bi hezaran gelê sûrî tên kuştin, hîna jî ji helwestên xwe danakevin. Berovajî wê roj bi roj dengê azadiyê bilintir dibe. Li kolanan xwîna germ û li ber çavên kamereyan ji termên mirovan diherike. Işkence li mirovên sivîl û destvala tê kirin. Zarokên di pêçekê de, ku hîna ronahiya jiyanê nedîne, dibin goriyên vê şoreşa rûmetê. Ev hemû xwîn dibin mîna xetîreyan û di dîroka azadiya gelekî de pêdikeve. Dê bi hezarên salan ev xwîn bibe mîna zengilê azadiyê û her sal li ber guhê mirovan lêkeve, dê di mejiyê wan de şaxên xwe berde û koka xwe li axa vî welatî kûr berde. Dîrok keda mirovan wenda nake, te çi çandibe tê wî hilîne, gelê sûrî û rojhilatê xwîn li zemînekî dewlemend çand dê dara azadiyê bilin bibe. Dê şaxên wê darê mîna damaran bi jiyana mirovan ve bê girêdan û bête arşîvkirin.    

Çare ji berdewamiya rêjîmê re nemaye:

Dema ku dabaşek lidar dikeve, xêza vegerê ji xwe re dihêle. Xwedê giravî dikare lihevhatin heta sînorekî pêk were. Lê hat û bi hezaran mirov bûn qurban û xanî bi ser serê malbatan de hate xwarê û bi awayê hovane wêrankirin bikar hat, veger û çare jî dijwar dibe. Ew rêjîm isbat dike ku ew nikare bibe desthilateke nûjen û bikêrhatî, loma divê anternatîv bêne dîtin. Nemûneya Hitler, Sedam, Qedafî û hin welatên din vê nerînê piştrast dike. Tu niha ji zarokekî jî bipirse, bê li Sûriyê dem dikare vegere berî 15.03an dê bersiv na be. Rêjîm jî nema dikare li paş xwe bizîvire. Ew jî dizane ku sînorê çareyê derbas kiriye û tenê dixwaze temenê xwe bi çend rojan be jî, dirêj bike. Serê rêjîma dizane ku yan kuştineke wek ya Qadafî, yan reveke wek ya Ben Elî, yan jî dadgeheke wek ya Mubarek li bendî wê ye.. hemû jî di çavên rêjîmê de zor û dijwar in. Çi pelikên ku di dest de mane dê bikar bîne, heta ku têkeve xefka xwe û dawî li rojên wî werin. Di kêlîka vê nivîsê de, nûçe dibêje ”kuştî li Sûriyê gihan 98 kes, di nav de 4 jin û 12 zarok in”.     

Sûriyeke nû piştî rêjîma Bass:

Welatekî wek Sûriyê ku ji 23 milyon insan pêk tê, ku çil salî zordarî û çewisandina mafên mirovan lê peyda nebûye, dê çawa ji nişkave bibe welatekî ku mafê mirovan û netewe û olên cûda lê bêne parastin û mîna bira bi hev re bijîn? Jiyana di hindurê welatekî de û sîstema ku bi rê ve diçe, li ser qalibê xurtiyê hatiye avakirin û rêbaza ketxwarî û koletiyê mejiyê mirov talan kiriye, ev yek ji kesên ku di dema Hafiz Elesd de li ser deshilatê jidayik bûbin, niha serleşkerên bilind û porê wan sipî bûne û dibe jî ku gelek ji wana berpirsên di qadên bilind de bin. Gelekî zor e ku di demeke kurt de, bibin kesên sosyal û demokrat û mafê nerîna cûda biparêzin. Şaristanî şert û mercên wê yên dîrokî û zanistî hene, di jiyana mirovan de. Mîna mêwên ku nesitewyayî bin nayên xwarin. Ev yek niha li gelek welatên ku ji rêjîmên dîktator rizgar bûne û bi dehên salan nikarin ji nezanî û nijadperestiyê rizgar bibin. Heta roja îro jî kurd nikarin baweriyê ji hevrikiya ku di du beşan de pêk tên bînin û sozên mafên wan wek netewa duyem di Sûriyê de piştî herifandina rêjîma Basê piştras bikin. Herdem jî çiv û xap û derew di serê wan re derbas dibin. Bawer dikim niha nemûneya Îraqa piştî Sedam û kurd û madiyên wê yên qanûnî, me li van tiştan bêhtir hişyar dikin. Belkî ji gotinê wêdetir jiyana piratîkê ku niha li ser erdê ye, vî tiştî eşkere û zelal dike. Wan tim kurd di pileya 2 dîtine û kurdan jî di pirsên netewî de xwe ji wan bêhtir pêşde dane. Di serhildana kurdan ya 2004an de li meydanê bi tenê man, lê di şoreşa 15 adara 2011an de kurdan ji roja yekem de piştgirî û destek dan şoreşê.. lê tim jî dilê kurdan ji xapandina biratiya dîrokî bi tirs e. Pirsek tê kirin çima kurd pir nayên kuştin? Bersiva wê jî ew e, ku rêjîm dixwaze kurdan dûrî vê şoreşê bikin û niha jî gelek kurdên erzan bi aliyê xwe ve kişandine, bi çend sozên derewîn. Lê siyaseta kurdan ya bingehîn tu carî diyalokê bi rêjîmê re nakin û napejirînin û xwe perçakî bingehîn û hevbeş ji vê şoreşê dibînin. Sûriya nû ku hemû welatî bi maf û aştiyane bi hev re bijîn, dê kurd roleke mezin di avakirina wê de bilîzin, hem herêma kurdî bi axa xwe dewlemend e û hem jî hijmara welatiyên kurd 3 milyon mirov derbas dike. Ji bo piştrastkitina vê nerînê, nemûneya başûrê Kurdistanê li ber çavan e.   
Em Sûriyeke çawa dixwazin?
- Sûriyeke ku kurd li rojavayê Kurdistanê xwediyê çarenûsa xwe bin.
- Sûriyeke ku mafê mirov, lawir û xwezayê tê de parastî be.
- Sûriyeke ku hemû ol, netewe, azadiya nerîn û ramanê tê de hebin.
- Sûriyeke bê çewisandin, tûnd û tûjî û xwîna mirovan.
- Sûriyeke mîna tevneke rengîn be, hemû reng cihê xwe têde bigrin.      

27.01.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark